Nav: Togar
Nasnav: TAHARÊ BRO
Navê Bav: Tecîrovîç
Dîroka jidayîkbûnê: #21-01-1923#
Dîroka koçkirinê: #01-04-2010#
Cihê jidayîkbûnê: Gundê Kaniya Kor/Şênkanî - Ermenistan
Cihê koçkirinê: Tîflîs
$Jîname:$
Taharê Biro nivîskar û wêjevanekî Kurd e. Malbata Tahirê Biro di sedsala 19an de ji ber zilm û komkuştina Roma Reş ji herêma Qersê revîne û çûne Ermenistanê li Gundê Kaniya Kor/Şênkanî binecih bûne û li wir jiyana xwe domandine. Tahirê Biro jî di roja 21-01-1923 yê de li Gundê Kaniya Kor/Şênkanî ji dayik bûye. Piştî sê mehan ji dayikbûna Tahirê Biro Malbata wan dîsa mala xwe bardikin diçin bajarê Tîflîsa Gurcistanê û li wir cîwar dibin. Tahir li wir di nav zarokên bajarî de mezin dibe, û li wir destpê xwendinê dike. Di sala 1948an de jî koleja mamostetiyê diqedîne û di heman salê de dizewice, paşê li balafirgeha Gurcîstanê dest diavêje hînbûna teknîkî û derbasî Ûkraynayê dibe.
$Xebatên Wî$
Tahirê Biro di temenê xwe yê 18an de dest davêje Wêjeya Kurdî û pirtûka xwe ya pêşîn di sala 1954an de bi helbestên zimanê Kurdî diweşîne her wiha bi zimanên wek Rûsî, Gurcî, Ûkraynî, Ermenî û Azarbeycanî jî helbestan dinivîse her wiha dîsa di rojnameya Riya Teze de nûçevaniyê jî dike. Ev kesayetê têr û tije di sala 1967an de bi zimanê Kurdî şanoyeke bi navê Memê û Eyşê dinivîse û diçapîne.
$Berhemên Wî$
Berhevoka Stranên Kurdî 1953,
Şîz û Pêcema kurdan 1956,
Kilamê Ciwanan 1957,
Rojnama Riya Teze 1958,
Mêvjema û Çîrok 1959,
Poetê Kurdên Sovyetê 1962,
Bahara Me 1964,
Distrirê Sazê Min 1966,
Memê û Eyşê Şano 1967,
Bin Tava Gurcistanê de 1972,
Pîonezê Alagîzê 1975,
Kevya Kaniya Zelal 1977,
Sîmê Tembûra Kurdî 1986
[1]