Xebat jibo Kurdîtiyê yan jibo kesîtiyê 1
#Berzo Emer Mehmud#
Kurd di roja îro de pêwîstî bi xwendineke berfere û ravekirineke rast û drust heye da ku bigihin hin encamên siyasî ka çi şêweya stratîcî û çi şêweya teknîk bo paşeroja xwe danin. Me pêwîstî bi hin lêkolên zanyar heye, ku hêla siyasî û rewşenbîrî û komelayetî pevre bajon û bibin ser riya hevbeş ku van hersê hêlan bi hev re girê didê ji alîkî ve, û wan ji hev cuda bikê ji alîkî din ve.
Mebesta min ewe ez bêjim ku îro wa diyar dibê siyasiyên kurda, yan jî bi zelaltir, partiyên wan yên ku xudêgiravî serkêşên miletin, ew jî cihê hikûmeta Kurdî digirin, eger birastî li miletê xwe xwedî derkevin, ne ku bazirganiyê pê bikin. Helbet wê partiyin hebin ji dilrast kar dikin, û wê hine dî jî hebin ku kurdîtî wek dikanekê kirîn û firotinê pê bikin. Lê, mixabin, ev rola giring, ango wek hikimranî di piratîkê de nexuyaye. Sedema vê nexuyakirinê jî her ewe ku serkêşên van partiyan bi rola xwe wek têkoşer ranabin, xem û karê wan dikevê xidmeta wê yekê: ka çilo kursiyên xweyî bilind biparêzin û yên nizim bilind bikin; çilo xwe hember xelkê mezin bikin, çilo gotina xwe, û gotina partiya xwe bilind bikin. Lê gelo berjewendiyên millet çi ne, ne di bernameyên wan de ne!! Çend xortên kurdê yên hejar bi xwendin dane?! Ev heçku ne karê waye!! Ma ne şerma partiyek nikaribê çend xortên kurd hersal bidê xwendin (bi xwendin bide), di wextekî ku kurdekî zengîn dikarê ji belîka xwe xortine kurd bidê xwendin. Sedemên vê jî gelekin, raste hin jê babetkî ne, lê hin jê navxweyî ne. bo nimûne karê abûrî û danîna bingeha dezgeheke abûrî jibo partiyê nîne; û ne tenê wilo jî, ev war li nik wan nayê gengeşekirin jî, û vî alî nabînin giring. Ya giring ewe navê wan hebê, dengê wan di nav xelkê de hebê, û bes. Ev bû nêzîkî pêncî salî ku kar dikin; başe, kîjan partiyê dih pertûkên Kurdî çapkirine? Jimarên govarên hemiya jî serhev negihin hezar rûpelî li ser pêncîsalî eger werê parkirin, wa derdikevê ku heyvê du rûpelan distênê. Başe ev hejarî ta kengî wê wilo bimênê?? Ev parçebûn ta kengî yê wilo û xirabtir bimênê?? Ev rewşa ha, di baweriya min de, dê wilo bimênê ta ku rêberên me, sikirtêrên me, endamên mektebên siyasî, endamên lijna navendî (merkezî) û lijna mentiqî her ev bin, her ev lîstik bin, her ev teketulat bin, her ev kursî bin.
Her partî, yan her kes, her çend salan, guhartin bi ser wan de, yan bi ser hikûmetên wan de tên, tenê kurd van guhartina nabîbinin; ne ku dixwazin, û bi dest wan nakevê, helbet na, lêbelê ew wek partî, wek berpirs û serkirde û sikirtêr vê guhartinê qebûl nakin, nûkirin û nûbûn ne karê waye, nakevê xizmeta kursiyê wan de. Ev wa diyar dikê kêşeya kurdî li nik geleka ji wan cihê pêşî nagirê. Kurdîtî li nik wan cihê bilind nagirê, lewre cihê wan yê herî giring ewe, çi bi serê kêşeya kurdî tê nexeme. Ya xem kursiye. Ne dûre mirovek weha bêjê ku ew rêberên wek wan pêşketî, wek wan lihevhatî, wek wan zîrek, wek wan mêrxas, wek wan bilind û zana û siyasî û pêkhatî li nav me nînin, lewre divê ev camêrên han di cihê xwe de bimênin. Bi watayeke dîtir, berjewendiyên kurdayetiyê vê yekê ser me ferz dikê (disepênê) ku ew bin, û ne kesî dî. Bi rastî ev bîrûraya han berpalkên wan kesane yên ku ji van rêberan re hertim li çepka didin. Ev nerîna wan kesên ku kurdîtiyê dikin xizmeta berjewendiyên xweyên takekesane, berjewendiyên malbatî û eşîrtî. Başe, hin car, bi rastî , mirovin mezin , mirovin bêhawta ji nav millet derdikevin ku hember wan zû bi zû diyar nabin, eger hebin jî, yan ne xuyane, yan ne di warê siyasî de kar dikin. Ji ber vê yekê wek van rêberan ta demek gelek di cihê xwe de dimênin. Ev yek rast û druste. Em bi xwe ne di vê rewşê dene, ku vê rêbazê bigirin. Ya dîtir, eger wa bane, wê gelek pêşketin ketibane laş û serê tevgera kurdî de, û ev parçebûn, û nesaxlemî, û nexweşî wê hewqas zêde nebane; Wê îro tevgera kurdî di rewşeke xweştir de bane, serkirdeyên me wê bi awakî dîmokratî hatibane guhartin, bê ku guhartina wan parçebûnan bi xwe re bênê, bê ku em hevdû bi dijmin ve girê bidin, bê ku em hev dû li civata pîs bikin, bê ku em şerê navxwe gurr bikin û hevalên benda xwe pir bikin, û eşîrtiyê nû bikin.
Eger em li laşê heykeliya lijna navendî û nivîsgeha siyasî ya partiyên me binerin, emê bi eşkere bibînin ku ew piraniya wan kesên ku di lijna navendî de di kongir de hatine hilbijartin mirovin rexlin, mirovin belkî baş û qenc bin lê nikarin cihê xwe wek siyasetmend, wek çalakbaz dagirin. Wek van kesan nikarin barê kurdîtiyê hilgirin dema ku birastî berê xwe bidinê û bi dilsozî jêre kar û xebatê bikin. Ev yeka ha nexweşiyeke dîtir bi xwe re tênê, ew jî ewe ku mirovek xwe di cihekî bilind de dît, nemaze cihên serekî û bilind bi hemî corên xwe ve (çi ljna navendî, û çi lijna mentiqî, û çi nivîsgeha siyasî, û sikirtêrî), nema êdî qebûl dikê xwe di cihekî nizim de bibînê. Eva han jî bi piranî li nik partîvanên kurda heye, û bi awakî ji xelkên dîtir dijwartire û asêtire, ji ber ku Kurd di dîroka xweya nû de, bi kêmanî, serokatî û berpirsî di karê siyasî de nedîtine, kurd nebûne dewlet ku berpirsiyê bikar bênin ta ku jê têr bibin. Her dem xwe dîtine ku kar di ber têgeh û bîrûraya xelkên dîtir de dikin. Vê yekê hişt ku ev hest, hestê berpirsîbûnê li nik Kurdan mezin bibê, û weha kiriye ku ev cih gelek bi wan xweş werê, lewre serkirdeyên kurdan di nav xwe bi xwe de xwe pir mezin dibînin her yek ji wan dibêjê: ((Ez mezinim mezin, ez mezinim, mezinim, mezin)). Başe, eger ew serokê kurd yê ku endamên partiya wî ew bi hemî kêmasiyên wî ve qebûl kirine, bi hişkere vê yekê dibêjê, û wilo jî xwe dibînê, û hestê mezinahiyê li nik wî belû dibê û giran dibê ta pileyekê ku li ser wî bi xwe jî dibê giranî û giriftar, ku ev bi xwe ziyanê digihênê kêşeya kurdî. Başe, ev hestê xweperestî û kesperestî wê me bigihênê kû? Wê çi ji me re serbixê? Ya dîtir jî, eger serkirde yan berpirsek di riya rewa û rast û drust re xwe gihandiye cihekî bilind, gelo eva han li nik mirovekî hejar ku deravên nakokiyê ew gihandiye lijna navendî, wê çilo li xwe binerê!!
Helbet ew kesê dibê serokê partiyê, ew kesê dibê sikirtêrê partiyê, nema êdî dev ji kursiyê serokatiyê berdidê, nema êdî ji vê meznahiyê diqerê, eger çi bibê. Ne xeme. Ya giring jêre neku kêşeya kurdiye, ne ku pêşketina milete, heta partiya wî jî ne xeme. Ezê ji cihekî nêzîk nimûneyekê berçav bikim, bê ku ez ti kesan bi nav bikim. Berî çend salan kongirê partiyekê hate li dar xistin, û bi dû kongir de, em tev pê agadar bûn ku sikirtêrê gişt yê partiyê bû serokê partiyê. Helbet ev bûyer bû cihê lêpirsiyanê, ka çi sedem di pişt vê yekê deye!! Belê, wa diyar bû ku endamekî ji lijna navendî xwe reşihhand bo postê sikirtêriyê, ango xwe di ber sikirtêrê berê re kir, vê yekê giriftariyek û aloziyek ji sikirtêrê kevin re peyda kir ku ev yek ne dûre sikirtêrê berê ji sikirtêrî bixê. Di vir de nakokî belû dibê, ma kes ji tevgera Kurdî qîma xwe bi vî awayî tênê ku kursî wilo bi hesanî ji dest here!!!! Divê partî li bin guhê hev bikevê, yan jî nabê ev mijar herê serî, û nabê sikirtêrekî nû bi şêweyeke dîmokratî yê kevin bidê alîkî û cihê wî bigirê. Eva han ta niha di hemî partiyên kurdî de, ne di dema îro de, û ne di dema kevin de çêbûye, wê çilo çê bê? Ji vir, ji wir, ka em li çarekê bigerin ku sikirtêrê kevin di cihê xwe de bimênê, û evê nû jî neyê xeyidandin, ango wî jî razî bikin. Endamên kongir bi hev şêwirîn û gihane wê rayê ku postekî nû di partiyê de drust bikin, ew jî postê serokê partiyê. Başe, li vir mişkile çareser bû, sikirtêrê kevin bû serok, û yê nû jî ji xwe bû sikirtêrê giştî yê partiyê. Ev bûyera han gelek wata didê me:
1. Kursî li nik me ji her tiştî giringtire.
2. ya dîtir baweriya me bi guhartina dîmokratî nayê, eger em têde bê kursî bimênin.
3. girêdana berpirsan bi kursî fikrê peyatiyê di nav partiyê de ava dikê, ne ku xebatkerî û têkoşerî.
4. kêşeya kurdî di pêpelûka dawî de tê.
5. perwerdekirina endamên partiyê di rêyên şaş û çewt de derbas dibê, ku endam hînî xwehrî û hîlebaziyê dibin. Inca, endam, bi taybetî endamên kursiyê bilind li şûna ku xwe wek amêr bo xizmeta kurdîtiyê bibînin, kurdîtiyê dikin xizmeta kesê xwe de.
Van rojan di civateke serpêyî ligel serokê partiyeke Kurd, ev babet hate baskirin ku çima sikirtêr ya serok di partiyeke kurd de di cihê xwe de ta mirinê dimênê, û nayê guhartin? Bersiva wî ew bû ku barê nihênî yê van partiyan wilo dixwazê ku serok neyê guhartin. Ya dîtir jî ew kesê ku bikarê cihê wan bigirê di nav partiyan de nîne. Lewre ya baş her ew bimênê. Bi rastî, ji van serokan baştir nîne ta ku bikarin vî cihî ji wan bistênin, ji ber ku ew xebatkerê bilind û layiq hîn di cihên nimz de têne avêtin berî ku bigihin komîta navendî, eger ti diziyê û dînbûnê bi wan ve nekin. Lewre ti kesên jêhatî wê nikaribin xwe bigihênin cihekî ku mefer ji serok re nemênê wan daqurtênê. Başe, bere ev cihê giring ji wan re bimênê, lê bere tenê xwe nekin kelem di pêşiya pêşketina partiyê de, bere rê ji pêşniyar û pirojeyên pêşketî re vebin, bere alîkariya miletê xwe bikin. Bere rê xwendekarên kurd ji şagirtan vekin bo herin xwendinê li kurdistana Iraqê bo nimûne. yan jî berciwaziyên kurd bixin bin var de ku alîkariya şagirtên kurd bikin li xwendina hundur. Bere şagirtên kurd rê bikin bo xwendina zimanê Kurdî bo ku zimanzanên me yên ekadîmî çêbibin, da ku rojekê bikêrî nifşê bi dû xwe de werin.
Di dawiya vê gotarê de dixwazim wê yekê bêjim ku min kesek yan partiyek bi nav nekir bi ser ku rexne gerek di warê zelelbûnê de ava bibê, çiqas fikre û bîrûra zelal bê, wilo xwêner û xwendevan rastiyê bêtir dibînê, û dikarê bêtir li kêşeyê bikolê, bê ku li dora wê herê werê û bigerê û li dawî negihê encamên drust, nemaze dema ku exne û axaftin û bas di giringtirîn kêşe de bê, wek mesela Kurdî. Kêşeya Kurdî ne cihê henek û hhîlebaziyêye, ne cihê bazirganî û fen û fûtaye, ne cihê ku em heme cihê kursiyê xwe têde xweş bikin. Ev reng kurdînî, eger rojekê li ser kurdan dihate ajotin û diçû serî, lê îro nikarê herê serî, ji ber pêşketineke komelayetî û abûrî û rewşenbîrî di nav kurdan bûye û dibê, ya dîtir jî amêrên rageyandinê di rewşa cîhanîbûnê de, ku rewşenbîr bikarê dengê xwe hildê, dengê xwe bigihênê raya giştî, ku kêmasiyên berpirsyaran bidê xuya kirin bi mebesta ku leyistikên dema berê, dema kerrbûn û bêdengiyê, nema êdî bikarin rola xwe bibînin. Îro roj ya pêwîst bo me ku em nebin kelem di pêşiya xebata dîmokratî de ku tevgera xwe pê pêşde bibê, bê ku awayên serdestan di nav xwe de pêkbênê, ji ber ku eger em ne dîmokratî bin , emê nikaribin dîmokrasiyê jî box we ji xelkê boxwazin. Berî ku em doza dîmokrasiyê bikin , divê em xwebixwe dîmokrat bin.
-----------------------------------
1- Ev karê han ji du aliya ve kêmaniye: ji aliyê deselata hikûmeta Kurdî (xwediyên zanko), û ji aliyê partiyan ve jî ku nikarin xwe Ya giring ewe navê wan hebê, dengê wan di nav xelkê de hebê û bes.
[1]