Navê pirtûkê: Zerdeştê kal
Navê nivîskar: #Abdusamet Yîgît#
Cihê çapkirina pirtûkê: Berlîn
Navê çapxaneyê: Soran
Sala çapê: 2013
ZERDEŞTÊ KAL
Li azmana ku hata ku roj hebû, wê Ahûra Mazda jî li dunyê wê hebe. Li dunyê heta ku jîyan hebû, wê Aqilîya wî jî bijî. Ew mazinê wê gerdûnê ya. Bi aqilê wî hemû tişt di rê de dimeşê. Li dunyê, jîyane heya.
Di jiyanê de mirov heya ku jîyanê dijî. Lê ne tenê mirov hena. Gelek ajal û sawal, benat û şênî, Senat û hênî hena. Hemû jî, di jîyanê de dijîn. Lê Ahûra Mazda, xwest û kifş kir ku li wê dunyê serwerîyek bi afirê û di rêya ku wî daye kifşkirin de bimeşê. Mirov, bi aqilê wî bûn. Wî aqil di serê mirov de bicih kir. Aqil, hiş a. Hiş beşa ji me û laşê me ya. beşa duyamin ya laşê me jî goşt û hastûyên laşê me na. Beşa sêyemin jî, gîyane me ya. Gîyan, sermed a. Nemir a. Ew, piştî ku mirov mirov, wê jê derkeve û xwe bijî. Laş, goşt û hastûyên wê, diçîna axê. Xwûn û av jî diçina avê. Bi wê yekê, her tişt li rastîya xwe divegerihê. Dema ku goşt û hastû bû ax, wê li axê û ankû li rastîya xwe vegerihê. Dema ku xwûn, herîkî wê çê û gihijê avê û li rastîya xwe vegerihê. Gîyan jî, li rastîya xwe digerihê. Berê wê li afrînerê wê ya. Gîyane herî mazin Ahûra Mazda ya.
Ew li ser hemû gîyanen re ya. Hemû bi wî ve girêdayî na. Weke ku çawa ku dema ku li jîyane mirov bûn û piştre ji mirovan kom afirîn û piştre jî ji koman xalk afirîn û piştre jî ji xalkan gel afirîn. ..
[1]