Kurd êdî bi derewan naxapin
#Zinarê Xamo#
Rojnamevan Ahmet Taşgetîren, ku ew jî aqilmendekî AKP-ê û serokwezîr Erdogan e, di nivîsa xwe ya îro da li ser qetlîama Roboskê sekinîye.
Taşgetîren, baş dizane ku qatîl kî ne û kê emrê vê qetlîamê daye. Lê gel vê jî di nivîsa xwe da ji Erdogan ra nabêje berpirsiyar û sûcdarên qetlîamê derxe û teslîmî edaletê bike.
Ji dêlîwê, ji Erdogan ra bi uslûbeke pir fenek dibêje, here Qilebanê(Uludereyê)
û bi zimanekî xweş û şîrîn dilê dê û bavên wan zarokan bigre, ”bi destê dayikan bigre, bavên wan himêz bike, bi wan ra bigrî, xwe bispêre Quranê. Rojekê ji nişkave here wir, ji wan wextê bixwaze, bibêje min êşa zarokên we ji bîr nekiriye…” û gelek temî û şîretên wih ali Erdogan dike.
Yanî dibêje here demagojiyê bike, derewan bike û wan bi çend gotinên şîrîn bixapîne. Dibêje, tenê tu dikanî vê yekê bikî û heger tu wiha nekî dewlet ewê zirareke pir mezin bibîne.
Lê Taşgetîren ji bîr dike ku êdî dreng e, êdî kum ketiye û serê gurrî xuya bûye, êdî kurd bi van derwan naxapin.
Êdî dawiya derewan hatiye, êdî kurd bi demagojiya ”biratiyê, dîn û îmanê”naxapin, kurdan bi çavên serê xwe dîtin ku hûn dîn jî, îmanê jî, îslamîyetê û Quranê jî ji bo menfeeta xwe îstîsmar dikin, hêsirên we ne ji dil, yên tîmseh in. Kurdan di nava van 10 salên dawî da ev rastî baş dîtin. Loma êdî derew jî pere nake.
XXX
Li Yûnanîstanê li Muzeya Herbê nasandina kitêba Mûrad Karayilan hatiye kirin. Tirk bi vê yekê hesiyan e û wezîrê karên derve yên Tirkiyê Ahmet Davutoglu tavilê telefonî wezîrê karên derve yê Yûnanîstanê Avramopulos kiriye û jê ra reaksiyona
xwe aniye zimên.
Li ser vê telefona Davutoglu, wezîrê parastinê Panos Panagiotopoulos tavilê serokê Muzeya Herbê Lazos ji wezîfê girtiye û Tugeneral Panagiotis Kaperonis tayinî ciyê wî kiriye.
Wek hûn dizanin eynî dewletê Ocalan jî bi xayintî teslîmî Tirkiyê kiribû.
Nuha we fêm kir bê Yûnanîstan dewleteke çiqasî serbixwe û çiqasî xwedî şexsiyet e.
Dinya jî xera bibûya tirkan li ser telefona wezîrekî Yûnanîstanê tiştekî wiha sosiret nedikir. Lê Yûnan dikin.
Piştî ku meriv tiştên wiha dibîne, meriv bêtir fêm dike ku bê tirkan çima kanîbûne ev welat ji Yûnanan bistînin…
[1]