Nav: Şermîn
Nasnav: Şermîn Cemîloxlu
Navê Bav: Ehmed
Sala jidayîkbûnê: 1926
Dîroka koçkirinê: #11-06-2024#
Cihê jidayîkbûnê: Amed
Cihê koçkirinê: Amed
$Jîname:$
Şermîn Cemîloxlu (1926-2024) hevjîna pêşmergeyê Komara Kurdistanê Wecîdî Osman Cemîl Paşa.
Şermîn Xanim keça Ehmed Cemîlê mala Cemîl Paşa bû, di sala 1926an de li Amedê ji dayik bûye. Dema ku ew ji dayik dibe bavê wî li Bucaya bajarê Îzmîrê nefîkirî bû. Gorbihuşta Şermîn Xanê di sala 1933an de dest bi xwendina seretayî kirîye lê heman salê malbata wê cara duyemîn tête dûrxistin û ew ligel malbata xwe sirgûnê Luleburgazê dibin. Di dema Şerê duyemÎn ê Cîhanê de Traqya tê valakıirin û ew jî diçe bajarê Orduyê li nik xalê xwe yê Memduh Cemîloxlu ku ew jî hatîbû nefîkirin ji bo bajarê Orduyê. Li wê dere xwendina xwe ya navendî temam dike û paşê diçe Denîzlîyê ji bo xwendina Dibistana Enstîtuya Keçan. Sala 1947an xwendina xwe temam dike û dibe mamoste. Piştî ku qanuna nefîkirinê tê rakirin, di 14ê Nîsanê de ji bajarê Krîkaleyê vedigerin Amedê. Li Amedê demek li Enstîtuya Keçan de mamosteyî dike û paşê xwe ji kar dikşîne.
Di sala 1949an de derbasê bine xetê dibe û diçe Sûryê û li wê derê bi pismamê xwe Wecîdî Osman ra dizewice. Piştî 18 salan di sala 1967an de bi tevî hevjîn û zarokên xwe vedigerin Amedê û hetanî sala 1980ê li wê dere dimînin. Sala 1996ê hevjînê wî Wecîdî Osman li Tebrîzê koça dawî dike. Şermîna nevîya Cemîl Paşatê Amedî û hevjîna Wecîdî Begê pêşmergeyê Kurdistanê xwedî pênc zarokan bû: Ferda, Ferîd, Zîzan, Reşîd û Çemşîd. Dubare ji bo hemû malbate Cemîl Paşa û zarokên ŞErmîn Xan û Wecîdî Beg sersaxiyê dixwazim. (#Seîd Veroj# )
Kitêbeke helbestên Şermîn Xanê bi navê “Rojek ji Rojên Adarê bû” di nav Weşanên Bîrê de hatîye çapkirin û helbesteke wê ya salên ciwanîyê li ser ala Kurdistanê wehaye:
Ala Min
Ala mi, ala mi
Sebebe îftixara mi
Bin sîya te şada mi
Bi te zedeye şana mi
Emaneta ejdadê mi
Tim bilind bî, tu bilind
Ser bilind armanc bilind
Her bijî ji bona Kurd.
[1]