Hevberkirina şaş a du kesayetiyên Kurd di pirtûka Jinên Navdar ên Kurd de
Pirtûka #Jinên Navdar# ên Kurd ku ji aliyê Ebdulcebar Mihemed Cebarî ve hatiye nivîsandin û Mihemed Ehmedî wergerandiye, hewleke bo nasandina jinên çalak ên Kurd di warên Edebiyat bi taybet, helbest, çîrok,dîrok, xebata çekdarî û sivîl, çalakiyên perwerdeyê û fêrkirinê û çalakiyên olî û mezhebî. Nivîskar hewl daye bi kurtî ji demên berî heta serdema niha behsa jiyan û serboriya jinên çeleng û jêhatî di wan waran de bike û wan bide nasandin. Ew jinên ku Kurd bûn bi pratîk çalakiyên wan di civakê de heye.
Diyare ji ber ku di piraniya civakan de û bi taybet civakên rojhilata navîn de jin herdem hatine paşguhxsitin (ew dane aliyekê), derketina kesên çalak û naskirî di wan waran de ku me behsa wan kir, bo civakê balkêş bûye û bi giringî temaşeyî wan kirine.
Her ji ber wê hewldana wî nivîskarî di wî warî de cihê rêzgirtinê ye, tevî ku ewqas bi kurtî behsa serborî û jiyana hin kesan kiriye ku ti zanyariyek têde nine. Ji aliyê din ve awayê nivîsandina pirtûkê li ser metodên kevne û bêhtir weke nivîsandina keşkolên berê ye li şûna wê yekê ku pirtûkek be ku di derbarê jinên Kurd de lêkolîn kiribe. Ya ku balkêşe di pirtûkê de hevberkirina #Mestûre Erdelan# û Mehînduxt Muitemidî ye. Ev du nivîskar cihê rêzgirtinê ne û berhemê wan serbixwe heye, lê awayê pêşkêşkirina vê mijarê ji aliyê nivîskar ve, ne zanistî ye. Ez dixwazin li vir hinekê derbarê metoda ne zanstî ya vê hevberkirinê û peydakirina çavkaniyan biaxivim.
A yekem ku weke nerîneke takekesî ye, nivîskarê pirtûka jiyanameya jinên navdar ên Kurd li gelek cihan de nerîna xwe ya takekesî tevî mijarê kiriye û bê ti belgeyeke zanistî û dûr ji bingehên zanistên mirovahiyê bi fikrê xwe nirxandin bo wan kiriye. Weke mînak her bi çav hevberkirin di navbera kesyatiyeke naskirî weke Mestûre Erdelan û Mehînduxt Muitemidî de kiriye. Ez li vir naxwazim pêgeha Mehînduxt Muitemidî kêm bikin û pesna Mestûre Erdelan bidim ji ber ku kar û berhemê her yek ji wan jinan pêgehan wan bo kesê xwendekar diyar dike, lê divê em di rewşeke weha de rastiyan bêjin, eger ew kar neyê kirin dê rastî bin perdeyê de veşartî bimînin û winda bibin.
Her li ser vê mijarê em dê bi kurtî temaşeyê berhemên wan du xaniman bikin. Xanim Mehînduxt Muitemidî sala 1308 a rojî li bajarê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayîk bûye. Di edebiyata Farisî de doktora wergirtiye û bûye mamostaya zanîngehê. Du berhemên helbestan bi zimanê Farisî weşandine, ku ew jî Behra Rondikan û Gulên Awyer in, herweha hin berhemên Cubran Xelîl Cubran jî wergerandine weke Nameyên Destnivîs û Rondik û Girnijîn ji nivîsandina Mey Ziyad û lêkolînek derbarê Mewlana Xalid Neqişbendî. Dr. Mehînduxt Muitemidî di sedsala 20an de jiyaye û berhema wê ya herî giring du komele helbestin ku bi awayê klasîk nivîsandine û naverok û awayê derbirîna wan teqlîd kirina helbestvanên berê yên Fars e. Lê wek hat ziman çend pirtûkên Cubran Xelîl Cubran jî bo ser Farisî wergerandine.
Lê Mestûre Erdelan yek sede û nîv (150) salan berî Mehînduxt Muitemidî jiyaye. Di serdemekê de ku çi dibistanek nebû, ew li hucreyê û bi awayê klasîk fêrî xwendinê bûye. Dema ku mezin dibe dest bi gotina helbestan dike, helbestên Kurdî û Farisî yên pir giring gotine. Helbestên wê yên Farisî di salên borî de hatine nav pirtûkên xwendinê yên Îranê de.
Eger ew helbest li gel helbestên Farisî yên wê serdemê bêne hevberkirin, weke baştirên helbestên farisî dê bên hejmar kirin, Herweha eger weke helbestvaneka jin nirxandin bo berhemên wê bê kirin, helbestvana herî baş a jin bûye ku bi zimanê Farisî nivîsandiye. Xezelên wê di asta xezelên helbestvanên navdar ên Fars de ne û qesîdeyên wê jî weke qesîdeyên wan xweş û bi wate ne. Nerîna wê nerîneke civakî û hûrbînî ye û di helbestan de behsa beşek ji êş û derdeseriyên jinan di civakê de dike û bûye mîrateke edebî, her ji ber wê berhemên wê derbasî nava pirtûkên xwendinê yên dibistanên Îranê bûne.
Helbestên wê yên Kurdî jî bi berçavgirtina dema wan, di asta helbestên, navdarên Kurd de ne, heta Nalî ku yek ji helbestvanên herî navdar û jêhatî yên Kurd bû di wê demê de, bi awayekê hevrikî li gel berhemên Mestûre Erdelan kiriye û dijatiya wê kiriye û di qesîdeyeke dûr û dirêj de xwestiye ku rûmeta wê ya jinbûnê bişkîne. Lê hin kes ne li gel wê baweriyê ne, dibêjin ku nivîsandina wê qesîdeyê ji aliyê Nalî ve, wateya rêz û hêjabûna Mestûre Erdelan e.
Her kîjan ji wan nerînan rast be, an jî em kîjanî bipejirînin, lê rastiyek heye, ew jî ew e ku, di wê dema dîrokê de kesayetiyeke giring û bi bandor hebû ku ew jî Mestûre Erdelan bû, ku helbestvanekî mezin ê Kurd wisa li hember wê radiweste.
Tevî helbestan, Mestûre xanimê pirtûkek nivîsandiye bi nave Dîroka Erdelan ku çend caran bi Kurdî hatiye wergerandin. Ew pirtûk yek ji çavkaniyên herî giring ên dîroka Kurdan e. Bi taybet bo kesên ku dixwazin tevgera dîroka Kurd, bi taybet, avabûn, serhildan û geşekirina Mîrên Erdelan bizanin û derbarê wan de lêkolînê dikin, divê vê pirtûkê bixwînin û sûdê jê bibînin.
Her ji ber wê pirtûkê ye ku dibêjin Mestûre Erdelan yekem jina dîroknivîs a cîhanê ye, ne tenê Kurd lê ya hemû cîhanê ye.
Ya balkêş ew e ku nivîskarê pirtûka Jinên Navdar ên Kurd dibêje Eger em bixwazin hevberkirinekê de navbera wan de, ango Mehînduxt Muitemidî li gel Mestûre helbestavana herî mezin a Kurd bikin, em ê bizanin ku têgehêştin, huner, şiyana axaftin û ziman û şêwirî û zuhd û pakbûna Mehînduxt Muitemidî gelek ji Mestûre bilindtir e, ji ber ku eger Mestûreyê şiyana gotina helbestan û zimaneke baş jî hebe, lê wê jiyaneke baş û têr hebû û ji malbateke dewlemend bûye û malbaba wê hakimên Kurdistanê bûn. Lê Mehînduxt bi êş û derdeseriyan jiyaye.
Ti yek ji wan gotinên ev nivîskar dibêje , nabe wateye bilindbûna nivîskarekê bi ser a din de. Bilindbûna pêgeha malbata Mestûre û nizimbûna pêgeha malbata Mehînduxt de ti bandorek li ser hasten wan ê helbestvaniyê nine.
Em nirxanidnê bo deqên wan dikin, li gor wan deqan pirtûka Dîroka Erdelan a mestûreyê pirtûkek taybet e û herweha pêgeha Mestûreyê di helbesta Farsî de gelek ji pêgeha Mehînduxt bilindtir e. Herweha di helbesta Kurdî de Mestûre cihê xwe yê taybet heye, lê Mehînduxtê tenê yek xezela Kurdî heye.[1]