Heyva #Avdarê# û miletê kurd
Diyar Ehmed
Di van rojan de heyva Avdarê careka dî singa xwe vekir û mêrg û çîmenên gulzara xwe ji gelê kurd re raxist, bi nerim û nazî jê dixwazê ku hêviyên dildaran di nava gul û sosinên buhara rengîn de hilkewêşê, kulîlkên avis vewejêrê, birînên kelgirtî derman bikê, dilên evîndaran geş û xweş bikê .
Belê, eger mirov li rojên avdarê binêrê yan jê bi hijmêrê, dibê ku yek roj bi şîn û şahî yan jê têkçûn û serkeftinên ku bi gelê kurd ve girêdayî, di ser mirov re derbas nebin .
di berê de heyva avdarê cihekê xwe yê beriz û bilind di pêma û zargotina miletê kurd de girtiye .
avdar heyva pêşiye ji demsala buharê, ((Buhar bûka saliye, xemla rengên tim lêye )),(( Buhare çîçek û gul û dare)),(( Buhare dew li dare)).
destpêka Buharê avdare, roja pêşîn ji miha avdarê zîpin, zîp bi xwe di salnama kurdî de rojin bihesabin, bibarin ne barin her xedarin . paşê ku zîp derbas dibin, binê erdê gerim dibe, teyir û tiwar, sewal û dewar, lawir û dehbe, mêş û kêş der dikevin,ji tirsa hişkî û dijwariya zivistanê rizgardibin,hêlmekî dikişînin û xwe ji jiyaneka nû re kardikin .
di bîst û yekê avdarê de, şev û roj wek hev lêtin û xwe li ber hev diguherin .
di bîst û pencê avdarê de basimbar jê re tê gotin, barana basimbarê bi zêra nayê kirîn û firotin.
Di miha avdarê de, sirûşt nû dibe, pêre dil gerim dibin û hevî berdigirin, çîçek û sorgul bejin û bala sirûştê dixemilînin.
Mirovê kurd jî weke tevya giyanwerên sirûştê bi vê heyva rengîn re lepiteye û dilê wî yê gerim jeniye, bi têhna destpêka buharê re xwîn di damarên wê de bi lez qeliqiye, li ber xwe daye, serê xwe hildaye û xepitiye, bizavekirye ne tebitye, bi gera xwe re rastî şîn û şahiyan bûye bişkivye, bergirtye, çilmisye û weraye, ji nû ve katedaye, tirihye û şaxvedaye .
ew û avdar bi hev re ketine kêferat û hevrikiyeka berdewam, ji hev dûrketine, nêzîkî hev bûne û herdu bi hev re hatine tevdan û stirandin , kayandin û cûtin .
eve çîroka miha avdarê û mirovê kurd, di yekê wê de, zîpên xedar weke xwe barîne, sitêrek geş di gulîstana wê de vemirandine, canê serwer û serkarê kurdayetiyê Barzaniyê nemir rawestaye, di pîst û yekê wê de serê sala kurdî ya nû destpêkiriye û dawiya wê dilê pêşewayê kurd Qazî Mihemed di sêdarê de çilmisiye , û di nava rojên miha avdarê de, kul û derd, reşî û xweşî, êş û şahî têkçûn û serkeftin, serhildan û berxwedan, rêkeftinên xiynetkar û peymanên gemar û pîlanên genî di rûpelên singa avdarê de rûdane, di kavolên wê de hatine veşartin û di lêvên birînên qemûşk girtî de hatine dirûtin .
Tevî wê hevrikiya xwînrêj,keyandina destdirêj,pîlankariyên qirêj, careka dî hevdu himbiz kirine,li hev hatine,lêborîne û vegerane, ji ber vê yekê jî tê gotin ku heyva avdarê bi şîn û şahiyên xwe ve heyva kurdane .
[1]