Riya îslamiyên kurd û tirk ji hev diqete
#Zinarê Xamo#
Rûşen Çakir, di rojnameya Vatanê da bi rojnamevan Alî Akel ra hevpeyvîneke girîng kiriye. Alî Akel, di hevpeyvînê da li ser têkiliyên îslamiyên kurd û tirk tiştên pir girîng dibêje.
Akel dibêje ku li Tirkiyê êdî îslamiyên tirk û kurd hene û gava mesela kurd mewzûbahis be ev herdu hêz ji hev cud dibin, tesnîfeke wiha êdî mecbûrî ye.
Çakir ji Akel pirsiye, gotiye, gelo bi rastî jî li herêmê(yanî li Kurdisanê)di nabêna kurd û tirkan da qutbûneke zihnî heye?
Akel vê qutbûnê qebûl dike û dibêje, heta salên 2000-an baweriya kurdan ew bû ku dema hêzên îslamî werin ser hukum ewê mesela kurd çareser bibe. Li gel hemû kêmasiyan jî kurdên dîndar rayên xwe didan Partiya Refahê.
Lê belê îktîdara 10 salan ya AKP-ê derxist ortê ku mesela kurd ne meseleyeke wihaye ku bi îktîdara musilmanan çareser bibe. Û bûyerên van 3-4 salên dawî jî dîndar û grûbên îslamî yên kurd mecbûrî lêgerînên nuh kirin. Dîndarên kurd him ji siyaseta AKP-ê nerehet in û him jî li hemberî îslamiyên tirk pir bi gazin in.
Akel dibêje, kurd rexneyên pir dijwar dibin ser grûbên îslamî yên tirk, ji wan ra dibêjin, ”ya hûnê ji îslamiya tirk, ji îslamiya dewletê bi sê telaqan xwe bidin berdin, ya jî ji me ra qala biratiya îslamê nekin. Ev xet her ku diçe berbiçav dibe.”
Hevpeyvîn dirêj e û Akel têda qala gelek tiştên rast û girîng dike. Ji bo ku zêde dirêj nekim nikanim qala hemûyan bikim û loma jî kin dibirim...
Lê ya herî girîng, bi kurtî meriv dikane bibêje ku li gorî baweriya Alî Akel jî, ”riya îslamiyên tirk û kurd bi suret ji hev diqete…”
Ev, ji bo azadiya miletê kurd û serxwebûna Kurdistanê pêşketineke pir girîng e. Êdî mesele ji mesela çepan û telebeyan derdikve, dibe mesela milet bi xwe. Dema kurdên dîndar û hêzên îslamî jî li doza Kurd ûKurdistanê xwedî derkevin êdî tu hêz nikane rê li ber rizgarbûna kurdan bigre.
Riya welatparêz û çepên tirk û kurd di dawiya salên 1960-î û destpêka 70-î da ji hev qetiya û çepên kurd dest bi avakirinên rêxistinên cihê, yên li ser asasê kurd û Kurdistanê dan ber xwe û dest bi avakirina komele û partiyên kurd kirin.
Hêzên îslamî yên kurd wek çepên kurd zû ji îslamiyên tirk neqetiyan, qetandina wan ya zihnî û siyasî di salên 2000-î da dest pê kir û roj bi roj kşrtir û berfirehtir dibe.
Nuha bi qasî ku xuyaye êdî ew jî ewê ji kok da ji tirkan qut bibin û rêxistinên xwe yên netewî ava bikin.
Dema dîndar û îslamiyên kurd jî dev ji tirkan berdin, li Kurdistanê êdî bingeheke tirkan ya siyasî û kîtlewî namîne. Qismek kurdên nezan û hevkar bimînin jî, piştî çend salên din ewê jî vegerin ser koka xwe.
Yanî piştî çend salên din bingeha partiyên tirk li Kurdistanê ewê nemîne.
Erdogan vê yekê dibîne û loma jî qet guh nade dîtin û reaksiyonên kurdên dîndar û kîtleya rayan dide wan. Ji nuha û pêva tirk, ewê Kurdistanê ne bi rayên gel, tenê bi darê zorê û bi hêzên xwe yên çekdar îdare bikin. Loma jî Erdogn pênc perê xwe jî di 75 parlamenterên AKP-ê yên kurd û di rayên kurdan nade, ew dizane ev hêz ewê ji destê wî derkeve.
[1]