#Helebce# navek bo dîrokê yan nasnameyeke birîndar
Di dîroka gelên cîhanê de gelek bûyerên xoş û nexoş rû dane. Hinek ji wan bûyeran, ji ber ku di bîrdanka xelkê de mane û bandora wan li ser nifşên civakî danîne, bûne beşek ji nasnameya wan gel û netewan
Kurdshop – Di dîroka gelên cîhanê de gelek bûyerên xweş û nexwaş rû dane. Hinek ji wan bûyeran, ji ber ku di bîrdanka xelkê de mane û bandora wan li ser nifşên civakî danîne, bûne beşek ji nasnameya wan gel û netewan. Bo nimûne, mirov dikare behsa komkujî û şewitandina bi kom ya cihûyan bike ku di encama operasyona bi navê Auschwitz de bûne qurbanî. Ew operasyona ku ji aliyê rêjîma Hîtler ve li dijî cihûyan hat kirin, du aliyên wê cuda hebûn ku paşê bandorên wê bi sûda cihûyên cîhanê vegerya. Di asta cîhanî de, bo yekem car hevxemî û piştgiriyekî cîhanî bo cihûyan lipey xwe anî. Her ji ber vê sedemê jî, dewletên mezin hizra wê yekê kirin ku pêwîst e miletê ku hatine kuştin û qirkirin û derbiderkirin, ji vê rewşê bên rizgarkirin û baştirîn çare jî bo vê rewşê, avakirina welatekî ye bo wan û kesên ku derheqê wan de tawanên dij mirovî kirine, bên sizadan. Dewletên ku di şer de biser ketibûn, sozên xwe bicîh anîn û li Rojhilata Navîn, welatek bi navê Îsraîl bo cihûyan ava kirin. Garantiya vemana wî welatî û xelkê wî welatî jî îmze kirin û heta niha jî Îsraîl di bin sîbera wan welatan de gihîştiye şan û şikoya xwe. Di warê serbazî de jî bûye yek ji hêzên navdar, di warê zanistî de jî xwedan gotin e. Bo selmandina vê yekê, mirov dikare li xwedanên xelata Nobel binêre ku beşek mezin ji wan cihû ne, tevî ku nifûsa wan gelekî kêm e. Li hember de, gelê ereb bi hemû nifûs û dewletên xwe, gelo çend xelatên Nobel bi dest anîne?!
Tevahiya cihûyên cîhanê, nêzîkî 15 milyon kes in. Heta niha 900 xelatên Nobel wergirtine. Ev rêje 100 beramberî xelatên Nobel yên netew û gelên din e. Cihûyan tenê di warê aborî de 33 xelatên Nobel bidest xistine, lê ereban tenê 6 xelatên wiha bi dest xistine.
Niha em dîsa vegerin ser bandora karesata Auschwits li ser civaka cihûyan. Em dixwazin bizanin gelo ew operasyon bûye sedema tirsandin û xwe veşartin û jinavçûna cihûyan yan na? Gelo ji hev dûr ketin û li dijî hev xwe dan kêleka welatên din, yan jî arasteya bûyeran tiştekî din nîşanî me didin?
Piştî wan karesatên ku hatin serê cihûyan, berî her tiştî sedemek bo lihev kombûna cihûyan li seranserî cîhanê çêbû. Cihûyên zana û nexwendî, dewlemend û hejar, kominîst û lîberal û hwd…, ku her yek li welatekî di nav kulturekî cuda de mezin bibûn û jiyabûn, hatin ba hev. Wê karesatê ew hişyar kirin û hatin ser xwe. Karesatê çirayek sorb o wan vêxist bo ku hest bi metirsyeke mezin bikin, metirsiyê wisa kir li hev bicivin û di dawiyê de vegeriyan ser çiyayê Sehyûn, ewa ku bi salan li hêviyê bû, pê gihîştin; Welatekî azad.
Ji bilî wê, cihû tiştekî din ji ezmûna cîhanê fêr bibûn, ew jî ew bû cîhana îro cîhaneke azad e û wan jî di bin sîbera wê kultura cîhana azad de karîne wê statûyê bo xwe damezirînin. Wate, di cîhaneke wiha de û bo selmandina xwe bi cîhanê, pêwîst e mirov fêrî yasayên lîstikê bibe, her ev jî bû xîmê pêkanîna demokrasiyekî ku heta niha jî li nav Îsraîl berdewam e. Helbet ev behs, cuda ji reftar yan jî şerê ereb û Îsraîl e û ev mijar pêwîstî bi şiroveya taybet heye. Di vir de tenê armanc ew bû em bizanin karesat çawa bû nasname bo netewekî û ew li hev kom kirin, statûyek bo wan pêk anî û di dawiyê de gihîştin Mirada xwe ya dîrokî.
Niha pirsiyar ew e, çima hezaran karesatên ku hatine serê kurdan û yek ji wan jî karesata kîmyabaran kirina Helebce ye û nekarîne wê rolê bo kurdan bileyîzin?
Yan mirov dikare wê pirsiyarê wiha bike: Gelo Helebce karî roleke wiha bi bandor li ser nasnameya civakî û siyasî ya kurdan bileyîze? Bersiva vê pirsiyarê, çi erênî be û çi nerênî, pêwîstî bi belge û şiroveyê heye.
Piştî karesata Helebce, vêca bi her sedemekî dibe bila bibe, zêdetirî pênc hezar mirovên kurd bi nexweştirîn şêwaz şehîd bûn û bi sedan hezar kes jî derbider û aware bûn. Di asta navdewletî de, wek her karesateke mirovî, rastî karvedanê hat lê karvedan di asta mezinahiya wê karesatê de nebûn. Noam Chomsky di pirtûka “Dewletên Serkêş” de behsa wê dike ku çawa Sedam, yasayên navdewletî binpê kir û vê yekê jî serê wî xwar. Lê ji ber ku wê demê hêj peywendî ligel rojava bi temamî qut nebibû, welatên Ewrupî heta astekî hevxemiya xwe bi kurdan re nîşan dan û welatên navçeyê jî hewl dan heta astekî êş û jana xelkê ziyandîtî kêm bikin. Pişka herî mezin jî helbet ket ser milê xelkê Rojhilatê Kurdistanê û heta astekî jî navendên hikûmî alîkar bûn.
Piştî wan karesatan, bo yekem car yasayek taybet bi kurdan ji aliyê Netewên Yekgirtî ve hat derxistin û hêla 36 derece hat destnîşankirin. Piştî wê biryarê, heta astekî êrişên hovane li dijî kurdan kêm bûn. Eger bi kurtî li bûyerên piştî karesata Helebce em binêrîn, pêwîst e bêjîn piştî wê karesatê hêdî hêdî kurdên Başûr û êşên wan zêdetir hatin nasîn û navendên cîhanî girîngiyek zêde bi wan dan û şoreşa kurdan derbasî qonaxek din bû û di asta navdewletî de zêdetir ket rojevê.
Karesata Helebce jî wek ya Auschwist karî bo heyama du dehikan, xelkê kurd bi taybet li Başûr û Rojhilat li hev kom bike. Wate karesatê rola hevgirtinê leyîst û bi sedan û hezaran kom û civînên edebî û civakî û siyasî bo bilind ragirtina bîranîna qurbaniyên Helebce hatin encamdan. Lê di warê siyasî de Helebce heta niha jî nebûye beşek ji nasnameya mirovê kurd û nebûye zengilek bo ku siyasetmedarên kurd neçar bike nakokiyên xwe bidin aliyekî û li hev nêzîk bibin, vê yekê jî ziyan gihandiye kurdan. Pêwîst bû Helebce bibe sembola hevgirtin û rêka avakirina welatek yekparçe bo kurdan vekiriba, nek herêmek du alî. Ewa ku cihûyan kir, heta niha jî bo kurdan dersek siyasî û civakî ye û hemû netewên bindest, ku çawa ji bindestiyê rizgar bibin û çawa ji karesatan sûdmend bibin û bigehin şan û şikoyekî.
Mijara Helebce, ji ber ku di asta dirûşm de maye û karek li ser nehatiye kirin, bûye mijarek rûtîn. Pêwîst bû, biba sembolek û nasnameyek siyasî bo kurdan, hem li navxwe hem jî li derve. Navçeya Helebce û parêzgeha Helebce, pêwîst bû bibe yek ji navendên geştiyariya siyasî. Di cîhana îro de ji bilî wê yekê ku geştiyarî wek sektorekî bo pêşxistina aborî tê bikaranîn, bi heman şêwe deriyek e bo nasandina dîrok û kultura netewî. Kîjan serok û geştyarekî biyanî heye, dema serdana Îsraîl dike, serdana Dîwara Nudbe neke? Lazim bû Helebce jî bi wî rengî lê hatiba û biba yek ji cemserên geştyariya siyasî. Lê mixabin tenê bi çêkirina monomêntekî, em nikarin bigehin armanca xwe ya siyasî û civakî.[1]