Navê pirtûkê: Geşepedanen Rojhelatanavîn, Sûrye û Kurdistana Rojava
Navê nivîskar: #Seîd Veroj#
Cihê çapkirina pirtûkê: Stembol
Navê çapxaneyê: Doz
Sala çapê: 2011
Ji berê de heta îro, Rojhelatanavîn ji aliyê jeopolîtik û jeostratejîk ve bûye navendek balkêş. Îro di têkilîyên navnetewî de balkêşî û girîngiya Rojhelatanavîn tenê ji ber hebûna petrol û gaza wê nîne. Ji destpêka dîrokê vir de rewşa wê ya cografîk a ku sê qiteyan digehîne hev, bûye guzergaha rêya reşayî, avî û hewayî. Digel vê, ciyê derketina sê dînên mezin û kitêbên heq jî ev der e. Îro dema ku em meseleyek pir girîng a wekî parvekirina rezervê avê jî li ser wan de zêde bikin, wê gavê piralîbûna hesav û pîlanên li ser vê herêmê bi asanî têne têgehîştin. Ji ber vê, wê girîngiya Rojhelatanavîn tû wextekî kêm nebe. [1]