Nav û paşnav: Hesen Hesen
Nasnav: Rûbar Agirî
Cihê jidayikbûnê: Dirbesiyê
Navê dayik û bav: Xedîce- Şêxmûs
Dem û cihê şehadetê: #27-04-2024# / #Xakurkê#
Hevrêyê me Rûbar Agirî li Dirbesiyê di nava malbateke welatparêz de ji dayik dibe. Ji ber ku malbata hevrêyê me malbateke welatparêz bû, hevrêyê me hê di zarokatiya xwe de Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê nas dike. Hevrêyê me li Rojavaya ku Rêbertî li wir bi salan keda ked da û tovên şoreşê lê bişkivî mezin bû û li hemberî Tevgera me hezkirineke mezin li cem peydaa dibe. Ji derdora hevrêyê me tevlîbûnên ji bo refên gerîla û zêdebûna êrîşên DAÎŞ’ê yên li ser gelê me kir ku hevrêyê me lêgerînên xwe kûrtir bike. Hevrêyê me weke hemû ciwanên kurd di temenê xwe yê biçûk de xwe di nava rastiya şerî de dibîne û dixwaze di nava têkoşînê de cihê xwe bigire. Hevrêyê me serdemekê di nava xebatên ciwantitê de cihê xwe digire û piştre îdîaya xwe mezin dike û ji bo ku tevlî nava refên gerîla bibe kete dikeve nava lêgerînan. Hevrêyê me Rûbar yek ji wan şahidên komkujiya ku çeteyên DAÎŞ’ê xwest li Rojava û Şengalê pêk bîne, ye û weke wijdanî lêgerînên xwe kûrtir dike û dixwaze ji dijminî tolê hilîne. Li gel şehadeta biraziyê xwe ya li Serêkaniyê ya di sala 2014’an de biryara xwe dide ku tevlî nava refên gerîla bibe. Hevrêyê me Rûbar ji bo ku xwe bigihîne çiyayên azad ku sereketirîn hêza tevgera me ne, gelekî li ber xwe dide. Hevrêyê me di sala 2014’an de derbasî li herêma Avaşîn dibe û bêyî ku perwerdeya şervanê nû bigire neçar dimîne ku derbasî li herêma Qendîlê bibe. Hevrêyên wî ji ber operasyonan ew parastin û ji bo perwerdeya xwe bigire ew şandin li herêmeke cuda û ev yek jî bû sedem ku gelekî ji hevrêyên xwe bandor bibe û tevî ku şervanekî nû jî bû xwest derbasî li qadên şer bibe.
Hevrêyê me Rûbar di sala 2015’an de li herêma Qendîlê perwerdeya şervanê nû dibîne û di demeke kurt de dielime jiyan û qada lê dimîne. Di perwerdeyan de gelekî ji dîroka têkoşîna Tevgera me û lehengiyên dîroka Kurdistanê bandor dibe. Hevrêyê me wextê xwe bi xwendin û nîqaşan derbas dike û xwe gelekî pêş dixe. Piştî perwerdeya şerê nû jî li herêma Qendîlê pratîkên xwe meşand û ji bo ku zanînên xwe yên di perwerdeyê de bi dest xistine, pêk bîne jî ev yek weke derfetekê pênase kir. Ji bo ku kêmasiyên xwe yên di warê leşkerî de temam bike û erkên xwe yên serdemî pêk bîne û ji bendewariyên gelê me re bibe bersiv di sala 2018’an de di warê segvaniyê de perwerdeyên pisporiyê digire. Hevrêyê me ji bo ku bibe gerîlayekî profesyonel kûrbûnên xwe zêdetir dike. Hevrêyê me Rûbar bi sepandina taktîkên serdemî ji xwe re dike armanc ku derbên giran li dijminî bixe û di tevahiya perwerdeya xwe de kêmasiyên xwe analîz dike û encamên mezin bi dest dixe. Bi kûrbûnên di perwerdeyê de analîza kesayeta xwe dike û ji bo ku hewlên nû pêk bîne gelekî li ber xwe dide û di warê îdeolojiyê de jî xwe gelekî pêş dixe. Hevrêyê me bi perwerdeya pirporiyê xwe di warê leşkerî de gelekî pêş dixe û dibe gerîlayekî ku ji pêvajoyê re amade. Hevrêyê me perwerdeya xwe bi awayekî serkeftî temam dike û piştî ku weke gerîlayekî profesyonel li herêma Qendîlê dimîne, berê xwe dide li herêma Xakurkê. Hevrêyê me ji bo tolhilînîna hevrêyên xwe yên şehîd û ji bo ku ji êrîşên dijmin re bibe bersiv serketina teqez ji xwe re weke sereketirîn armancê qebûl dike û dibe xwedî sekneke bibiryar. Hevrêyê me di wê baweriyê de bû ku bes gerîla wê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk têk bibin û ev yek jî li gel têkoşîna li ser xeta fedaîtiyê pêkan didît. Girêdayî vê yekê di hemû kêliyên têkoşîna xwe de li her derê ji bo ku mîrateya şehîdên azadiyê mezintir bike bênavber têkoşiya.
Hevrêyê me Rûbar Agirî di 27’ê Nîsana 2024’an de di encama êrîşa dewleta Tirk a dagirker de ya li ser herêma Xakurkê, tevlî karwanê şehîdan dibe û weke mîlîtanekî fedaî yê Apoyî bi tevlîbûna xwe ya bibiryar, sade û jidil karî bibe mîlîtanekî Apoyî yê mînak. Em weke hevrêyên wî em soza xwe dubare dikin ku em ê ala têkoşîna azadiyê ya ku hevrêyê me Rûbar Agirî dewrî me kiriye, di şexsê wî de bi hişmendiya layiqbûna hemû şehîdên xwe, bi serketinê ba bikin.[1]