Nav: Ehmed Xeyrî
Dîroka jidayîkbûnê: #10-01-1966#
Cihî jidayîkbûnê: Şam
Jîname:
Ehmed Xeyrî bi xwe eslê xwe ji bajarê #Efrîn#ê ye, rojnamevan e. Di heman demê de nivîskarê kurteçîrokan e jî. Ew di Dîroka 10-01-1966an de li Şamê ji dayîk bûye. Di sîh saliya xwe de dest bi warê nivîskariyê kiriye. Berhemên ku heta niha wê çap kirine û weşandine ev in:
- Her wiha beşdarî gelek semîner û şevbuhêrkên wêjeyî jî bûye.
- Berhemên xwe di gelek rojname û kovarên xwemalî û erebî de weşandine.
- Wî wekî rojnemevan di gelek rojnameyan de wekî nûçegihan de kiriye.
- Wî gelek xelatên wêjeyî di warê kurteçîrokê de wergirtine.
- Ew endamê komeleya ``El-adiyat`` e.
- Ew endamê yaneya ekteriyê ya wêje û hunerê ye.
- Ew endamê yekîtiya rojnamegerên sûriyan e .
Berhemên ku heta niha ji aliyê wî ve hatine weşandin ev in :
1- Sibeha aliyê dawî, çîrok, yekîtiya nivîskaran, 2000
2- El-Xisûf, çîrok, Dar Kelîmat, 2006
3- El-Hadîse Elf Mitir, çîrok, weşana taybet, 2011
4- El-Miteqaid, çîroka herî kin, weşana taybet, 2013
5- El-Hewiye, çîrok, weşana taybet, 2014
Berhemên ku li ber destan e jî ev e:
Salan kurê çiyayan e, roman.
Em dikarin bidin zanîn ku nivîskarê kurd di van salên dawiyê de gelekî serê xwe di ber warê nivîsînê de êşandiye. Her wiha di van salên dawiyê de jiyana xwe li Helebê derbas kiriye. Lê ji ber şerê ku li sûriyeyê hatî lidaxistin jiyana wî xiste metirsiyê, vê yekî hişt ku ew û gelek malbatên kurd dev ji cih û warên xwe berdin. Ew ji Helebê vegeriya bajarî Efrînê û ji wir jî berê xwe da Siwîsrayî ku ji wê hinge bi malbata xwe re li wir dijî û heta van kêliyan jî xwedî berhemdar e.[1]