Zarokên kurdan naşibin zarokên din ên cîhanê
Gava mirov behsa wêjeya zarokan û girîngiya xwendina çîrok, roman, lîstok, mamik û hwd ji bo wan dike, divê serê pêşîn serî li zarok û zaroketiyê bide û rewşa jiyankirina wan ji hev cuda bike. Helbet li her bajarekî zarok li gorî azadiya ku jê re hatiye veqetandin di nava malbatên xwe de dijîn. Ango li her welatekî zarok li derfetên xwe dijî. Her çendî di xalên jorîn de me behsa zarok, zaroketî û wêjeya wan kir, li vir jî em ê behsa zarokên kurdan û cudahiyên wan ji zarokên miletên din bikin.
Zarokên kurdan ji berê ve û di seranserê dîroka dê û bavên wan, ew li rastî komkujî, tunekirin û talankirinê hatiye. Her tim di nava şer û çengê jiyanê de ne. Bê dê û bav, xwarin û vexwarin û cihê razanê mane. Raste ku li hemû cîhanê di şerê cîhanî yê Yekem û Duyem de û beriya wê û li pey wê di hin şeran de zarokan di zilim û zoriyekê jiyana xwe û zaroketiya xwe ji dest dan, lê ev yek nedomiye û zarokan di rojên normal de mafê xwe û azadiya zaroketî û jiyana xwe jiyane.
Li ev yek li gel zarokên kurdan nebûye. Zarokên kurdan di destpêkirina jiyana xwe û ta kêliya ku dimire jî di zehmetiyan de dijî. Ji ber mirina xwe jî ne mirineke jixwe bere. Yan sera û seqemê, yan ji nexweûiyan, yan belengazê, hejarî û talankirinê û yan jî şehîd dikevin. Mînakên van yekan hî gellek in. Şewata sînemeya Amûdê li Rojavayê Kurdistanê, komkujiya Şengalê, komkujiya Kobaniyê û bi seda komkujiyên ku di dîroka kurdan de nayê jibîrkirin û talankirinên wiha de derbas bûne.
Ev hemû sedem, bûn sedemên ku wêjeya zarokan a kurdan ji ya cîhanî paştir bimîne. Her çendî di nava kurdan de wêje li pêş ba jî û bi hezaran çîrok ji bo zarokan bihata nivîsîn, dê û bavan nekariribûya ji zarokên xwe bistandana û bi hişmediyî û xeyalekî fereh ji wan re bixwendana.
Lê tevî van hemû sedeman jî dîsa jî zarokên kurdan ji wêjeyê bêpar nemane û di her serdem de li ber xwe dane û pêşketin avakirine. Ji xwe mînaka vê yekê jî li ber çavan e, ew jî derketina bi dehan nivîskarên kurd û nivîsandina wan bi zimanê kurdî tevî hemû qedexyan. Ji bilî wê derketina bi dehan weşanxaneyên ku berhemên kurdî û bi hemû cureyên wê ji bo mezinan û ji bo Zarokan weşandin.
Ji bo zarokekî normal li vê cîhanê dijî, di nava maf û aramiya hewirdorê de dijî. Her roj normal di dibistanê fêrî zimanê xwe yê dayikê dibe û gava vedigere mala xwe di nava malbata xwe bi aramî dijî, bi awayekî asayî çîrok jê re tên xwedin û wiha cureya wêjeya zarokan di wî zarok de bi rêk û pêk diçe. Gava ku ew zarok mezin dibe asayî mirovekî baş jê derdikeve û dibe xwedî behreyên cuda. Lê zarokekî kur dibe ku ji bi çûkaniya xwe ve bavê xwe wenda kiribe û bi xêrxazên xelkê jiya be. Gava diçe dibistanê bi zimanê dijmin fêrî xwendinê dibe. Heger lu dayika xwe çîrokek bi devikî ezber kiribe pê dibhîse lê heger na, dibe ku ew zarok bê wêjeya xwe mezin bibe û gava mezin bine jî wê ne mirovekî zîrek û xwedî behre be, berovajî wê dê mirovekî ne li gorî çivakê be.
Lê Îro tevî ew hemû zehemtiyên berê û pirtir jî, zarokên kurdan li dibistanan zimanê dayika xwe hîn dibin û hîn dikin. Her kêm bi dehan weşanxane guh dane zarokan e û berhem ji bo wan çap kirine. Di serdema niha de, ger bi kêmanî be jî zarok bi azadiya xeyalên xwe li dibistan, mal û kolanan zimanê xwe yî kurdî hîn dibin û pê diaxivin.
Tevî hemû binhişên zarokan ku bi tev de şehadet, mirin û şer e, dîsa jî dê û bavan û nivîskarên ku ji bo nivîsîna bo zarokan derketine holê, hewil dane ku xeyalên wan bi reng û wêneyên tijî ajal û xwezaya rengîn nîşanî zarokan bidin. Her çendî cureyên çîrokên zarokan di wêjeya zarokan a kurdî de kêm e jî, dîsa jî di berhemên hey de, nivîskaran hewil dane ku hîmên civakî, paqijî, serpêhatî û jiyankirina di siberojeke baş de fêrî zarokan bikin.
[1]