Pirsa #jina kurd# li Qamişloyê
Suad Cegerxîn
bi salaye ku jin li seranserê cîhanê ji bo pirsa xwe û ji bo wekhevîya jin û mêra kar û xebatê bi tundî dikin, civîn ,semîner,konfîransa amade dikin .gelek ji wan pirsa çareserbûne , lê ta roja me ya îro hîn wekhevîyeke giştî pêknehatiye.
ji lora divê jin li her cî û warî kar û xebata xwe berdewam bikin û li ser pirsa xwe bi hêztir kar bikin û destê xwe bidin hev ji ber ku pirsa wan teva yeke û bêtirî nexwşîyên wan yekin. Ji bîra me neçe ku pirsa jina pirseke navnetewîye ,ji ber ku jin li cîhanê tevî jibo ku cinsîyetaxwe bide xuyakirin xeşim dighêyê.her û ha pirsa jina pirseke civakîye. Di vî warî de jina kurd wek hemû jinên rojhilata navî bindest maye, jina kurd sê cara bindeste cinsî, netewî , û wek qat , herdem li jinê kêm nerîne ,civaka me hîn li paş maye ,mafê jina û wekhevîya wan bi mêran re hîn nehatîye qebûlkirin ,gelek asteng di rîya pêşveçûna jina kurd de hene,civak karê jina û daxwazên wan bi sînorkiriy e ,ji lora tevgera jinê ya siyasî û civakî pir kême her û ha beşdarîya wê ji di çalakîyande ne xuyaye .rewşa jina kurd bi giştî eve.lê ez dixwazim bi taybetî li ser rewşa jina kurd li surya ( qamişloyê) biaxifim.
Bêgoman civaka kurd li qamişloyê jî wek hemû rexên dinin ,lê ji ber ku ez îro roj lê dijim ez dixwazim hinekî li ser tevgera jina kurd biaxivim .
Cihê dilxweşî û şehnazîyê ye ku îro roj em bi dehan navê jinên kurd li kolanên qamişloyê bilind bi dîwarave daleqandî dibînin ,tev textor û advokatin her û ha bi sedan jinên kurd,tev nivîskar û helbestevanin .Cihê pesindanêye kû em îro dibînin çawa jin bi serê xwe jbi xwendinê derdikevin dervey welat , civîn, konfîrans , semîneran beşdar dibin .Ev gavên pir giring û hêja ne di dîroka bajarê mey biçûk de.mirov bi zelalî dibîne çawa jina kurd di gelek mejarande serbixwe buye her û ha di alîyê mode û kinc liberxwekirinê de jî pir pêşketî ye ,lê ez pir bi xemgînim û di nav pirsande westîyayî mame ..gelo çima di warê siyasî û rêxistinî de xwe pêş nexistîye? Çima ta roja me ya îro du jin di nav komîteyên bilind yên rêxistinade nexuyane . çima komele û rêxistinên jina yên serbixwe tune ne.Gazinên me gelo wê ji kê bin .bersiv xuyaye.ez di wê bawerîyê de me eger jin jibo pêşveçûna kesayetîya xwe pir gavên pêşketî avêtine ewê ne zehmet be jêre ku vê gavê jî bavêje ? bersiv dîsa xuyaye û di gomana min de hin sedemên cuda kû pêve û bi xwestinên wê ve girêdayine hene. Wek mînak
Dû sal berê … hin jinên kurd yên pêşketî bi minre dan û sitandin kirin goya dixwazin komelak jina em bihevre ava bikin û ji ber ku ez li swêdê mame û min bi sala kar û xebata rêxistinî kirîye û ji bo pirsa jina kurd li gel hevalên xwe yên jin me yekîtîk jina li wir ava kirîye û bi dil û can me karê xwe berdewam kirîye ,roj bi roj karê me pêşve çû ye û ta nuha yekîtîya me bi ser bilindî kar û xebata xwe dike ji lora dixwazin em li gel hev rêxistineke bi vî awî li qamişloyê jî ava bikin û hin ji tecrubên min jî suda bikin .Bi rastî di destpêkêde ez hin bi tirs bûm, ez baş rewşa jina li vir nasnakim ,hinek dem ji min re divê da ez karibim rewşa jina zelal bikim, lê piştî gelek dan û sitandinê, min di sala par de daxwaza wan û ya xwe bi cî anî .
Me ji bo vê yekê pir dan û sitandin bi bêtirê jina re danî.,min nivîsarek bi kurdî li ser giringîya hebûna rêxistinek jina weşand ,me li gel hev pêşewazîya rêxistinên siyasî kir ,teva pişgirya xwe ji mere dane xuyakirin û ev gava han pîroz kirin . ji nûve omîd û hêvîyên me geş bûn,daxwazên me bilindtir bûn . min bi dil û can dema xwe tev da vî karê kû ez berî nuha pê mijul bibum Min bikêfxweşî xwest ez tecrubên xwe yên li swêdê iro roj ji gelê xwe re ,ji nifşê xwere , jibo wekhevîyeke giştî di nav herdû celeban de bi kar bînim û gavên nû ,serbixwe em jin li gel hev bavêjin .ev yek ji armancên min bûn., mebest ew bû ku emê di dîroka bajarê xwe de li gel hev karekî hêja ji civata xwe re pêşkêş bikin …..lê ..bidaxewe ..li me ne bû sibeh û xwena me çû windabû..piştî ku me çend civîn pêk anîn û min ji tecrubên xwe karîbû asayekê , programa salekê, û bangek ji hemû jinare amade bikin ..jinên me li dij daxwazên hev derketin …çend ji wan bi tundî li dij hev axifîn û hêdî hêdî xwe jê vekişandin ,her tişt rawestîya , li cihê xwe ma karê me jî wek daxwazên me bweravêtî ma ????.
Omîd û hêvîyên me jî ber bi bayêde çûn ,xuyaye destên veşartî ji daxwazên me pir bihêztirbûn her û ha xuyaye ku em hînî karê( kolektîv)yê bihevre nebune . ji bîra me jî neçe jî ku ezezîtî di her derê deheye ,her yek dixwest bi alîyê xw ve bibe.pir nakokîyên vala ne di cihê xwe de derdiketin hole .ez pir berketim ku karê me tev jihev belabû..ji ber sedema ku pir dest dirêjî karê me bûn . li vir karê me rawestîya,lê piştî demekê min bihîst kû hin ji wan hevala her yekê bi xwe komelak ava kirîye ..sipas ji wan kesên ku li şûna me bighînin hev em ji hev belakirin . .. gelo bersiv ji vêre divê?.bela jin x we baş nasbikin ..,xwe bêtir pêşxînin,serbixwe bibin ji nûve komelên fireh û giştî ava bikin , ez gîhame rastîyekê kû jina kurd li qamişloyê hîn nikare serbixwe karbike û karê xwe bi nav û bi rêxistin bike ,hîn pelka pesidanê ji mêran werdigre ,bi vê watê …hîn ji mere pir gavên pêşketinê divên ku em li ser lingê xwe rawestin .
Ez hêvîdarim kû ev rastîya han jinê me neêşîne lê ji wanre bibe tecrube jibo pêşerojê , tevî wilo jî ez bi hêvê me ku ew roj nêzîke ku jinê me tev li gel hev wê li pirsa xwere xwedî derkevin û wê rojek bê ku serbixwe karbikin .Ev tevgera pêşî ji mere ne hindik bû , ji mere berxwedan bû em pê agahdar bûn kû jinên kurd li qamişloyê dixwazin li gel hev jibo pirsa jina kurd kar û xebata rêxistinî bikin ….lê ? li dawî emê bi serkevin .li min negrin divabû ez dîtina xwe bêjim
[1]