Tirk baş dizanin ew dikanin çawa bi me bilîzin
#Zinarê Xamo#
Piştî ku serokwezîr Tirkiyê Ahmet Davutoglu wek taktîkeke li gorî şert û mercên îro qedexeya(yasaxa)li ser ala Kurdistanê bi rengekî nîvçe rakir, hin kurd ji kêfa difirin.
Hin sîteyên kurdî di her ziyareta Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û serok Mesûd Barzanî da vê yekê dikin manşet:
-Nêçîrvan Barzanî bi ala Kurdistanê hate pêşwazîkirin!
-Serok Barzanî bi ala Kurdistanê hate pêşwazîkirin!
-Ala Kurdistanê di pêşwaziya Barzanî da!
Ala Kurdistanê û ala Kurdistanê!
Wek zarokê bi şekirekî şa bibe û were xapandin.
Ezbenî, ji xwe yasaxa Tirkiyê ya heta nuha zorbatî bû, ji ber rebeniya me bû.
Wek her miletî helbet nûner, serokwezîr û serokê kurdan jî ewê bi ala xwe werin pêşwazîkirin.
Ne hewce ye hûn viya hewqasî mezin bikin, ya normal ev e. Heger heta nuha ev yek nebûye şaş e, kêmasî ye.
Hukûmeta AKPê heta nuha li Tirkiyê di hevdîtinan da qebûl nedikir hukûmeta Kurdistanê, aliyê kurd di civînên resmî da ala xwe hilde.
Ev yek helbet zorbatî bû, çavbirîn bû, ji ber kîn û nefreta wan ya ji kurdan bû.
Û ya herî girîng jî qebûlnekirina statuya Kurdistana başûr e, naxwazin bi rengekî resmî Kurdistana federe qebûl bikin.
Esas Erdogan hîn jî qebûl nake ala Kurdistanê di meqam, civîn û huzûra wî da were hildan.
Yanî hukûemta AKPê hîn jî ala Kurdistanê bi temamî qebûl nekiriye, dibê ev yek were dîtin.
Mesla di civîna Nêçîrvan Barzanî û Davutoglu da ala Kurdistanê û Iraqê heye, lê belê di hevdîtina bi Erdogan ra ala Kurdistanê tuneye, tenê ala tirk xuya dike.
Ev jî tê maneya ku hukûmeta AKPê bi temamî ala Kurdistanê qebûl nekiriye, wek taktîk, ji bo xapandina hin kurdan nuha ”nîvçe” qebûl kiriye.
Dibê Nêçîrvan Barzanî ev pêkenîn û durûtî qebûl nekira û bêyî ala Kurdistanê bi Erdogan ra rûnenişta.
Lê ez bi xwe şêleke, sekneke wiha ji birêz Nêçîrvan Barzanî napêmproblem. Çimkî heta nuha îtîrazî ”hesasiyên” tirkan nekiriye û ez bawer nakim nuha jî îtîraz bike, bike problem.
Ji xwe dibê ji serêserî da kurdên başûr ev çavsorî û irqçîtiya dewleta tirk qebûl nekirana û di hildana ala kurd da israr bikirana.
Ji ber ku ala Kurditanê aleke resmî ye û ji alî dewleta Îraqê ve jî hatiye qebûl kirin.
Bêyî zorbatiyê û nîjadperestiya li hemberî kurdan ji bo yasaxkirina ala kurd tu argumentekî tirkan yê bi heq û mantixî tuneye.
Heger Tirkiyê heta nuha kanîbûye ala Kurdistanê li kurdên başûr yasax bike, ev hinekî jî ji ber pepûkî û rebeniya kurdan e.
Heger kurdên başûr li hemberî vê zorbatiyê hustuyê xwe xwar nekirina, hukûmeta AKPê nikanîbû demeke hewqasî dirêj ev çavsoriya xwe bidomanda.
Li dinyayê tenê Tirkiyê ala Kurdistanê li kurdan û li hukûmeta Kurdistanê yasax kiriye. Dibê kurd bi dengekî bilin viya ji tirkan ra bibêjin û yasaxa li hemberî ala xwe ebeden qebûl nekin.
Ev ne şêleke dijminane ye û dibê ev yek ji tirkan re were gotin.
Netîce, ji dêlî ku hin kurd bi vê taktîka hukûmeta AKPê ya nuh, bi rabûna yasaxa li ser ala Kurdistanê wek zarokan hewqasî şaş bibin û vê yekê di sîteyên xwe da bikin manşet, dibê zorbatiya dewleta tirk û hukûmeta AKPê rexne bikin, bibêjin ji bo çi we heta nuha nehîştiye kurd alaya xwe hildin?
Û dibê sebebê ji bo çi Erdogan hîn jî ala kurd qebûl nake ji hukûmetê û ji Erdogan bi xwe jî were pirsîn.
Dibê rojnamevanên kurd sebebê vê yasaxa Erdogan ji wî û ji Davutoglu bipirsin.
Ji ber ku serokwezîrê hukûmetekê di hevdîtinan da dihêle muxatabê wî ala xwe hilde meriv pê nafira, vê yekê nake manşet.
Çimkî tiştê herî normal ev e, di civînên resmî da her dewlet, her alî bi ala xwe beşdar dibe.
[1]