Tirk naxwazin bi me ra bijîn
#Zinarê Xamo#
Li Stenbolê li taxa Beyogluyê gurûbek faşîst, çeqel, pêxwasên kuçan û qereçî bi ço, kêr, bivir, sator, şûr, tiving û şeşderban êrîş birin ser gurûbek kurdên ku girtina DTP-ê protesto dikirin.
Di êrîşê da kurdek bi guleyê û çar kurd jî bi kêr û daran birîndar bûne.
Ev ne cara pêşî ye ku MHP û hin hêzên nîjadperest û faşîst di serî da qereçiyan û hin sûtal, pêxwazs û çeqelên kuçan tînin ba hev û bi şiklekî organîze dajon ser kurdan û rê li ber çalakiyên wan digrin.
Tiştê ku dewlet li dij e û naxwaze kurd bikin, lê di warê qanûnî da nikanin rê li ber bigrin, bi riya van kîtleyên sûtal, pêxwes û lûmpen kurdan nerehet û terorîze dikin.
Û dûra jî dibêjin, ”gel reaksîyon nîşan da”.
Lê ne rast e, piraniya êrîşên wiha orgîze ne û di bin kontrol û insîyatîfa pûlisan da dibe.
Bêyî destûr û xweşbîniya hêzên ewlekariyê ne mimkûn e ku li orta Beyogluyê bi dehan însan bi kêr, şûr, sator, tiving û şeşderban êrîşê bibin ser xelkê.
Û meriv di risman da jî dibîne, yekî jî hewcedariya veşartina ruyê xwe jî nekiriye, hemû jî tên naskirin.
Dema pûlis bixwaze dikane hemû êrîşkarên çekdar, êrîşkarên ku gule bera kurdan didin bigrin.
Weke çend carên din, tê gotin ku îcar jî piraniya êrîşkaran dîsa qereçî bûne.
Kes nema îcar qereçî?
Qereçî bi serê xwe êrîşê nabin ser kurdan, çimkî tu tiştekî wan û kurdan naçe ber hev, kurdan tu zirar nedaye qereçiyan.
Li tirkiyê kîtleya herî perîşan, herî bêmaf û herî li derî civatê maye qereçî(romen)ne.
Loma jî dewlet û hêzên faşît, dema hewce be pir bi hêsanî qereçiyan organîze dikin û dajon ser kurdan.
Ev du heftene li gelek bajarên Tirkiyê û Kurdistanê MHP-ya faşîst û nîjadperestên tirk êrîşên bi vî rengî li hember kurdan organîze dikin û bera pêxîla kurdan didin.
Sernivîskarê rojnameya Tarafê Ahmet Altan, di nivîsa xwe ya îro da li ser çareseriya mesela kurd dibêje:
”Bi qasî ku ez dibînim 3 alternatîv hene: Ya ev ax ewê were parkirin, ya ewê bênabên şer be, ya jî ewê ji her kesî ra miameleyeke weke hev were kirin.”Lo gor Ahmet Altan, alternatîva dawî, yanî dibê tirk û kurd bi hev ra, bi şiklekî wekhev, di dûzaneke ku tu kes ji ber nîjada xwe marûzî neheqiyê nayê da bijîn, ya herî baş ev e.
Ji xwe kurd jî ji serê salan da ye viya dibêjin.
Kurd ji tirkan ra dibêjin, heger hûn dixwazin em û hûn bi hev ra bijînin, dibê em herdu milet jî xwedî heman mafan bin, çi mafê miletê tirk heye, dibê miletê kurd jî xwedî eynî mafan be.Dema hûn viya qebûl nekin, li ber me riyek tenê dimîne, ew jî veqetandin e, wekî din tu rê tuneye.
Tuneye, çimkî êdî em jiyaneke bindest, ya weke îro qebûl nakin û emê tu carî jî qebûl nekin.
Yanî ev hersê alternatîvên Altan, kurdan ji avabûna Komara Tirkiyê û virda ye ji serokên tirkan ra gotine û dibêjin, lê tirk qebûl nakin.
Daxwaza ya serxwebûn ya federasyon di programa hemû partiyên kurdan da hebû û heye.
Ji xwe sebebê vî şerî jî ev qebûlnekirina dewletê ye, ne ku kurdan daxwazên xwe neanîne zimên, kurdan tim ev yek gotine.
Lê dewlet zorba ye, guh nade daxwzên kurdan, dixwaze kurdan weke miletên din bi
darê zorê bihelîne, bike tirk.
Şerê kurdan şerê tirknebûnê ye, kurd dixwazin li ser axa xwe weke kurd bijîn, hemû mesele ev e, dewlet qebûl nake.
Dewlet nahêle kurd rêxistin û partiyên xwe ava bikin, dema ava dikin çirt pirt sebebekî dibîne û digre.
Nahêle kurd medyaya xwe bi kurdî û bi şiklekî azad saz bikin.
Nahêle kurd navê welatê xwe bikar bînin.
Nahêle kurd ala xwe hil din.
Nahêle kurd meşekê bikin, neheqiyeke dewletê protest bikin.
Û gava dikin jî, çend sûtal û çeqelên kuçan topî serhev dikin, kêr, şûr, sator û şeşderban didin destên wan û dajon ser kurdan.
Miletê tirk xwedî dewlet e, xwedî gelek mafên civakî û ferdî ye, lê kurd him weke milet û him jî weke ferd ji van mafan hemûyan bêpar in.
Û di ser da jî tirk ji kurdan ra dibêjin, dengê xwe nekin, divê em bi hev ra weke bira bijîn…
Kuro emê çawa weke bira bijîn?
Hûn nahêlên zarokên min bi zimanê xwe perwerde bibin, hûn nahêlên weke we ez jî bibim xwedî dibistan, zanîngeh û dezgehên netewî, ma ezê çawa van şertan qebûl bikim?
Min berê jî çend caran di vî quncikî da nivîsî, ez careke din jî dibêjim, bi baweriya min dibê serokên kurdan ji lîderên tirka ra vekirî bibêjin, ya hûnê qebûl bikink u em jî weke we bibin xwedî eynî mafan ya jî emê riya veqetandinê bidin ber miletê xwe.
Riyeke sêyemîn tuneye, ya federasyon ya serxwebûn…
Tirk naxwazin bi me ra bijîn, heger bixwestana bi me ra bijîn, ewê mafên me qebûl bikirana û bi şûr û satoran nejotana ser me...
[1]