Pirtûkxane Pirtûkxane
Lêgerîn

Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!


Vebijêrkên Lêgerînê





Lêgerîna pêşketî      Kilaviya


Lêgerîn
Lêgerîna pêşketî
Pirtûkxane
Navên kurdî
Kronolojiya bûyeran
Çavkanî - Jêder
Çîrok
Berhevokên bikarhêner
Çalakî
Çawa lê bigerim?
Belavokên Kurdîpêdiya
Video
Sinifandin
Babeta têkilhev!
Tomarkirina babetê
Tomarkirina Babetê nû
Wêneyekê rêke
Rapirsî
Nêrîna we
Peywendî
Kurdîpîdiya pêdivî bi çi zaniyariyane!
Standard
Mercên Bikaranînê
Kalîteya babetê
Alav
Em kî ne
Arşîvnasên Kurdipedia
Gotarên li ser me!
Kurdîpîdiyayê bike di malperê xuda
Tomarkirin / Vemirandina îmêlî
Amarên mêhvana
Amara babetan
Wergêrê funta
Salname - Veguherîner
Kontrola rastnivîsê
Ziman û zaravayên malperan
Kilaviya
Girêdanên bikêrhatî
Berfirehkirina Kurdîpêdiya ji bo Google Chrome
Kurabiye
Ziman
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Hesabê min
Çûna jûr
Hevkarî û alîkarî
Şîfre ji bîr kir!
Lêgerîn Tomarkirina babetê Alav Ziman Hesabê min
Lêgerîna pêşketî
Pirtûkxane
Navên kurdî
Kronolojiya bûyeran
Çavkanî - Jêder
Çîrok
Berhevokên bikarhêner
Çalakî
Çawa lê bigerim?
Belavokên Kurdîpêdiya
Video
Sinifandin
Babeta têkilhev!
Tomarkirina Babetê nû
Wêneyekê rêke
Rapirsî
Nêrîna we
Peywendî
Kurdîpîdiya pêdivî bi çi zaniyariyane!
Standard
Mercên Bikaranînê
Kalîteya babetê
Em kî ne
Arşîvnasên Kurdipedia
Gotarên li ser me!
Kurdîpîdiyayê bike di malperê xuda
Tomarkirin / Vemirandina îmêlî
Amarên mêhvana
Amara babetan
Wergêrê funta
Salname - Veguherîner
Kontrola rastnivîsê
Ziman û zaravayên malperan
Kilaviya
Girêdanên bikêrhatî
Berfirehkirina Kurdîpêdiya ji bo Google Chrome
Kurabiye
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Çûna jûr
Hevkarî û alîkarî
Şîfre ji bîr kir!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Em kî ne
 Babeta têkilhev!
 Mercên Bikaranînê
 Arşîvnasên Kurdipedia
 Nêrîna we
 Berhevokên bikarhêner
 Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
 Alîkarî
Babetên nû
Jiyaname
Mela Kaka Hemê
13-07-2024
Aras Hiso
Jiyaname
Mihemed Cezaêr
09-07-2024
Aras Hiso
Jiyaname
Mistefa Elî Şan Nebo
09-07-2024
Aras Hiso
Jiyaname
Nîroz Malik
09-07-2024
Aras Hiso
Jiyaname
Ebdo Mihemed
09-07-2024
Aras Hiso
Jiyaname
Elî Şemdîn
09-07-2024
Aras Hiso
Jiyaname
Ehmed Xeyrî
09-07-2024
Aras Hiso
Jiyaname
Mihemedsalih Qadirî
08-07-2024
Burhan Sönmez
Wêne û şirove
Dibistana Sor li Cizîra Botan
29-06-2024
Aras Hiso
Wêne û şirove
Kêliya ku rêberê şehîd “Simko Axa Şikak” berî 96 salan giheşte bajarê Silêmaniyê
27-06-2024
Aras Hiso
Jimare
Babet 523,995
Wêne 106,071
Pirtûk PDF 19,746
Faylên peywendîdar 99,049
Video 1,438
Ziman
کوردیی ناوەڕاست 
300,552

Kurmancî - Kurdîy Serû 
88,728

هەورامی 
65,707

عربي 
28,768

کرمانجی - کوردیی سەروو 
16,136

فارسی 
8,307

English 
7,142

Türkçe 
3,565

Deutsch 
1,455

Pусский 
1,119

Française 
321

Nederlands 
130

Zazakî 
84

Svenska 
56

Հայերեն 
44

Español 
39

Italiano 
39

لەکی 
37

Azərbaycanca 
19

日本人 
18

עברית 
14

Norsk 
14

Ελληνική 
13

中国的 
11

Jiyaname
Elî Şemdîn
Wêne û şirove
Bajarê Mêrdînê di sala 1911...
Wêne û şirove
Di sala 1955an de dîlaneke ...
Wêne û şirove
Kurdekî Batûmê bi cilûbergê...
Weşanên
Şerq û Kurdistan
Ezbenî M.Ciwamêr!bi dara zorê zimanê kurdî nabe yek! Tikaye aramke,aramke!
Di cihê lêgerîna me de bi rastnivîsa rast bigerin, hûnê encamên xwestinê bibînin!
Pol, Kom: Kurtelêkolîn | Zimanê babetî: Kurmancî - Kurdîy Serû
Par-kirin
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Ezbenî M.Ciwamêr!bi dara zorê zimanê kurdî nabe yek! Tikaye aramke,aramke!

Ezbenî M.Ciwamêr!bi dara zorê zimanê kurdî nabe yek! Tikaye aramke,aramke!
Ezbenî M.Ciwamêr!bi dara zorê zimanê kurdî nabe yek! Tikaye aramke,aramke!
Dr.Ebdilmecît Şêxo

Di vê dema dawiyê de, di mehên 10,11,sala 2006an de Ronakbîrê Kurd û nivîskarê jîr Muhsin Ciwamêr çend gotar di bin van navnîşanan de di derbarê #zimanê kurdî# , di malpera Rojava.net de weşandine.
1-Ma rast e, ku perlemana Kurdistanê zimanê kurdî yê hevbeş çespandiye? 2-zimanê kurdî yek e.3-Xwendina xwendekarên Kurd li zanîngehên Kurdistanê weke dareke berhemdar e 4-Divê kurdkirina Kurdên Turkiyê dest pêbike, bi bûneya lidarxistna komgirê: Duhok pira rewşenbîriya kurdî ye .Lê birêz M.Ciwamêr hîn dibêje; min pêşda mîna rêrastkirin û amedebûnekê ji van gotarên xwe re, nameyek di derbarê zimên de ji serokê herêma Kurdistanê birêz kek Mesud Berzanî re şandi bû. Em li vir dixwazin bi awayeke giştî li ser nama wî ji serokê Kurdistanê û li nik gotarên wî rawestin.M.Ciwamêr ji serok Mesud Berzanî re di namê de bi kurtî weha dinivise; Biryarwergirtina Xwendina pir zaravan li dibistanan cihê metirsiyê ye, eger ku kîjan zarava bibe ya sereke, eva ne giring e, ya giringtir ew e, ku em li ser zaravekî rawestin, û kî bi kîjan zaravî pir dipeyvin, ew jî ne giring e, tenê em weha kanin yekitiya xwe ya netewî ta roja qiyametê biparêzin. , herweha ew hîn ji serokê Kurdistanê re wisa dinivîse;Eger dîkteturiyet di her tiştekî de guneh be, lê ewa (dîkteturiyet)di ferzkirina zaraveke taybet ji bo yekbûna zimên û wêje rindî û qenciyek e û her rindiyek bi deh rindiyan e.
Di nirîna me de M.Ciwamêr di warê ramana netewî de wek bîrdoz û têorî tiştek nû negotiye, her siyasetmedarek, her welatparêzek, her zimanzanek dizane, ku her miletek pêwîst e bi zimanekî tenê û ne bi du zaravên bingehîn û bi çend zaravokên din bixûne, hebûna pir zaravan di zimanekî de jî yasayeke xwezayî ye û zanistiya zimanewaniyê vê rudawa sirûştî bi sanahî dipejrîne.Lê di dîroka pêşketina zimanan de diyar bû ye, ku pir zaravan alîkariyên hev kirine, ewanan bi hev re hevkêşî kirine, lewra di zimanê kurdî de jî, diviya bû ji zû de hemû zaravên zindî ango bi kêmanî yên ku, bi wanan tên nivisîn bi hev re hevkêşî kiribana.Lê mixabin wêneya zimanê kurdî ji ber pir sedemên siyasî, erdnîgarî û siyaseta dabeşkirinê ne cihê dilşadiyê ye. Piştî ku piraniya gelê Kurd ola îslamî pejirand, ewî jî tîpên erebî, tipên zimanê pirtûka pîroz wek pir miletên din mîna Farisan ,Turkan û hin din ji xwe re pejirandin. Wek me li jor gotiye; di pêvajoka dîrokê de zaravên kurdî jî peyda bûn, û her zaravek li gor rewşa xwe pêşda çûye, lê niha piraniya gelê Kurd bi zaravê kurmancîya Bakur (kurmancî ) dipeyvin û dinivîsînin(Kurdistana Bakur bi piraniya xwe ango li derdora 20 milyonan ), (Kurdistana Rojava li derdora sê milyonan) (Li Kurdisatan Rojhilat dîsan bi melyonan), (li Kurdistana Başur jî ne kêmtirî du sê milyonan in ). Gelê Kurd di dîrokê de bi zimanê kurdî bi zaravê kurmancî, ya ku nîzîk ya zaravê niha dipeyvî û bi dehan helbestvanên Kurd yên kevneşopî bi vî zaravî berhemên xwe raberî gelê Kurd kirin û wêjeya gelê Kurd xwe bi wan berheman serbilind dibîne. Mîr Miqdad Medeht Bêg yekemîn rojnama kurdî Kurdistan bi zaravê kurmanciya Bakur di 22.04.1898 an de li paytexta Misirê weşand, û di pişt re ango di destpêka sedsala 20 an de pir kovar û weşanên kurdî bi zaravê kurmancî li Turkiyê, Sûriyê, Libnanê û li Kurdistana Îraqê derçûn. Dêmek zaravê kurmancî jî wek zaravê soranî, di bin siya rewşa zordestiyê de serê xwe netewand ,ewî ji bo berdewamiya jiyana xwe bi pîdarî berxwedan kiriye. Di salên sî û çeliyan de Mîr Celadet Bedirxan wek zimazanekî nasdar, (ewî ji bilî zimanê dayika xwe bi heyşt zimanên din biyanî(Almanî,firansî,êngilîzî,erebî,turkî, farisî, rusî û yonanî û pir zaravên kurdî zanî bûn), ewî pirojeya çespandina Alfebaya latînî û rêzimana kurdî li ser bingeheke zanistî û zimanewaniyê amede kiri bû, di pişt re ewî zanyar û zimanzanê mezin Tewfîq Wehbî ji Kurdistana Başur(soranaxêv) vexwendî cem xwe kir û Mîr Celadet Bedirxan reşpela pirojeya Alfebaya zimanê kurdî li ser bingeha tîpên latînî û rêzimana kurdî pêşkêşî Tewfîq Wehbî kir, û ewan herduyan bi hev re guftegoyên vekirî li ser vê pirojeya nû kirin,Tewfîq Wehbî razemendiya xwe li ser vê Alfebayê û rêzimanê li nik Celadet Bedirxan dabû xûyakirin, ewî bi Celadet re goti bû, ezê vê pirojeyê bi xwe re bibim Kurdistana Başur û paşê ezê te agahdar bikim.Tewfîq Wehbî vedigere Kurdistana Başur û Mîr Celadet Bedirxan demek dirêj çavnêriya bersiva Tewfîq Wehbî dikir, lê mixabin ewî bersiva xwe ne bi erênî û ne jî bi neyênî ji Mîr Celadet Bedirxan re şandi bû. M.C.Bedirxan neçar dibe vê Alfebaya latînî û li gel rêzimana zimanê kurdî di hejmarên kovara Hawrê de diweşîne.Ji wê demê de nivîskar û rewşenbîrên Kurdistana Bakur û Kurdistana Rojava berhemên xwe bi kurdî latînî û li ser bingeha rêzimana M.C.Bedirxan dinivisînin.Dîsan pêwîst e em li vir di derbarê rêzimanê kurdî û Alfebaya latînî de zimanzan Reşîtê Kurd(Kurdistana Rojava) û zimanzanê mezin prof.Qenatê Kurdo( Sovyetistana berê ) jî bi bîr hûnin û rolên wan di pêşvebirina ziman û rêzimanê kurdî (kurmancî ) de gelek balkêş in.Dêmek di vê demên 60-70 salên dawiyê de, zimanê kurdî (kurmancî bi tîpên latînî jî ) bi kêmasî li du beşên Kurdistanê gelek pêşda çûye, ewa ne tenê zimanê devkî ma ye, lê bi sedan pirtûk, kovar û rojname,û li van çend salên dawiyê jî têlviziyon û malperên intêrnêt hatin û hîn tên weşandin.Bi sedan nivîskar, rojnamevan û siyasetmedarên Kurd bi zaravê Kurmancî bi tîpên latînî peyda bûne, û hin berhemên wan jî ji bo zimanên biyaniyan jî hatine û hîn jî tên wergerandin.Lê eger em hîn li ser rewşa zimanê kurdî (kurmancî bi tîpên erebî )li Kurdistana Başûr rawestin, emê baş bibînin, ku çawa li navçeya Behdînan zaravê Kurmancî bi tîpên erebî jî pêşketiye, navên pir nivîskar û zanyarên navçeya Behdînan di dîroka wêjeya kurdî de li rex nivîskar û zanyarên zaravê soranî gelek geş û nasdar in.Em dixwzin texmîn bikin, ku aghadarî li nik M.Ciwamêr di derbarê zimanê kurdî de û bi taybetî di derbarê zimanê kurdî (zaravê kurmancî ) de gelek kêm in, em guman dikin, ku ewî tu carî berhemek kurdî latînî nexwendiye, ewî pirtûkxana kurdî (kurmancî ) baş nedîtiye, em dibêjin eger wî ev samanên zimanewanî, wêjeyî û zanyarî dîtîba, belkî ewî nikanînba weha weke li jor hatiye ji serokê Kurdistanê re binivîsanda. Dîsan M.Ciwamêr di nama xwe de weha dinivîse; Mebesta me ne ew e, ku em zaravên din di zimanê kurdî de jibîr bikin, an jî em naxwazin giringiyê bidin wan zaravên kurdî, lê zaravên kurdî her dimînin û ewanan kêrhatî ne, mirov dikane sudan ji wan zaravan wergre û hergîz bi wanan jî zimanê fermî dewlemend bike…lê eva ne netê vê wateyê, ku mirov hin rewşên awerte û taybet li hin herêman nebîne, divê mirov raweste ta ku mercên objêktîv li wir jî werin dîtin, lê dîsan divê mirov ji zimanê hevbeş û fermî re pabend (multezim ) be, û herwisa jî pêwîst e pisporên jêhatî werin amedekirin, ta ku ewanan zimanê fermî li seranserî welêt bidin fêrkirin. Em li vir pir bi kurtebirî ji M.Ciwamêr dipirsin, dê çawa Kurdên soranaxiv sudê ji zaravê kurmancî bigrin, gava ku bi wî zaravî neyê nivîsîn û neyê xwendin, û ew zarav bi awakî fermî di dezgeyên dewletê de neyê naskirin ?????. Ji ber ku em li gor pêşiniyên raborde û îroyîn çak dizanin, tevî ku zimanê kurdî (zaravê kurmancî ) mîna me li jor jî gotiye; gelek dewlemend bû ye, lê mixabin birayên me soranaxiv sud ji zaravê kurmancaxiv wernegirtine, berevajayê vê yekê, kurmanaxêv gelek bi hezkirin û bi dilşadî peyvên soranî hîn dibin û wanan gelek bi lez di nivîsarên xwe de bi kartînin, eva di riya pêşketin û yekbûna zimanê kurdî de rudaweke pir erênî ye.lewra jî me hêvî dikir, ku rewşenbîrên mîna M.Ciwamêr bi vê lezbûnê û bê lêkolînên berferh ji aliyên pisporên zimanan de, nirînên weha zor hişk û li dijî vîna piraniya gelê Kurdistanê dernebirîna, saman û dewlemendiya wêja kurdî, zimanê kurdî (zaravê kurmancî )bi du sê gotarên ne durbîn nedixistin erşîva dîrokê an mozexaneyên Kurdistanê .. .
M.Ciwamêr di gotara zimanê kurdî yek ede dinivîs; Ew kesên hewaldanan dikin, ku bi zaravên xwe jî li dibistanan bixûnin, evan hewaldanan destpêka metirsiyê ye, ku gelê me û zimanê me perçe bibe … xwendina bi zaravê niha ya fermî li Kurdistanê ji sala 1970 î de mêlg dike, ku ev zarava serkewtî ye, ewa kane bibe zimanê hemû beşên zanyariyê li hemû herêmên kurdî, pir peyvên zaravên din jî di vî zaravî de cihên xwe girtine, hêdî mirov nikane bi sanahî navê zaravê li vî zaravî bik, ew hîn dibêje; Kurdên Turkiyê nikanin bi sanahî zimanê kurdî yê fermî li Başur fêrbibin, sedema wê ne ev e, ku zimanê kurdî li wir dijwar e, lê ku em bêjin ev zimana li wir dijwar e, dîsan ev ji aliyê perwerdeya fêrkirin û xwendinê de nayê pejrandin.Kurdên Turkiyê ji ber sedemên bindestî û zordestiyê zaravê xwe jî baş nizanin,û piraniyên wan baş zimanê turkî zanin, û wek nimûne, eger mirov li Diyar Bekirê be ewa dê nizanibe, ku ewa li kevintirîn bajarên kurdî ye,ji ber ku di hemû aliyên jiyana wir de, zimanê turkî û turkayetî serdest e, lê her Behdînanek zaravê fermî têdigîne ..û herweha Kurdên Kurdistana Sûriyê yên ku li Ewropa dijîn jî zaravê soranî têdigînin….tiştê pir matmayî ev e; ku hin kes hene, fêrbûna zimanê xwe dijwar dibînin, û hînbîna zimanên biyaniyan sanahîtir dibînin ….û M.Ciwamêr hîn ji xwendevanên xwe dipirse; ma gelo hemû zimanên fermî li cîhanê, zimanên piraniya gelên xwe bûn, lê pir caran ewanan (ziman)zimanên pir hindikan an yên paşan an yên qeder û çarenûsiyê bûn ??..ew hîn dibêje; ew kesê ku dixwaze zaravê wî jî li rex zimanê kurdî yê fermî bête xwendin, divê ew baş zanibe, ku ev zarav jî dê bi demê re hêdî hêdî bibe zimanekî serbixwe û ez bawer nakim, ku hişmendên Kurd bi van hewaldanan razî bibin, an ewanan bi vê teramerabûnê xwe bextewar bibînin, yan serkirdayetiya Kurdistanê , dê ji bazara zaravan hezke….Wek me berê jî goti bû; zarav û zaravokên kurdî diyardeyek e xweserî ye, zarav û zaravok dikanin zimên dewlemend bikin, lê ev netê vê wateyê, ku em dibêjin, bila ta roja qiyametê gelê Kurd bi du û sê zaravên bingehîn bixûnin û binivisînin, her Kurdek, her mêjonasek, her rojhilatnasek zane, ku taybetmendiyek rewşa gelê Kurd ji van hemû aliyan ve heye, (Erdnîgarî,dîrokî, zimanewanî, siyasî). Rast e Kurdên Başur ji sala 1970 î de bi zaravê sorarnî bi fermî li dibistanan, xwendegehan, zanîngehan dixûnin, dîsan rast e, ku zaravê soranî li Kurdistana Îraqê pêşda çûye û serkewtî ye, lê wê ne rast be, ku em bêjin; zaravê kurmancî binketî ye û ewa nikane bibe zimanî fermî. Rewşa siyasî li Kurdistana Bakur, li Rojavayê Kurdistanê ne mîna beriya sî salî ye, li herdu beşan û li dervayî welêt bi dehan partî, rêxistin û dezgeyên siyasî, rewşenbîrî hatine damezrandin, bi dehan kovar û rojnamên kurdî bi zaravê kurmacî hatine weşandin û hîn jî tên weşandin, bi hezaran ronakbîr, siyasetmedar, wêjevan, zimanzan, hunermend, rojnamevan û pirtûk bi zaravê Kurmancî peydabûne, bi sedan ji wan bi zaravê Kurmacî navdar bûne, her wisa jî nîzîkî deh salane, ku têlviziyona kurdî M T V,Roj.T V bi zimanê kurdî, zaravê kurmancî jî weşanên xwe dike. Zaravê Kurmancî bê ferman û bi awayeke xweserî li van herdu beşan, li nav Kurdên Sovyetistana berê û li dervayî welêt bûye zimanê fermî. Ango em dixwazin bêjin, ku zimanê fermî ne tenê zaravê soranî ye, lê belê zaravê Kurmancî jî bûye zimanê fermî. Lewra jî em dibînin, ku berêz M.Ciwamêr gelek bi nezanî, bê agahdariyên rasteqînî û bê lêkolînên zanistî nirînên xwe derbarê zaravê Kurmancî de derbirîne.Di rastiyê de M.Ciwamêr fermanên gelek metirsî di dermafê zaravê Kurmancî de derxistine. Em guman dikin, ku ewî bê mebesteke xerap fermanên cehirkirî dermafê bi kêmanî du beşên Kurdistanê derxistine, ew nizane, ku encamên van fermanan li derûniya Kurmancan, dê çawa bin ?Ew nizane, ku ewa samana çanda kurdî, dewlemendiya zimanê kurdî bi destên xwe dixe gornê. Eger em jî niha li vir weke M.Ciwamêr biramin û bêjin; zimanê kurdî, zaravê Kurmancî pir pêşketî ye, ewa jî bi demê re bû ye zimanê fermî, piraniya gelê Kurd bi vî zaravî dipeyvin, dinivîsînin, zarava Kurmancî ji ya soranî kevintir e, û di ayênde de bajarê Amedê, paytexta Kurdistana mezin e, lewra jî divê zaravê Kurmancî li hemû beşên din li Kurdistanê bibe ya fermî û bila ewa sudê ji zaravên soranî, dumilî û yên mayîn bigre. Ma Gelo helwestên M.Ciwamêr û birayên me Soranaxêv dê çi bin ???? lê em gelek bawer dikin, ku rewşenbîr û siyasetmedarên Kurmanc fermanên weha ne berpirsiyarne, ne îro û ne sibe dixwazin derxînin,. ewanan gelek rêzê li zaravê soranî digrin, pir nivîskar û rewşenbîrên Kurmanc ji Kurdistana Bakur û ji Kurdistana Rojava bi şehnazî wişeyên soranî fêr dibin û bi kartînin.
Em naxwzin li vir li ser zaravê Kurmancî li navçeya Behdînan li Başurê Kurdistanê pir rawestin, lê em zanin, ku zaravê Kurmancî û bi tîpên erebî li wir jî gelek pêşda çûye, asta berhemên nivîskar û wêjevanên Behdînan pir bilind e, ewanan bi hezkirin û bi şêwakî ne fermî bi zaravê Kurmancî dixûnin û dinivisînin.Vêca em nikanin têbigînin, ku ji bo çi ev zarav jî li dibistanan nayê xwendin ?Eger M. Ciwamêr xwendina vî zaravî di dibistanan de ziyan û metirsî ji bo perçebûna netewa Kurd dibîne, lê em dibînin berevajayê wê ya rast e, ango eger hukumeta herêma Kurdistanê xwendina zaravê kurmancî li dibistanan qedex bike, û zaravê Soranî li ser Kurdên Behdînan ferz bike, em bawer dikin, dê heyama netewî, siyasî, partiyetî, civakî pir li hevkeve, û li pêş hukumeta herêma Kurdistanê pir astengî çê bibin.
M.Ciwamêr di gotara xweXwendina xwendekarên Kurd li zanîngehên Kurdistanê darek berhemdar e de dibêje;300 xwendekar ji sê beşên din li Kurdistana fêderal dixûnin, mirov guman dike, ku ewanan xwendinên xwe kuta bikin û vegerin herêmên xwe û ewanan zimanê kurdî yê fermî li wir bidin xwendin,ta ku ev ziman(Soranî) li wir jî bibe zimanê xwendin û nivîsandinê.. Va ye em dîsan dibînin, ku M.Ciwamêr dixwze xwendekarên beşên din ji Kurdistanê zaravê Soranî li herêmên xwe bidin xwendine, ewî qet ji wan xwendkaran nepirsiye, ma gelo ewanan ji bo fêrbûn û fêrkirina zimanê kurdî (Soranî ) çûbûn Kurdistana fêderal ?lê ewanan ji ber sedemên din yan ji bo pîşeyên din çûbûn Kurdistana azad?Ma gelo birêz M.Ciwamêr dizane, ku gelê Kurd li wan sê beşên din dixwazin zaravên xwe bi ya Soranî biguhêzin ?Lê nirîna gelê Kurd li sê beşên din li nik M.Ciwamêr qet ne giring e, û li nik wî Dîkteturiyet di vir de xêr e, û her xêrek bi deh xêran ne!!!
M.Ciwamêr di gotara xwe ya di bin vê navnîşanê de jî divê kurdkirina Kurdên Turkiyê dest pêbike, bi bûneya lidarxistina komgirê:Duhok pira rewşenbîriya kurdî ye: nivisiye; Ez bawer dikim ji ber çêkirina tîpên latînî Kurdên Turkiyê ji birayên xwe li Başur û Rojhilata Kurdistanê hîn pirtir bi durketin, eger tîpên latînî pişta kesayetiya Turk carekê şikandiye, lê ewê pişta kesayetiya Kurd pir caran şikandiye, ji ber ku ewa bûye sedema, ku Kurdên Turkiyê ji Alfebaya xwe ya resen bi durkevin, … û ew hîn dibêje; rûxandina zaravê Kurmancî, jarbûn û rawestandina pêşketina wî li nik Kurdên Turkiyê mîna zimanê erebî li nik gelê Ereb li Cezayêrê ye, lê li aliyê din zaravê Başur ji hemû aliyan ve gelek pêşketî ye…. Alfebaya latînî Kemalîstî, Ataturkî ye û ev Alfebaya hîn ji Turkan jî dur e. Eger em bala xwe bidin navnîşana gotarê divê kurdkirina Kurdên Turkiyê dest pêbike emê pir bi zelalî bibînin, M.Ciwamêr di vê baweriyê de ye, ku Kurdên Kurdistana Turkiyê hîn
Kurdayetiyê ji ber du sedemên bingehîn nas nakin 1- Pirên wan nizanin bi kurdî bipeyvin .2-Kurdên ku zimên jî zanin, ewanan bi zaravê Kurmancî dipeyvin û bi tîpên latînî –turkî dixûnin. Em nikanin bawer bikin, ku piraniyên Kurdên Turkiyê nizanin bi kurdî bipeyvin, û eger ev texmîna rast be jî, ev netê vê wateyê, ku Kurdên Turkiyê kurdayetiyê nas nakin û divê ewanan werin kurdkirin, rast e di avahiya ramana netewî de parastina zimên û pêşketina wî mercek ji mercên sereke ye.Lê pêwîst e bê gotin jî, wek me li jor jî aniye zimên, ku piraniya Kurdên Kurdistana Turkiyê bi hemû hest û ramanên xwe kurdperwe in. Ewanan pir hewaldanên şoreşgerî, berxwedanên niştimanî, bizavên rewşenbîrî, wêjeyî, hunermendî bi pir aliyan ve kirine û ewanan hîn niha jî li Kurdistanê û li dervayî welêt dikin,lê tenê- gunehê wan ev e- ewanan ne li gor ferman û daxwaza M.Ciwamêr bi zaravê Kurmancî yê zikmakî, zaravê mîrê helbesta kurdî Ehmedê xanî, zaravê mîrê Botan Celadet Bedirxan û li gor rêziman û Alfebaya ku wî danî ye, dipeyvin û dinivisînin.Em dîsan ji berêz M. Ciwamêr tênagînin, ku ji bo çi tîpên erebî ji bo gelê Kurd tîpên resen in?Li gor ku em zanin piraniya zimanzanên Kurmanc mîna Celadet Bedirxan, prof.Kamîran Bedirxan, prof.Qenatê Kurdo, Reşitê Kurd, Dr.Zerdeşt Haco, Amed Tîgris, Dr.Fedil Omer, Keça Kurd, Deham Ebdilfetah,Î.Naso û bi dehan kesên din li Kurdistanê û li dervayî welêt bi awayên zanistî mêlag kirine, ku tîpên latînî ji bo zimanê kurdî baştirîn tîp in.Mîna me berê li banî diyar kiri bû, ku zimanzan û rewşenbîrê gewre Tewfîq Wehbî jî razemendiya xwe ji pêşniyrên Celadet Bedirxan re dabû xûyakirin, lê mixabin ji bo çi ew paşê poşmam bûye û bersiva Celadet Bedirxan di derbarê guhartinên tîpan û rêzimanê kurdî de nedaye ? Em nizanin.Ango eger ewî di wê demê de alîkariya Celadet Bedirxan bikra, dê niha pirsgirêkên zimanê kurdî pir kêm bûbûna.
Dêmek niha rastiyek ne xweş di zimanê gelê Kurd de heye, em bawernakin, ku netewperestên Kurd weke M.Ciwamêr ji vê rewşa awerte dilşad in, bê guman e danana pirojeya çareserkirina vê pirsgirêka zor û zor mezin erka her rewşenbîrekî kurdperwer e, lewra jî em di vê nirînê da ne, ku birêz M.Ciwamêr bi mebesteke baş pêşniyarên xwe li Kurmancaxêvan dike, û bi mebesteke baş dixwaze em hemû Kurmancaxêv pêbendiyê fermana wî bikin.Lê em dixwzin ji wî û ji hemû kesên weke wî diramin re bêjin; ev fermana we li nik me cihê xemgîniye ye, derçûna fermaneke weha ne rewa,dê carek din Kurdan ji hev durxîne, dê pir aloziyan di nav gelê Kurd de çêke, dê bandura wê rasterast li ser jiyana siyasî li ser her çar beşên Kurdistanê bike .Ev netê vê wateyê, ku em dixwazin ta roja qiyametê bi du sê zaravan bixûnin û binivisînin, ne xêr!lê em naxwzin wek M.Ciwamêr nexweşiya sedsalan bi fermanekê derman bikin, pir pêdivê, ku em bi awayên zanistî , û bi bêhna fereh tiliyên xwe deynin ser vê pirsgirêka gelek dijwar û pir hestewer. Em li vir dixwazin hin xalan, li gor nirînên xwe weke rêduzbûnekê li ser riya dirêj û dijwar pêşniyar bikin.!- Divê em di warê zanistî û derûnî de biçespînin, ku hemû zaravên kurdî, yên ku niha bi wan tên nivîsîn, bingehên zimanê kurdî ne .2-Divê her zaravek li yê dîtir bi pozbilindî temaşe neke û ewanan hemû bi çavên nirxbuha li hev temaşe bikin .2- Divê siyasetmedar, nivîskar rewşenbîr berxwe bidin, zaravên zimanê kurdî yên bingehîn nas bikin û hêdî hêdî wan bixûnin.3- Hemû zarav sudê ji hev wergrin, peyvên soranî têkevin nav zaravên din,wişeyên zaravên din têkevin nav zaravê soranî, ji ber ku pêkanîna van mercan dihêle, ku zimanek dewlemend ji zaravên xwe peyda dibe. 4- Avakirina dezgeyên zimanewanî li seranserî Kurdistanê û li dervayî welêt.5- Divê koreyên zimanewanî bi awayên werzeyî û komgirên zimanewanî bi kêmasî salê carekê li Kurdistanê û li dervayê welêt werin bestandin.Bê guman ev gavavêtinan ne hesan in û ewanan zû zû pêknayên, lê ev gavavêtinan zor giring in, û ewanan kanin pir dijwariyan li ser riya zimanê yekbûyî ji holê rakin.
Eger em dîsan li pisporên gelê Kurd vegerin, emê bibînin, ku pisporekî navdar mîna prof.Qenatê Kurdo hîn beriya 25,30 salî ronakbîr, wêjevan û rojnamevanên Kurdistanê şîret bi devkî û nivîskî dikirin, lê sed carî bidaxawa gelek wêjevan, siyasetmedar, rojnamevan û pisporên zimanê kurdî guhên xwe ji van şiretên zanistî û zimanparêzî re girtî bûn.Pisporên gelê Kurdistanê nikanî bûn ji ber hin sedemên giring sudan ji pir pêşniyar û pir şîretên mezinan bigirtana.Di dema niha de mercên siyasî pir ji berê baştir e,çanda kurdî baş bi rêve diçe, beşek ji Kurdistanê azad bûye, heyama siyasî li Kurdistana azad bi serkirdayetiya partiyên sereke û bi seroketiya kek Mesud Berzanî rind pêşda diçe, Kurdistana Başûr bûye navbendek zor giring ji bo hemû beşên din jî, lidarxistina komgira rewşenbîrên Kurdistanê di vê mehê de li Duhokê mînakeke geş e.Dêmek niha rewşenbîr, nivîskar, pisporên zimên dikanin xwe pir rind bilivînin û gelek çalakiyên kêrhatî di derbarê zimanê kurdî de jî çêkin, pêşniyarên zanistî bistînin.Em li dawiyê dixwazin ji birêz M Ciwamêr re bêjin, belkî di zimanewaniyê de jî xebata bi hev re baştir e, û weke ew jî dizane Destê xwedayê mîhreban bi karên hevbeş ra ye .
Elmaniya,#15-11-2006#
[1]
Ev babet 19 car hatiye dîtin
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://www.welateme.net/ - 23-06-2024
Gotarên Girêdayî: 8
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Kurdîy Serû
Dîroka weşanê: 00-00-2006 (18 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Edebî
Kategorîya Naverokê: Ziman zanî
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 23-06-2024 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 23-06-2024 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 23-06-2024 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 19 car hatiye dîtin
Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Cihên arkeolojîk
Dalamper
Cihên arkeolojîk
Temteman
Wêne û şirove
Serokên çend eşîrên kurdan, 1898
Jiyaname
TAHARÊ BRO
Pirtûkxane
Derûniya ciaknasiyê
Cihên arkeolojîk
Mezarê Padîşehê Kurd ê Mîdî (Kî Xosraw- Kawa) 632-585 BZ
Pirtûkxane
Çand û Civak
Jiyaname
AYNUR ARAS
Wêne û şirove
KURDÊN GURCISTANÊ di salê de 1971
Jiyaname
Dîlan Yeşilgöz-Zegerius
Jiyaname
Elî Paksirişt (Azad Makûyî)
Kurtelêkolîn
Rojnameya Şerq û Kurdistan
Jiyaname
Mihemedsalih Qadirî
Pirtûkxane
Zanista Civakê
Kurtelêkolîn
Kurdên Batûmê
Cihên arkeolojîk
Kereftû
Pirtûkxane
Civaknasiy perwerdeyê
Jiyaname
Firîca Hecî Cewarî
Jiyaname
EZÎZÊ ÎSKO
Kurtelêkolîn
Hevgirtina dagirkeran û belavbûna kurdan
Kurtelêkolîn
Jules Verne Nasiya Xwe Dide Kurdan
Kurtelêkolîn
Kurd û Eskîlstuna, xîçek dîrok
Cihên arkeolojîk
Qoşliyê
Wêne û şirove
Kêliya ku rêberê şehîd “Simko Axa Şikak” berî 96 salan giheşte bajarê Silêmaniyê
Pirtûkxane
Dîroka mesopotamya
Wêne û şirove
Endamên Yekitiya Jinên Kurd a El-tealî 1919
Wêne û şirove
Kurdekî Batûmê bi cilûbergên neteweyî (sedsala 19an)
Jiyaname
Ferhad Merdê
Jiyaname
Şermîn Cemîloxlu
Jiyaname
KUBRA XUDO

Rast
Jiyaname
Elî Şemdîn
09-07-2024
Aras Hiso
Elî Şemdîn
Wêne û şirove
Bajarê Mêrdînê di sala 1911an de
13-07-2024
Aras Hiso
Bajarê Mêrdînê di sala 1911an de
Wêne û şirove
Di sala 1955an de dîlaneke Kurdên Azerbaycanê
13-07-2024
Aras Hiso
Di sala 1955an de dîlaneke Kurdên Azerbaycanê
Wêne û şirove
Kurdekî Batûmê bi cilûbergên neteweyî (sedsala 19an)
13-07-2024
Sara Kamela
Kurdekî Batûmê bi cilûbergên neteweyî (sedsala 19an)
Weşanên
Şerq û Kurdistan
17-07-2024
Burhan Sönmez
Şerq û Kurdistan
Babetên nû
Jiyaname
Mela Kaka Hemê
13-07-2024
Aras Hiso
Jiyaname
Mihemed Cezaêr
09-07-2024
Aras Hiso
Jiyaname
Mistefa Elî Şan Nebo
09-07-2024
Aras Hiso
Jiyaname
Nîroz Malik
09-07-2024
Aras Hiso
Jiyaname
Ebdo Mihemed
09-07-2024
Aras Hiso
Jiyaname
Elî Şemdîn
09-07-2024
Aras Hiso
Jiyaname
Ehmed Xeyrî
09-07-2024
Aras Hiso
Jiyaname
Mihemedsalih Qadirî
08-07-2024
Burhan Sönmez
Wêne û şirove
Dibistana Sor li Cizîra Botan
29-06-2024
Aras Hiso
Wêne û şirove
Kêliya ku rêberê şehîd “Simko Axa Şikak” berî 96 salan giheşte bajarê Silêmaniyê
27-06-2024
Aras Hiso
Jimare
Babet 523,995
Wêne 106,071
Pirtûk PDF 19,746
Faylên peywendîdar 99,049
Video 1,438
Ziman
کوردیی ناوەڕاست 
300,552

Kurmancî - Kurdîy Serû 
88,728

هەورامی 
65,707

عربي 
28,768

کرمانجی - کوردیی سەروو 
16,136

فارسی 
8,307

English 
7,142

Türkçe 
3,565

Deutsch 
1,455

Pусский 
1,119

Française 
321

Nederlands 
130

Zazakî 
84

Svenska 
56

Հայերեն 
44

Español 
39

Italiano 
39

لەکی 
37

Azərbaycanca 
19

日本人 
18

עברית 
14

Norsk 
14

Ελληνική 
13

中国的 
11

Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Cihên arkeolojîk
Dalamper
Cihên arkeolojîk
Temteman
Wêne û şirove
Serokên çend eşîrên kurdan, 1898
Jiyaname
TAHARÊ BRO
Pirtûkxane
Derûniya ciaknasiyê
Cihên arkeolojîk
Mezarê Padîşehê Kurd ê Mîdî (Kî Xosraw- Kawa) 632-585 BZ
Pirtûkxane
Çand û Civak
Jiyaname
AYNUR ARAS
Wêne û şirove
KURDÊN GURCISTANÊ di salê de 1971
Jiyaname
Dîlan Yeşilgöz-Zegerius
Jiyaname
Elî Paksirişt (Azad Makûyî)
Kurtelêkolîn
Rojnameya Şerq û Kurdistan
Jiyaname
Mihemedsalih Qadirî
Pirtûkxane
Zanista Civakê
Kurtelêkolîn
Kurdên Batûmê
Cihên arkeolojîk
Kereftû
Pirtûkxane
Civaknasiy perwerdeyê
Jiyaname
Firîca Hecî Cewarî
Jiyaname
EZÎZÊ ÎSKO
Kurtelêkolîn
Hevgirtina dagirkeran û belavbûna kurdan
Kurtelêkolîn
Jules Verne Nasiya Xwe Dide Kurdan
Kurtelêkolîn
Kurd û Eskîlstuna, xîçek dîrok
Cihên arkeolojîk
Qoşliyê
Wêne û şirove
Kêliya ku rêberê şehîd “Simko Axa Şikak” berî 96 salan giheşte bajarê Silêmaniyê
Pirtûkxane
Dîroka mesopotamya
Wêne û şirove
Endamên Yekitiya Jinên Kurd a El-tealî 1919
Wêne û şirove
Kurdekî Batûmê bi cilûbergên neteweyî (sedsala 19an)
Jiyaname
Ferhad Merdê
Jiyaname
Şermîn Cemîloxlu
Jiyaname
KUBRA XUDO
Dosya
Şehîdan - Zayend - Nêr Enfalkirî - Zayend - Nêr Şehîdan - Netewe - Kurd Enfalkirî - Netewe - Kurd Pend û gotin - Welat- Herêm - Bakûrê Kurdistan Peyv & Hevok - Welat- Herêm - Bakûrê Kurdistan Cih - Welat- Herêm - Rojawa Kurdistan Pend û gotin - Welat- Herêm - Rojawa Kurdistan Peyv & Hevok - Welat- Herêm - Rojawa Kurdistan Şehîdan - Cureyên Kes - Leşkerî

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.67
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 1.078 çirke!