Sebebê qetla me bêdewletbûna me ye
#Zinarê Xamo#
Îro ji bo me hemû kurdan rojeke reş e, sêemîn salvegera qetlîama Roboskê ye.
Îro em wek milet xemgîn in. Ji ber ku ev sê sal in qatilên 34 zarokên me hîn nehatine girtin û ceza nebûne.
Û wek min di nivîsa xwe ya do da jî got, heta ku AKP li ser hukum be, heta ku Erdogan serokkomar be qatil ewê neyên girtin.
Ji ber ku qetlîam bi destûr û bi emrê birêvebirin dewletê Erdogan, serokerkan Necdet Ozel, serokkomarê wê demê Gul û hin wezîrên din hate dayin.
Loma jî heta ku ev kesanan li ser hukim bin ewê girtin û mahkimekirina berpirsiyar û sûcdaran ne mimkûn e.
Ev ne cara pêşî ye ev dewlet me kurdan gava dilê wan dixwaze, gava hewce dibînin bi vî rengî qetil dike.
Di sala 1943a da jî li qeza Wanê li Ozalpê 33 gundiyên kurd bi eynî sebebên qaçaxçîtiyê ji alî general Mustafa Muglali ve hatin gulebarankirin. Ji van 33 kesan 32 kes mirin û yek jî xelas bû.
68 sal piştî Qetlîama Ozalpê ”33 guleyan”, îcar jî li Roboskiyê bi emrê general Necdet Ozel, Erdogan û Gul 34 zarokên me bi balafirên şer hatin qetilkirin.
Sebebê vê bêperwatiya dewleta tirk bêkesî û bêdewletbûna me ye, heger em kurd jî xwedî dewlet bûna, bi kêmanî li beşekî Kurdistanê dewleteke me hebûya tirkan newêrîbûn bi vê rehetiyê em bikuştana...
Heger kurdên li Ozalpê û Roboskê hatin qetilkirin ne kurd, faris bûna tirkan ew nedikuştin, nêwêrîbûn bikujin.
Îran jî wek tirkan her roj eynî tiştî dike, ew jî rojê çend kurdan bidarda dike. Ya jî bi navê qaçaxçîtiyê” dikuje. Çimkî Îran jî dizane ku kurd bêxwedî ne, ew çi bikin jî ewê ji wan ra bimîne.
Mesela Îran, ereban, azeriyan, cuhûyan, belûciyan wek kurdan her roj bi darde nake, tenê kurdan dike.
Îran diwêre kurdan îdam bike ji ber ku li Îranê jî miletê herî bêxwdî û bêdewlet kurd in. Ji ber vê yekê ye tirk jî û Îranî jî bêtirs kurdan dikujin, di kuştina kurdan da tu hesab û fikran nakin.
Di sala 2010a da leşkerên Îsraîl mudaxeleyî keştiya tirk ”Mavî Marmara” ya ku diçû Xezayê kirin, 9 tirk hatin kuştin. Tu nema di nabêna Îsraîl û Tirkiyê da şerekî mezin derkeve.
Li gel uzurxwestinê, dana pêşek pere û qebûkirina gelek şertên Tirkiyê jî, lê mesele hîn û hîn jî netefiya ye, nabêna Tirkiyê û Îsraîl hîn jî baş nebûye.
Îsraîl dît ku kuştina tirkan hewqasî ne hêsa ye, tirk ne bêxwedî ne. Loma jî careke din ewê newêribe li hemberî hemwelatiyên Tirkiyê tiştekî wiha bike.
Helbet bi xwestinê em nabin xwedî dewlet, ji ber ku em dixwazin tirk, faris û ereb ewê nebêjin, fermo dewleta xwe ava bikin. Viya herkes zane.
Lê xwestin gava pêşî ya girtinê û bidestxistinê ye. Em dewletê nexwazin em tu carî nabin xwediyê wê jî. Berî her tiştî dibê em bixwazin, ew daxwaz di dil û serê me da hebe.
Ya din dibê em bizanibin ku sebebê vê qetla meya hewqasî rehet bêdewletbûna me ye û heta ku em li Îranê, li Tirkiyê û Sûriyê bindest bin, bi kêmanî nebin şirîkê van dewletan ewê tim me bikujin.
Û li hemberî van qetlîaman tiştê em kanin bikin jî ewê bes qîrîn, hawar û şîn be.
Ewê me bikujin û emê jî tim bigrîn û bikin şîn. Û li ser gorrên miriyên xwe salê carê gotaran bixwînin.
Loma jî dibê bi me hemû kurdan ra hest, fikir û daxwaza dewleteke serbixwe hebe, em tim li pey wê bin û wê xeyal bikin. Lê dikane îro ne mimkûn be, ev titekî din e. Îro ne mimkûn e, sibe ewê mimkûn be, lê dibê em bixwazin, ji bo bidestxisinê bixebitin….
[1]