Sirûdên niştimanî û nasnameyên netewan
Roj Qadirî
Şanoya #Dayîka Nîştiman# , welat, malbend, berxwedan, hêvî, azadî, aştî, rûmet, cesaret, serbilindî û mezinahî û … hwd, an jî têgehên hevalên van peyvan, ji wan peyvan in ku bi zorê û bi micidî di sirûdên neteweyî de xwe nîşan didin.
Sirûda Neteweyî
Sirûda nîştimanî yan sirûda neteweyî parçeyek muzîkê yan jî sirûdekê ye ku ji hêla dewletan ve wekî sirûda neteweyî ya fermî ya welêt tê danîn.
Îro li cîhanê her welatek xwedî sirûda xwe ya netewî ye. Sirûdên neteweyî awaz an kom muzîk in ku li welatan di kom rewşên taybetî de dijenin an jî têne gotin. Ev sirûd kom awazên nîştimanperweriyê ne ku ji bo rêzgirtin ji hogirî û hezkiriyên her welatekî tên jenîn. Ev awazên han di riya tevgera hestên welatparêziyê de tên xwendin.
Ala û sirûda neteweyî ya her welatekî nasnameya neteweyî ya wî welatî nîşan dide, al bi reng û şêweyên xwe û sirûda neteweyî bi wate, têgeh û muzîka xwe behsa nasnameya neteweyekê dikin.
Taybetmendiyên sirûdên neteweyî
Di sirûda netewî ya her welatekê de, nasnameya her welatekê diyar dibe, ku nîşana daxwaz û armancên gelê wî welatî ye, daxwaz û kom armancên wek azadî, yekîtî û serxwebûna gelê wî welatî ye. Mînak ev yekîtî di sirûda neteweyî ya Almanyayê de weha tê vegotin: “Almanya, beriya her tiştî Almanya, beriya her tiştî li cîhanê ku di demên berxwedan û parastinê de her tim bi biratiya yekparçeyî li ber xwe dide.
Di sirûda netewî ya her welatekê de, îşaret bi hebûna gel dike, îdeolojiya sîstema siyasî ya welat, dîrok, rûmet an serkeftinan û têkbirina dijminan. Bo mînak di sirûda welatê Çînê de bi awayekê cidî behsa netirsîna ji dijminên Çînê dike: “Hezar hezar dilên me wek yek dilî lêdixe, ji agirê dijmin netirsin, herin pêş, ji agirê dijmin netirsin, herin pêş, herin pêş û herin pêş.
Nîştiman, welat, malbend, berxwedan, hêvî, azadî, aştî, rûmet, cesaret, serbilindî û mezinahî û … hwd, an jî têgehên hevalên van peyvan, ji wan peyvan in ku bi zorê û bi micidî di sirûdên neteweyî de xwe nîşan didin. Wek mînak, Azadî weha ye di sirûda neteweyî ya Brezîlyayê de xwe nîşan dide: Bidest ve hatina wê wekheviya ku me bi baskên xwe yên bihêz bi dest xistiye di himbêza te de ye ey azadî, sîng li hember mirinê radiweste.
Her weha kom beşek ji hin sirûdên netewî tekezî li ser yekîtî, hevgirtin û yekirêziya di navbera gel de dikin.
Bo mînak di sirûda neteweyî ya welatê Venezuelayê de, yekîtiya gel sînorên cografya van weha derbas dike: Yekparçeyî bi tayekê ku di esmanan de bûye bi ta, parzemîna Amerîkayê, her wek yek neteweyî ye.
Hin sirûdên neteweyî, nemaze yên welatên xwedî dîrokeke dirêj a şoreşê yan jî têkoşîna serxwebûnê ne, di nav xwe de kom beşên pir fîdakarî hene ku ji bo xurtkirina yekîtiyê û parastina morala têkoşînê danîne. Bo mînak di sirûda neteweyî ya Ermenîstanê de ev mijara bi awayekî xweş xuya ye: “Welatê me yê azad û serbixwe ye, ku bi sed salan zindî ye, naha jî ciwanên xwe vedixwîne bo Ermenîstaneke azad û serbixwe.
Di beşên cuda yên sirûdên netewî de, em cureyên curbecur dibînin û dibihîsin. Di piraniya van beşan de mebest ji van berdeng ji bo ragihandina kednasiya bi nîştiman an jî rêber re û hinek deman jî, xelk berdeng in. Her weha di hin sirûdan de, ji bo welat û gel dua tê kirin û daxwazkarên baştirbûnê ne ji bo welatê xwe. Wek mînak, di beşek ji sirûda neteweyî ya Koreya Başûr de, kednasiya xwe bi wî welatî tekez dikin: Em bi vê îrade û vê ramanê, çi di êş û çi jî di şahiyê de, werin em hemî kednasiya xwe pêşkêşî dilovaniya welat bikin.
Sirûda nîştimanî ya Kurdistaniyan
Di vê navberê de, em Kurd jî wek miletekî ku xaka wan hatiye dagîrkirin û tevî wê ku hîn me welatê xwe yê serbixwe tineye, lê sirûd û ala xwe ya netewî taybet bi xwe heye, ku dijmin hertim ji wan kom sembolên ku mezinahî û nasnameya neteweyî didin bi me, ditirsin.
Sirûda netewî ya “Ey Reqîb” di serdema Komara Kurdistanê ya Mehabadê de bûye sirûda netewî û heta niha jî sirûda netewî ya Kurdên a li her çar parçeyên Kurdistanê ye.
Sirûda “Ey Reqîb Her Mawe Qewmî Kurdziman” ji aliyê Yûnis Reûf, ku bi navê Dildar jî tê naskirin, di sala 1940’an de wek bersiva li hember şovenîzm û zilm û sitema ku li Kurdan dihat kirin, hatiye vehûnandin, ev sirûd behsa têkoşîn û berxwedan hebûna Kurdan dike, lewma bûye sirûdeke neteweyî.
Di serdema du rêberên navdar û nemir ên Kurd de, Pêşewa Qazî Mihemed di dema Komara Kurdistanê ya Rojhilat de û piştre jî Mela Mistefa Barzanî di dema şoreşa Îlonê de hat pejrandin û di mejiyê neteweya Kurd de hate misoger kirin. Ev sirûd bûye beşeke cudanekirî li dîroka Kurd û îro jî bûye sirûdeke fermî li Herêma Kurdistanê.
Esasê “Ey Reqîb” al, nîştiman û Kurd e, ev her sê têgeh behsa nasyonalîzm û welatparêziyê dikin. Al, nîştiman û Kurd sê stûnên sereke yên vê sirûdê pêk tînin. Di rewşa naha ya Kurdistanê û herêmê de, al û sirûda netewî ya Kurdistanê, semboleke ku di panahiya Kurdistanê de rola rêxistinkirina neteweyekê di welatekê de dilîze.
[1]