Nav: Şukrî
Nasnav: Muhemmed Şukrî Sekban
Navê Bav: Muhemmed
Sala jidayîkbûnê: 1881
Dîroka koçkirinê: #08-05-1960#
Cihê jidayîkbûnê: Amed, Erxenî
Cihê koçkirinê: Stenbol
$Jîname:$
Kurê serbaz Muhemmed Axa bû. Dibistana seretayî li Amed û Xozatê, ya amadeyî jî li Amed û Stenbolê bidawî dike. Li akademiya bijîşkiyê ya leşkerî GATA´yê perwerdeya bijîşkiyê dibîne, sala 1903'yê bidawî dike.
1905-1907 li Adrianopolisê (Edirne) bijîşkiyê dike. Vedigere Stenbolê û ji 2'ê kewçêrê 1908'ê ve dibe endamê Cemiyeta Teawun û Teraqiya Kurdê. Sala 1909'ê ev komele tê qedexekirin. Sekban alîkariyê dide komeleya xwendekarên kurd Hêvîyê.
Bi têkçûna dewleta Osmanî di şerê cîhanê yê I. de dikeve xebata dewletekê bo kurdan. Dibe Cemiyeta Tealiya Kurd (1918). Bi navê Kürt Teşkilat-i İçtimaîye (ku: komeleya kurd a civakî) partiyekê dadimezirînin. Ev partî sekûlar bû.
Sala 1919'yê ji ber pêkutiyên contirkan diçe Bexdayê. Bi avabûna komara Tirkiyeyê re dibe fîrar. Li Bêrûtê ji gelek serokwezîrên welatan re nameyan dinivîsîne, mafê kurdan dixe bîra wan. Bi tundî li dijî politîkayên asîmîlasyona kurdan derdikeve.
1927 tevlî damezirandina rêxistina #Xoybûn# ê dibe, alîkariyê dide serhildana Agiriyê. Sala 1932 ji Îraqê diçe Ewropayê. Li Almanya bi giranî nexweş dikeve. Heya 1938'î li Parîsê dimîne. Vedigere Kurdistan û Tirkiyeyê, wekî doktor dixebite.
Sala 1940'î ew û hinekan Türkiye İşçi ve Çiftçi Partisi (ku: Partiya karker û cotyarên Tirkiyeyê) dadimezirînin. Bi xanimeke çerkez re marî dibe (dizewice) û sala 1960'î li Stenbolê jiyana xwe jidest dide.
[1]