Min jî ji ber zimanê xwe lêdan xwar
Rêbîn Ozmen
Li Bakurê Kurdistanê lêdanxwarina ji ber zimên ji berê ve navdar e. Qedexeyên li ser #zimanê kurdî# yên ji destpêka damezrandina komarê ve heya îro jî bi awayên cuda berdewam dikin. Di salên 1940an de cezayê axaftina kurdî pereyekî li gorî wê demê pir zêde bû. Di demên paşê de jî axaftina kurdî, bû sedema îşkence, hepiskirin û sirguniyan jî. Di salên 1990an de her çi qasî ev qedexeyên li ser kurdî piçekî hatibin sist kirin jî, di roja me de ev qedexe hîn jî bi awayên cuda û yên nediyar berdewam in.
Bi taybetî kesên wekî min di salên 1990an de dest bi dibistanê kiribûn û nifşên berî me, li dibistanên pişaftinê ji ber zimanê kurdî, ji mamoste û rêveberên dibistanan gelekî lêdan xwarin. Ev lêdan bûn sedem ku gelek kes dev ji dibistanê û xwendinê berdin. Lê bi rastî ez û hevalên ku wê demê di polên dû min re dixwendin, ji wî alî ve em bi şans bûn. Lewre li Bakurê Kurdistanê, wê demê milet rabûbû ser pêyan û li dibistana leylî ya ku me lê dixwend, her çiqasî mamosteyan nexwestibû em kurdî biaxivin jî, ji tirkî bêtir em hemû xwendekar bi kurdî diaxivîn. Yanî di rastiyê de min ji ber zimanê kurdî tu carî lêdan nexwar.
Lêê..
Rojeke înê bû û rojên înan ji bo me xwendekarên dibistana leylî roja herî pîroz, roja ji cejn û seyranê xweştir bû. Lewra roja înê em vedigeriyan mala xwe, nav malbata xwe, cem dê û bav, xwîşk û bira û hevalên xwe yên li gund. Dîsa rojeke înê ya wisa bi kêf û eşq û kelecan bû. Ji dema firavînê re dersek tenê mabû. Piştî saet duwanzdehan ku me firavîn xwar, saet yekê em ê biketana du dersên din, paşê me yê sirûda neteweyî ya tirkan bixwenda û em ê ji bo çûna malê belav bibûna.
Dersa berî firavînê mamosteya me hat û got zarokno, piştî nîvro ez ê neyêm dersan. Lê hûn dîsa jî ji dibistanê baz nedin. Bimînin li hêvîya her du dersên din jî û piştî xwendina sirûda neteweyî biçin malê. Em zarokên polê pir kêfxweş bûn. Nû ders qediya, min bazda cem birayê xwe, min got mamosteya me piştî nîvro nayê dersê, ez ê niha biçim malê. Wî jî dengê xwe nekir. Hema min rahişt çenteyê xwe û li hêvîya xwarinê jî nemam. Min xwe avête dolmîşeke Nisêbînê. Dolmîşê da rê, dakete ser rêya Midyadê û berê xwe da Nisêbînê. Wan salan li cihê destpêka rêya Midyadê ya li ser Cadeya Îpekê polîsên dewleta tirk disekinin. Ez jî di dolmîşê de li ber camê rûniştî me. Ji aliyekî ve jî her bi zimanê xwe cihê diranê xwe yê ketî dadigirim, carinan zimanê xwe derdixim û dolmîş jî rêya xwe berdewam dike. Em gihan xala polîsan. Dolmîş ji xwe bi hêdî diçû, yê polîs da xeberan û destê xwe li ba kir. Lê dolmîş nesekinî, ya rastî yê şifêr ji ber ku dê di rêya Îpekê re derbas bibûya bala wî li ser rê bû, ne li yê polîs.
Em çawa derbasî aliyê din yê rê bûn, zilamekî û du jinan destê xwe rakirin û dolmîş sekinandin. Siwar jî nabin, hê wisa hema min dît polîs bi herdu destan berstûka min girt û ez daxistim xwarê. Her bi tirkî dibêje “sen misin dilini çıkaran?” (tu yî yê ku zimanê xwe derdixe?) û çêr û sixêfan dike, bi pehîn û kulman li min dide. Yê polîs piştî têra xwe li min da, hema ez rahiştim û avêtim nava dolmîşê. Helbet wan salan kesek newêre dengê xwe ji polîsan re bike jî. Piştî wî ez avêtim nava dolmîşê, dolmîşa me dîsa bi rê ket. Lê vê carê çend jin û zilamên navsere, şifêr û du sê xortên di dolmîşê de dest bi çêr û xeber û nifirên li polisan kirin. Di ber dilê min re çûn û hatin û hewl dan min aşt bikin. Ez jî têra xwe bi îske îsk giriyam, heya rawestegeha ku ez ê lê dakevim.
Erê min ji ber zimanê xwe yê dayikê tu carî lêdan nexwar, bi şens bûm ji wî alî ve; lê min jî ji ber zimanê xwe lêdan xwar….
[1]