Gundê Mamîla
Gundê Mamîla yek ji gundên #Efrîn# ê ye. Navlêkirina gund û dîroka wê : Gundê Mamilo ya girêdayî navçeya Recû , navê gund ya resen Mem bû , ev nav navê kesê yekem ku hatiye gund . Bi gotinan bê beriya 1000 salî ava bûye û nêzî 800 mal di gund e hene . Ev gund 38 km ji Efrînê dûr dikeve . Li bakur rojavayî wê gundê Qude ye û li rojhilat jî Dimiliya û Kirka û başûr rojhilatî wê jî Şeytana û Hebo û li qulbe yî wê gundê Xelîl û Alkana ye.
Erdnîgariya wê : Ev gund gundekî çiyayî ye , axa wê gelek dewlemend e , ji ber axa sor e lê kêmasiya wê av lê kêm e , ji ber vê yekê jî 2 kurtên avê di gund e çêkirin , yak li milî jêr e yek jî li milî jor e , tevî ava baranê ava gund giştî diçe van kurtan û jibo çandiniyê bikar tînin . Li rex gund rojekê biruskê lêda û kutek vekir û bi gotinan bê dawiya kurahiya wê tune ye .
Amurên kevnar : Delîb , meserê zeytonan , meserê tirî , soqî , kevirî bîbolkê , qentirme , oş û hwd ... .
Bi awayekî berfereh li ser gund : Despêkê ev gund tune bû . Du bira û bismamek wan ji milî tûrkiye ve hatin Mem , Umer , Çeqel . Mem li hember çiyayê Gewir malik ava kir û hêdî hêdî ev der bû gund , Umer û Çeqel her kesek çû cihekî , miletê vê gundî li ser çandiniyê û kedî kirina lawiran dijîn . Li vê gundî eşîre nîne hemî malbetin , Axeyê gund Ehmedê Xelîl bû , Ehmed kesê yekem di gunde dara merxê li hember mala xwe çandibû , bi gotinan bê çîrokeke wî heye û dibêjin : Rojekê Ehmed nexaş bû û ew îsafî nexwaşxaneya Efrînê kirin dibêjin dema ku miriye , ewrek reş hate ser gund û biroskek li dara merxê xist çiqas miletê gund bi hev re bûn alîkar ku wî agirê vemirînin nikarîn ew agir vemirandana heya dar bi giştî şewitî . Di gund e kevirek navdar heye bi navê kevirê Qîqî , dema ku zarokên gund bi nexwaşiya kixwikê diketin ev zarok di bin wî kevirî re derbas dibû û eger heya mala xwe li paş xwe nenêrê , ew zarok çêdibû ji nexwaşiyê .
Çîrokeke din jî heye : Mezinê gund rojekê hevalên xwe yên şêxler de'awetî xwerinê kir , Ehmedê xelîl bihîst ku hevalên wî gotine yê wî bixiclînin ji ber ku feqîre nikarê xwerinekê bikê , ê wî bixiclînin li pêşiya hevalên wî , jinê malê rabû şîv danî ser agir û nîvanên wî hatin runiştin e , rabû Ehmedê Xelîl û merina ji gund hatin gotin em jî mîvanê te ne emê xwerinê li ba te xwerinê bixwin , xwediyê male dizane ku şîv kêm e , xwediyê malê fedîkir rabû jinê male bi navê xwedê bankir û piya xwe vemalt û li şûna kefçiyê bi destê xwe ew şîv li hev xist û tewekelî xwediyê xwe bû , weke tê gotin ku wan kesan hemiyan xwerin û şîv ji ber jî ma xwedê bereket kir wê şîvê piştra hemûyan bawer kir ku bapîrê min şêx e .
Gundê mamila wiha tê naskirin .
Çavkanî: Bavê Mistefayû Alîko û bavê Ciwan .
Wêne: Wergirtina ji xelkê herêmê: Rêzan Alîko
[1][2]