Payîz, li rûyê Rojavayê Kurdistanê nayê!
#Aras Hiso#
Ne tenê payîz, hemû demsal û rojên kurdan ji şîn, komkujî û êrîşan re rûbirû maye, êdî di defterên roznameyan de hil nayê. Ev bûye serê 11-12 sal in li Rojavayê Kurdistanê kurd dixwazin bi xweseriya xwe, bi reng û hebûna xwe ew jî di nava rûyê cîhanê de bibin xwedî statuyek, bi her serkeftin û pêdaçûnê re jî rastî gelek bedelên giran tên.
Beriya çend rojan gava ku desteya Perwerdehiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand ku êdî dest bi sala xwendinê dibe û deriyê dibistanan ji nû ve vedibe, me didît di nava kolanên Kobaniyê de zarok bi çi kelecanî, çi rûyî û çi xweşiyê sirûda Ey Reqîb bang dikin û alfabeya zimanê kurdî dixwînin. Wan zarokan tevî çente û alavên xwe yên perwerdehiyê li kolanên bajarê me şewq didan. Lê ez nizam ka bê çima dayîka min ji vê kelecanê ditirsiya, qey dilê dê ye, her cara ku em dikeniyan digot, ''Kenê we xêr be''. Heta bi kenê me be jî em jê ditirsiyan.
Ji dema ku Rojavayê Kurdistanê kurdan tevî ereb, suryan û aşûrên xwe rêveberiya xweser ragihandiye, em dibînin ku her sal di payîzan ev xweserî rastî êrîş û derbeyan tê. Sala 2014an li Kobaniyê ji aliyê çeteyên Daişê ve bi tang, zirx û çekên xwe yên giran ve hatin li dora vî bajarî bûne kom û xwestin jehra xwe bi ser vî bajarî de birijînin, lê ji wan re derneket û şervanên rojê ew dûr avêtin û heta roja îro jî şerê wan komên tarî dike. Dîsa jî di sala 2018an de dewleta tirk bajarê Efrînê wêran û bombebaran kir û piştî berxwedana ji aliyê şervanan ve di 58 rojan de, ew bajar xistin bin kontrola xwe û dagir kirin. Li wir nesekinîn, dîsa jî di sala 2019an de bajarê Serêkaniyê û Girê Spî bi fosfora xwe ya spî ew bajar şewitand û bi hezaran xelkên wê derbider kirin û her wisa ew êrîş di payîzan de didome û kurd dibin qurbanî. Gelo sûcê kurdan çi ye, sûc ew e ku em dixwazin bi tîpên xwe yên dayîkê bixwînin û binivîsin.
Îcarê jî em dibînin ku ji aliyê dewleta tirk ve bi balefirên xwe yên bê mirov bi ser bajarên me dike vînginî û hem nanê me, hem ava me û hem jî ronahiya me daye ber xwe û bi roj û bi şev bombebaran dike. Û hemû dinya jî, ji xwe re temaşe dikin. Temaşe dikin ku çawa zarok bi ser bavên xwe yên şehîd de digirîn. Temaşe dikin ku çawa dilê dê bi ser lawê xwe yê şehîd de disoje. Temaşe dikin ku çawa Rojavayê dil hêdî hêdî dihele û kes lê nabe xwedî.
Çiqas êşiyam gava ku Israîl û Hemas bi hev ketin, hinek kurdên me rabûn û derketin kolanan û dest bi protestoyan kirin. Çiqas êşiyam ku kurdên me di bin çavan re li vê bûyera me ya bi şewat dinêrîn. Çiqas diêşiyam ku Rojavayê dil parî bi parî ji goştê canê me diheliya û tu kesî nedigot ez avekê li vî agirî bikim.
Em kurd wiha ne, heta bi dijminê me be jî gava ku pêçiyeke wan xwîn dibe, em dibêjin ayy bila ne li ti kesan be. Ji bêedaletî û komkujiyên ku bi roj û şev li Rojavayê Kurdistanê pêk tên, gelo gunehê wan wiha pê tê?! Em tenê yên derban in, li vê erdnîgariya biçûk bi dehan hêzên herêmî û yên navdewletî konê xwe vedane û bi ser zarokên vî welatî de bi hev dikevin henek û qerezan.
Îro her kesî dest avêtiye şûrê xwe û serê kurdan daye ber kêrê. Tenê em dixwazin zarok bi alfabeya ziman û dîroka xwe herin dibistana xwe, me ji vî tiştî bêhtir tiştek ji rebê jor nexwestiye, eger ew jî li pêşiya we bûye kelem ha werin û werin. Werin ser gola şîr, heta hûn pê vediliqitin û têr dibin.
Ji Dêrsim, Roboskî, Helebçe û Enfalan bigire û were ne payîz û ne jî demsalên dîtir li kurdan tê. Roj bi xwe li kurdan nayê! Eger kurdan bi kurdî bêhnê bidin û bistînin jî ew ê rastî şûr û derbeyan were. Êdî tenê yek gotin di devê me da maye. Mirin, êdî hinekî din jî li şûna xwe raweste em dixwazin hilmek azadî ji herfên bav û kalên xwe werbigirin.[1]