Mihemedê Seîd Axa Deqorî lehengê #Sînema Amûdê#
#Konê Reş#
Wek ku diyare di roja #13-11-2006# an de, 46 sal di ser şewata sînema(Azadî)re li Amûdê derbas dibin. Ew sînemeya ku di roja #13-11-1960# î de, 280 zarokên kurdan têde hatin şewitandin û ku ku îsal 78 sal di ser roja jidaykbûna lehengê wê sînemê re, Mihemedê Seîd Axayê Deqorî re dibuhire.
Bi vê helkeftinê, pêwîste ku em wî bibîr bînin, çiko mirov nikare li dor bûyera sînemê raweste bê ku navê lehengê wê Mihemedê Seîd Axa (Bavê
Fehed) ji bîr bike .
Ew di sala 1928 an de li Amûdê ji dayka xwe re çêbûye. Di eynê salê de, sînor bi rengekî fermî di navbera Serxetê û Binxetê de hatiye danîn, û fransîzan Cizîr bi tevayî dagir kirine. Di sala 1937 an de Amûdê bi firokên Fransîzan hatiye şewitandin û bavê wî Seîd Axa ji Amûdê revyaye, xwe li çiyayê Şingalê girtiye û xelkên Amûdê derbiderî mane...ji wê hingê ve ji Amûdê re tê gotin (Amûda Şewitî) an Amûda Bavê Mihemed ..
Mihemed biçûkaniya xwe li Amûdê wek ya tevî xelkên wê derbaskiriye, û çîroka evîndariya wî bi ciwneke Kurd re, bûye perçak ji folklorê kurdî ..
Di roja #13-11-1960# î de, ango ji berî 46 salan ve, li çayxaneyeke Amûdê rûniştî bû, jêre gotin: Agir bi sînema Azadî( ya ku tekane sîneme bû li Amûdê)ketiye ..Hingê ji cihê xwe çem bû û berê xwe da sînema malwêran, êrîşî nav rivîna agirê sînemê kir û zarok derxistin...hina jêre got:Va kurê te Fehed ji sînemê derketiye, tiştek pê nehatiye... wî li wan vegerand û got: Tev zarokên min in....û bê hedan, zarok ji nav rivîna agirê dojeha sînemê rizgar kirin... ta ku stûnek agirî bi serde hat xwarê û canê wî jî tevî canê wan 280 zarokên kurdan çû buhişta rengin..Hêjayî gotinê ye ku Fehed kurê wî yê tekane ye.
Rehmeta Xwedê li canê wî û canê tev şehîdên Kurdistanê bibare .
[1]