Careke din li ser ferqa me û ereban
#Zinarê Xamo#
Di nivîsa xwe ya pêr da(Şekala Muntezer el-Zeydî û şuûrê kurdayetiyê)ez li ser bûyera ”solavêtina” rojnamevanekî ereb ya ji Bush da rawestiyabûm û min neteweperestiya/nasyonalîzma ereb û kurdan miqayese kiribû.
Di nivîsa xwe da min gotibû ku ereban bûyer gelkî mezin kirin û Muntezer el -Zeydî jî weke qehremanekî ereban yê nuh bi asîman xistin.
Bi belavbûnaê bûyerê ra li gelek welatên ereb, milet daketin kolanan û bûyer bi şahiyeke mezin pîroz kirin.
Do, min di hin rojnameyan da xwend, Muntezer el-Zeydî bûye îdol û qehremanê herî mezin yên keçên ereb.
Li gor lêpirsîna/ankêta ku di zanîngeha Bexdayê da çêbûye, piraniya keçên xwendevan gotine ku ew dixwazin bi el-Zeydî ra bizewicin.
Li Lîbyayê afîşên el-Zeydî hatine çêkirin û milet wan ji dest hev direvînin.
Di meclîsa Urdunê da parlamenter ji bo vê qehremaniya Muntezer el-Zeydî rabûne deqîqeyeke rawestîna hurmetê.
Muammer Kaddafi gotiye, ji bo vê mêraniya Zeydî ewê nîşan cesaretê bide wî.
Birayê Zeydî Uday Zeydî goiye, ”Muntezer dilê îraqiyan bi xurûr tije kir. Piraniya îraqiyan dixwazin di deswsa Muntezer da bûna”.Li bajarê Şerîa Rojava Cenînê, dikandarekî 55 salî yê bi navê Gazî Ebûbekir jî bi vê êrîşa Zeydî gelkî kêfxweş bûye û gotiye, ”Dibê ev rojnamevan bibe serokê Îraqê”.
Û pesin û halanên erebab vî rengî dom dike.
Tiştê ez ji vê kêfxweşî û dilşadiya ereban derdixim, erebên siyasî ne siyasî, yên mitefikên emerîka û yên li dijî emerîka, erebên hevalbendên Saddam û yên li dijî Saddam yanî mirovên ereb yên ji her fikir û baweriyê bi vê mêraniya yekî ereb kêfxweş û serbilind bûne.
Li ba piraniya ferdên miletekî hebûna van hestên neteweparêz ez tiştekî pir baş û pozîtîf dibînim û weke kurdekî dilbijokiya wê dikim.
Min ji dil û can dixwest ku piraniya me kurdan jî weke ereban bi mêranî û egîdiya kurdekî wisa kêfxweş bibûna û xwe pê serbilind his bikirana.
Min ji dil û can dixwest ku keçên kurd jî weke yên ereban wisa bîrewer û welatperwerbûna û ji ber cesaret û mêraniyeke kurdekî bixwestana pê ra bizewicin.
Xwezî kurdan jî weke miletê tirk û ereb xêra hev bixwestana, bi serketin û mêraniya kurdekî dilşa bibûna, bi tirsonekî û xayiniya wî jî jê nefret bikirana.
Min dixwest ku hemû kurdên xêra hev naxwazin, kurdên ku ji ber baweriyên dînî û siyasî dijminatiya hev dikin, ji vê şêl û miletperweriya ereban ji xwe ra îbret û ders bigirtana, dev ji berberî û xêrnexwaziya hev berdana û bi çavên bi çavên dost û biran li hev binêriyana.
[1]