Zimanzanên zimannezan
#Zinarê Xamo#
Mîral Zîlanî kitêbek bi navê ”Pirs ên ziman 1” nivîsîye. Camêr nusxeyek jî ji bo Dîlawerê Zengî îmze kiriye.
Ji navê kitêbê em fêr dibin Mîral Zîlanî yekî zimanzan e. Yanî ya lînguîst e, ya fîlolog e. Çimkî li ser zimên kitêbek nivîsîye. Lema jî miheqeq merivekî zimanzan e.
Ev kitêba wî cilda yekê ye, cilda din jî qey ewê çap bibe.
Mîral Zîlanî nusxeyek kitêba îmze kiriye û diyarî Dîlawerê Zengî kiriye, gotiye:
”Ji bo bira yê hêja Dilawer ê Zengî diyarî ye.”
Ev cumleya ji bo Dîlawerê Zengî nivîsîye û navê kitêbê, ”Pirs ên ziman” bala min kişand.
Çimkî herdu jî şaş in.
”Ên”a pirjimariyê gerek ji pirsê neyê qetandin, pêva were nivîsîn.
Yanî dibê ”ên”a pirjimariyê ne cihê, bi navdêrê, bi pirsê va be, wek ”pirsên zimên, ziman” were nivîsîn.
Her wisa ”yê” ya bira jî ne cihê, dibê bi hev va be. Yanî ”ji birayê Dîlawer ra.”
Û ne ”Dîlawer ê Zengî”, Dîlawerê Zengî be.
Ji hevalê hêja ra, ji kekê ezîz ra…
Ji Şêroyê Zengî ra
Ji Zinarê Xamo ra
”Ên”, paşgireka peyvên pirjimarê ye. Wek mêrên jêhatî, jinên qehreman, dayikên fedekar.
Gundên Kurdistanê.
Bajarên Kurdistanê.
Havînên me germ in.
Zivistanên me sar in.
Zarokên me diçin dibistanê.
Darên me îsal fêkî negirtin.
Di van numûyan gişan da paşgirka pirjimariyê pêva ye, cihê nabe.
Lema ”Pirs ên zimên” şaş e, dibê ”Pirsên zimên, pirsên ziman” bûya.
Lê di vir da bikaranîna ”pirs”ê şaş e, nabe. Pirs ne gelş e, ne problem e. Ji dêlî pirsê, dibê gelşên, problemên, arîşeyên, zimên bûya.
Pirs, sewal e, meriv tiştekî ji yekî dibpirse û ew jî bersê dide. Nivîskarê kitêbê ”pirs” di maneya gelşê, problemê da bikar anîye, ev ne rast e, şaş e.
Hin kes ”pirsê” di dewsa dozê da, gelşê da, problemê da bi kar tînin ne rast e, şaş e, tercumeya ji tirkî ye.
Lê bi tirkî jî meriv nabêje ”kurd sorusu”, dibêje ”kurd sorunu”.
Bi tirkî ”soru” û ”sorun” du navdêrên cihê ne. ”Soru”, yanî pirs.
”Sorun” jî gelş e, gelemşe ye, kêşe ye, arîşe ye.
Yanî bi tirkî meriv nabêje ”kurd sorusu”, dibêje ”kurd sorunu”.
Yanî gelşa, arîşeya, problema kurd.
Lê zimanzanê me him navekî şaş li kitêva xwe kiriye, him jî îmla wê şaş nivîsî ye, ”ên”a pirjimariyê dibê pêva were nivîsîn, ne cihê.
Mêrik li ser zimên kitêbek nivîsî ye, lê îmla, rastnivîsa kurmancî nizane.
De îcar heger navê kitêbê û tewanga birê şaş be, di cumleyekê da du şaşiyên rastnivîsê, îmlayê hebin, naverok ewê çawa be Xwedê zane!
Însan ne bi rastî ne zimanzan be, ne pispor û hakimê zimên be çawa diwêre xwe tevî karekî wiha bike aqilê min nagire.
Lê gava haya însên ji nezaniya wî tunebe kane her tiştî bike.
[1]