=KTML_Bold=RÊBERA HÎNKIRINA KURDÎ=KTML_End=
JI BO MAMOSTEYAN
weşana Instîtuta Kurdî li Swîsreyê
1. Destpêk
Ev gotar bi giştî hewl dide wêneyekî giştî yê wêjeya kurdî ya nûjen, rê û rêbazên berxwedana çandî û estetîkî û rengên cuda yên vê berxwedanê raxîne ber çavan. Ji ber vê yekê jî, armanca vê nivîsê ew e ku navên sereke yên wêjeya kurdî ji dawiya sedsala 19an heya çarîka pêşî ya sedsala 21ê û berhem û tevgerên wêjeyî bi giştî û kronolojîk vebêje. Herwiha di vê xebatê de yek ji armancan jî naskirin û rêvekirina ji bo lêkolînên berfirehtir e. Bi pirsên giştî avakirina nexşeya wêjeya kurdî û nirxandina tevgerên wêjeyî bi awayekî kronolojîk rê li ber şopandina bîra kolektîf a rewşenbîriya kurdî jî vedike. Ji ber ku herçiqasî di roja me de kêm be jî, di dîrokê de karên rewşenbîrî, siyasî û wêjeyî her li kêleka hev meşiyane. Heya gelek caran siyasetmedar û nivîskarên wêjeyê heman kes in. Ji ber vê yekê, nivîs wê bi giştî hem behsa serdemên sereke yên wêjeya kurdî hem jî bi awayekî paralelî behsa pêşveçûna rewşenbîriya kurdî bike.
Di dawiyê de jî wê hinek tevger, kovar û navan jî derxînê pêş. Di serî de pêşveçûna wêjeya kurdî ya nûjen û gavên pêşîn ên di serdema dereng a Osmanî de tên nirxandin. Di pey re jî serdemên sirgûnî û diyasporayê, modernîzasyona ziman û wêjeya kurdî li Şamê, Rewanê û Ewropayê, bi taybetî jî li Stockholmê wê werin nirxandin. Di dawiyê de jî tevgerên wêjeyî yên li Stenbolê û rengvedanên nû yên wêjeya kurdî wê bên analîzkirin.[1]
=KTML_Link_External_Begin=https://www.kurdipedia.org/docviewer.aspx?id=571722&document=0001.PDF=KTML_Link_External_Between=Ji bo xwendinê bikirtînin RÊBERA HÎNKIRINA KURDÎ=KTML_Link_External_End=