Navê pirtûkê: Kesera Azadiyê
Navê nivîskar: #Ferhad Merdê#
Cihê çapkirina pirtûkê: #Qamişlo#
Navê çapxaneyê: şilêr
Sala çapê: 2024
Pirtûka helbestvan Ferhad Merdê bi navê Kesera Azadiyê li Rojava derket. Yekîtiya Rewşenbîran a Kantona Cizîrê ji bo danasîn û îmzekirina pirtûka helbestvan Merdê çalakiyeke organize kir.
Çalakî li Parka Xwendinê ya li Hesekê li dar ket. Endamê Desteya Rêveberiya Yekîtiya Rewşenbîran a Kantona Cizîrê Mihemed Beşîr axivî û xêrhatin li mêvanan kir. Beşîr ji ber pirtûka wî helbest Ferhad Merdê pîroz kir.
Gelek kes beşdarî çalakiyê bûn. Ferhad Merdê û hin mêvanan helbest xwendin û düre Merdê pirtûka xwe ji bo mêvanan îmze kir. [1]