Nav:Mela Kaka Hemê
Nasnav: Narî
Dîroka jidayîkbûnê:1874
Dîroka koçkirinê:1944
Cihê jidayîkbûnê: Merîwan
Cihê koçkirinê: Merîwan
=KTML_Bold=Jîname:=KTML_End=
Helbestvan Mela Kaka Hemê: Navê wî yê helbestî jî Narî ye.
Di sala 1874an de li Rojhilatê Kurdistanê - #Merîwanê# ji dayik bûye.
Têkiliyên wî yên nêzîk bi Şêx Mehmûd El-Hefîd û helbestvanê kurd – Qani– re hebû.
Helbestên xwe bi kurdî û farisî nivîsandine. Helbesta wî lîrîk û sofî ye. Rehma Xwedê lê be di sala 1944an de li Merîwanê koça dawî kir.[1]