Keyaniya Kûmû(h)/ Koma/ Kowa
Nivîskar: #Mehmet Oncuyî#
Keyaniya Kûmû(h)/ Koma/ Kowa
Di dîroka Kurdan de, bi dirêjiya serdema Horiyan sedan keyanî, sîtedewlet (kelehdewlet û bajardewlet) derketin holê weke stêrên li esmên pêşî şewq dan, fericîn, paşê jî xurîcîn û çûn. Ji van keyanî û sîtedewletan çendek bi navên wek “Kûmû(h), Melîdî, Gurgum, Ungî (Unqu), Kaman, Kasku, Naîrî, Şuprîa, Ûrkîş, Mûşkû, Ûrartû, Namar, Saûbarû, Mard, Lûllûbî, Qardû, Zamûa, Ellîpî, Mana û Gûtî.” dihatin zanîn. Ew navên van ên tên zanîn navên ku xelkê derdorê li wan kirine, navên wan ên ku wan bixwe li xwe dikirin nayên zanîn.
Di roja me de, îro li Kurdistanê gelek êl û hozên ku bi navên li jor nivîsandî tên zanîn û binavkirin hene. Ji wan navan gelek jî li war û gundên Kurdistanê hatine kirin. Weke tê zanîn, êl û hozên Kurd, pêşî navê xwe ji cihê ku jê derketine distînin. Paşê jî wan navên xwe ên ku ji kan û warê xwe yê pêşî girtine dibin, didin cih û warên ku paşê diçin û lê binecî dibin. Di vê mijarê de herêma parêzgeha Semsûrê erdnîgariyeke balkêş e ku ji wan navên li jor gelek li herêmê hene. Ew nav li herêma Semsûrê yan navê êl û hozan in, yan jî navên war û wargehan in. Weke mînak; li herêma Semsûrê navê hoz û herêma “Kawa” ji bo “Keyaniya Kûmû(h)”, navê gundê “Ûrgûş” ji bo “Keyaniya Ûrkîş”, navê gundê “Elîfî” ji bo “Keyaniya Elilipî”, navê gundê “Kurdig” ji bo “Keyaniya Qardû”, navê gundê “Merdî” ji bo “Keyaniya Mardî”, navê hoza “Kotan”, ji bo “Keyaniya Gûtû” referansên cidî û balkêş in.
War û welatê ew Keyaniya Kûmûh(Kowa) ku navê wê li ser gilkevalên Asûriyan bi şêwaza “Kûmûha” hatiye nivisîn, Semsûr û derdora wê bû, paytexta vê keyaniyê jî şarî Semsat bû. Di wê serdemê de navê şarî Semsat bi heman navî, yanê bi şêwaza “Kûmûha” dihat binavkirin. Bêgûman rasterast nayê zanîn ku Keyaniya Kûmûh kengê hatiye damezirandin. Belê bi texmînî tê gotin ku ew keyanî Berî Zayînê di sedsala 11an de hatiye damezirandin. Gava mirov li gilkevalên Asûriyan dinêre, diyar dibe ku vê keyaniyê ji berî zayînê di sala 866 an de bac û xeracên ku ji darên sedîr û madenê sifr (baqir) pêk tên dane Asûriyan. Dîsa di gilkevalên ji serdema Asûriyan mayî de, diyar e ku ew keyanî Berî Zayînê di sedsala 7an de hatiye rûxandin.
Di sala 1958 an de, ji aliyê birek şûnwarnas ve, li herêma bi navê Kultepe(Kanîş) ya ku bi şarî Qeyseriyê ve girêdayî, dest bi xebat û lekolînên şûnwarnasiyê hat kirin. Di wan xebatan de gelek gilkevalên ku bi zimanê Asûriyan hatine nivisîn derketin holê. Ew koma gilkevalan ya ku di xebatên şûnwarnasiyê de derketiye holê, ji aliyê birek şûnwarnas ve bi şêwaza “Belgedanka Asûriyan a Bazirganiyê” hat binavkirin. Di wan gilkevalan de diyar bû ku keyaniya bi navê Kûmûh berî hezarsala 1emîn ya Berî Zayînê hatiye avakirin. Di lekolînên dawî de jî diyar bû ku sînorên vê Keyaniyê ne bi herêma Adiyemanê sînorkirî ye, li başûr sînorê wê heta Bîracika Rihayê berdewam dikin.
Li gorî gilkevalên Asûriyan Keyaniya Kûmûh, Berî Zayînê di navbera sedsalên 11 û 7an de weke keyaniyeke serbixwe derdikeve himber me. Li bakurê vê keyaniyê keyaniyeke ku ji hêla Melîdiyan ve hatiye damezirandin û navê wê jî Melîdî ye cih digire. Li başûrê vê keyaniyê Keyaniya bi navê Qarqamiş, li rojavayê wê jî dîsa keyaniya bi navê Gurgum ku ew jî yek ji êl û hozên Huriyan bûn cih digire.
Paytexta Keyaniya Kûmûh(Kawa) a ku ew jî bi heman navî dihate zanîn, li Girê Semsatê bû. Di roja me de ew gir, di bin ava Bendava Atetûrk de maye. Lekolînên şûnwarnasiyê ên ku berê li ser Girê Semsatê hatine kirin, nîşan daye ku qatmanên vî girî ên “Serdema Hêsin”, di bin avahiyên paytexta Komageneyê, yanê di bin avasaziya Şarî Semsat de xesaretên mezin dîtiye û wenda bûne.
Weke hemû keyaniyên Huriyan ên li heremê, keyaniya Kûmûh jî herdem li dijberî Asûriyên ku her roj hinekî din xurt dibûn û gel û êlên li heremê hilanîbûn bi zept û raptê re, di şer de bûye û xwedî peywendiyên bê îstîkrar bûye. Em vê yekê jî dîsa ji heman gilkevalan zanin.
Em bac û xeracên ku keyê Kûmûhê berî zayînê di sala 866an de dayî Keyaniya Asûriyan di gilkevalên Belgedanka Asûriyan a Bazirganiyê de zanin. Di wê sedemê de Keyaniya Asûriyan bi polîtîkaya bac û xeracan girêdana keyaniyên biçûk tev digeriya. Li himberî van bac û xeracên ku ji wan distandin, ji wan re soza parastin û hilanîna bin ewlehî a şar û bajarên wan berdida. Bêguman ew polîtîkaya Asûriyan ji bo Keyaniya Kûmûh jî di rê de bû.
Li ser stelekî ku îro ew di mûzexaneya şarî Meraş de ye û bi navê “Stelê Pazarcixê” tê zanîn, wêneya mîrê Asûriyan hatiye xêzkirin. Di wêneya li ser wî stelî de, keyê Asûriyan ê bi navê Adad-Nirarî, bi şêwaza ku sînorê di navbera Keyaniya Kûmûh û Keyaniya Gurgumê de sererast bike hatiye xêzkirin. Tarîx Berî Zayînê dawiya sedsala 9an, 805 e.
Keyaniya Kûmûh di nav 8 keyaniyên Ûrartûyî ên ku bi hev re tifaq çêkirine de bû. Keyê vê keyaniyê tevî 8 keyên Ûrartûyî li dijberê Keyaniya Asûriyan serhildanek bi rêxistin kirin. Belê ji ber ku ew tifaq bi ser neket, keyê Asûriyan ê bi navê Şarrû-Kîn, bi hizra cizakirinê, paytexta Kûmûhiyan ji dest keyê Kûmûhiyan girt, paşê jî da destê keyekî bi navê Mutalla. Gava ku ew jî li gor kêfa Asûriyan tevnegeriya û ew jî çû bi Ûrartûyan re kete nav peywendî û têkiliyan, keyê Asûriyan bi hêzeke girs, bi xişm û xezebeke pir, çû ser keyê Kûmûh. Berî Zayînê di sala 708an de axa wan ji dest wan stand. Piştî wê Keyaniya Kûmûh di bin destê Keyaniya Asûriyan de ma. Dema Medan zoriya Asûriyan birin, ew jî ketin nav Împaratoriya Medan. Paşê di serdema Keyê Babil Nabukadnezar de, Piştî Zayînê di sala 607an de ketin bin destê Babîliyan. Keyaniya Kûmûh, Berî Zayînê di sala 539an de tevî Persan tevgeriya. Keyê Kûmûhê berî zayînê di navbera salên 336 û 326 an de xwe bi Îskenderê Mekadonî ve gire da. 14 salan di pey vê yekê re axa Kûmûhiyan ket bin destê binemala Selevkûsan. Belê axa vê keyaniyê ku xwedî bihûrên li ser çemê Ferat bû û wan bihûran Deşta Mezopotamiyê bi Anatoliyê ve gire dida, careke din, lê belê vê carê bi navê Komagene û bi awayekî serbixwe, Berî Zayînê di sala 163yan de, ket destê xwediyên xwe.
ÇAVKANİ
Mehrdad R Îzady, A Handbook “Kurds”, 1992
Mehmet Oncu, Bi Çavê Yê Din ADIYEMAN, 2022
[1]