Beşek ji pirtûka (#Pamp-Sîpan# ) ê derheqa Eyda Xidirnebî da.
Nivîs: #Wezîrê Eşo#
Zivistanê eyda Xidirnebî derbaz dikirin, rojîyê Xidirnebî digirtin. Rind tê bîra min: di nava wan erf-edetê eyda Xidirnevî da pêkanînêd ayîna dîn kêm hebûn. Gotî wê jî bêjim, ku lawikêd me û yêd temamîya Pampê olperastêd şewat nîbûn, nedibûne qûlê qanûnêd ayîna dîn. Parêzî û eyda Xidirnevî wê zivistana dirêj dibûne mijûlîyeke xweş. Di rojyan da, ku meha sibatê bûn, xanî pê ar dineqişandin. Kêran û perdiyê hîsgirtî deqê sipîda dixitxitîn. Pîrka mine Xemê ew “erk” pêktanî. Ser dîwarê xênî jî nexş-nîşanê cuda-cuda, dîsa pê ar çê dikirin: Şeva sêşemê radibûne paşîvê: nîvê şevê hişiyar dibûn, xwarina xwe têr dixwarin, wekî sibetirê heta ro here ava – birçî bimînin, teyax bikin û hêja fitarê bikin. Sê roja rojî digirtin. Şeva berî eydê şkeva tije ar dikirin û malda dadanîn cîkî. Ew jî boyî wê yekê, ku dema Xidirnebî siyarî bibihure, guva sima hespê wî li arê şkevê bigre. Sivetirê kê nîşana Xidirnebî di mala xwe da bidîta, usane ew mal ziyaretî bû, dua Xwedê lê bûye, ewê bextewar bûya. Lê çiqa tê bîra min, Xidirnebî siyarî tu maleke gundê me neqesidî. Di rojîyêd Xidirnebî da zaro dolîdang digerandin: kite gora rîs hildidan, benekî dirêj pêva dikirin û diçûn ser xaniya. Ew gore di kûlekê da dadixistin û dikirin gazî:
Dolî, dolî, dolîdangê Kurrê malê zevangê,
Pîra malê qurbangê, Tiştekî têxin dolîdangê.
Û kê çi dikaribû, çi ji destê wan dihat – dikirine wê kita gorê: qeysî, konfêt (şekir-şînahî), hewle, kade, hêk, qelînok, perê hûr, çerezê mayîn.
Sê-çar rojêd rojîyêd Xidirnebî dibûn rojêd eyd û heytehol, şabûn û mijûlîyêd xweş. Te qeyî digot wî gelê sadeyî hela hê kêmxwendî zanibû, tê derdixist, wekî Xidirnebî bi rastî, di nava emir da bawerîyek e, gel nîgara wî sêwirandîye û di nava emir-jîyîna dijwar da ji xwe ra kirîye sebir û sikan, hêvîya hindava roja sivêye xweşda. Lema jî wan roja bêhtir şa dibûn, bêhtir ji bo jîyana rojane a rastîn, merem û mirazêd roja sivê difikirîn, ne ku di derheqa Xidirnebî da. Em bêjin Xidirnebî jî di bawarîya dilê gel da bêhtir mîna meriya, wek evdê serreş bû, ne ku buhurtî û batinî. Tenê cudatî ew bû, ku Xidirnebî bêhtir dikaribû daxwezîyên wan pêk baniyana, ne ku merivê sade. Û wek ku her mêrxasekî gel, ew jî, angorî fikra gel xweyê kirêd qenc e, mirazbexş e, bext û mirazan digîhîne hev. Lê jîyanê nîşan da û gel jî di hindava wê yekê da hate bawarkirin, ku ne Xidirnevî, ne Êzdî û ne jî mêr-milyaketekî mayin ne hatine hewara gel, cotkar û rêncberêd belengaze bindest, lê xebatkaran bi xwe qedera xwe guhast: bi serî şoreşê. Boyî vê yekê jî, bawarkî, niha kêm kes rojîyêd Xidirnevî digre, û ne jî eydêd xwe wek berê derbaz dikin. Niha gelê me cejna azabûna xweye rastîn pîroz dike, Cejna Mezin a Oktyabirê, û wias jî eydêd mayîn, ku bi emir-jîyîna sovêtîyê, serdema niha ra girêdayî ne.
Me di derheqa dolîdangê da got, ku mijûlî, şabûna zaran bû. Xort û qîzan, mezina jî ji xwe ra şêwazêd cuda êd mijûliyan sêwirandibûn û pêk tanîn. Yek ji wana Totka şor bû, ku qîzê kezî, azep, xortê tûre dixwarin. Totka şor dixwarin, ku di xewnê da bibînin, ka kîyê avê dide wan. Kê av da wan, usane ew jî bext û çarenûsa wî xortî yan jî wê qîzê ye. Hineka rastî jî xewin didîtin, çimkî him tî dibûn û him jî derheqa çi da difikirîn, ew jî dihate xewna wan.
Di rojîjê Xidirnevî da usa jî Leyleqedirê dikin. Ev êvara eydê tê derbazkirinê. Di gundê me da, çiqa tê bîra min, ew yek tune bû, lê li bal êzdiyê deşta Araratê heye. Şeva Leyleqedirê heta sivê gotî ranezana. Qîz û xortan dilîstin, direqisîn, distran. Eger razana, guva kirina wanê betal bibûya. Şeva Leyleqedirê dest-damin lev digirtin, sond dixwarin: dibûn xûşk û birê hev. Gel digot, eger wê şevê du steyrk têne hev: ya Leylê û ya Mecrûm. Û, eger yek wê rasthatina wan bibîne, giva çi mirazî bixweze – wê pêk bê. Lema jî xebera Leyleqedir wek nexs, hukum, zora şevê tê ravekirin.
Êvara eydê usa jî Kosegeldî digeriya. Xortekî şerezayî pêciryayî dikirin Kosegeldî. Papaxekî ji postê bizina didan sêrî, kincê kevne zîtol-zîtolî lê dikirin, tûrek davîtin stûyê wî, darek jî didane dêst: Dêm û serçavê wî usa diguhartin, ku ew nedihat naskirin: jêra simêl, rûdan çê dikirin, tiştek bin kinca dikirin pişta wî, ku ew kûz bê xuyan. Û ciwan, xortê gund bi def – û zurneyê Kosegeldî li nava gund, mal bi mal digerandin. Gotî gişka para Kosegeldî bidanê, zarê dolîdengê jî “keda” xwe bi wîra nîvî dikirin: qeysî, mêwa, şekir, mewij, qax û çerezêd mayîn. Kosegeldî laqirdî dikirin û gel bi laqirdî, henek-mesqeretiyêd xwe şa dikirin. Ji gelek hêlan va Kosegeldî mina Dêd Morozê (Kalê berfê) ûrisan bû.
Êvara xidirnebî gel – biçûk-mezin, xwe bi hêlikanê dikilan: bi bingehîn jî, mezina. Şirîtek davîtin kêranê xênî yanê jî yê çevîyeke avahîye mayîn, hev def didan û dikilan: ev tiştekî mina Kaçêlya rûsan e. Wî çaxî digotin: çi gunêd min kirine – bira dawşin, ji min herin.
Pey sê rojê rojiya ra (bi kurdiya başûr: parêzgirtin) roja çara; ya înîye eyd bû. Berbangda dû davîtin tendûran. Bîna dûê sergînayî xwes tevî hewa berbangê ya paqij dibû. Sive ron dibû - îdî textê eydê hazir bû. De, vî çaxî ne mîna niha bû. Sivreke sade rastdikirin: savar yanê birincê avîtî, qeysîyê qelandî yanê jî xuşava qeysiyan. Îçke-vexwarin kêm bû: butulgek-dudu araq yanê jî çend butulge şerav. Mal hebûn, ku ew jî ji destê wan nedihat. Mêrê gund hev digirtin, ji perekî gund ra diketinê û ji perê dinê va derdiketin – mal bi mal digeryan, eyda hev pîroz dikirin. Pêşiyê diçûn mala hezinîyan, eyda merivê dilşkestî, paşê – yêd mayîn. Di dêrî da diçûn û gotina wane pêşin ev bû: “Siva we xêr, eyda we bimbarek!”. Û diçûne dest-rûyê hev. Roja eydê merivêd dilê wan ji hev mabûn, hema xweber lev dihatin, lê çaxê deweke diha giran hebû – rîspî diketine navberê û, ew dew çareser dikirin: yê neheq didanê pêşiya xwe, dibirin mala yê ziyankêş û dilmayî û, evê pêşin neçar dikirin, here dest-ruyê merivê dilê wî jê mayî. Bi gotinekê, di eydê da gotî gişk lev bihatana, dilmayî nemana, xeyd ji navbera wan hilata.
**Wezîrê Eşo: Nivîskar û Lêkolîner û Rewşenbîrekî Kurd yê Ermenistanê ye.
[1]