Şarî Antîk Pirîn(Perre/Pere)-Semsûr
Nivîskar: #Mehmet Oncuyî#
Şarî Antîk Pirîn(Perre/Pere)-Semsûr
Şarî Pirîn(Perre), di nav sînorê Semsûrê de ye, di serdema antîk de şarekî avadan û şên bûye. Weke şarekî Komagene, Roma û Bîzans tê nasandin. Lê belê ew ne nêrîneke rast e, lew ku ew gotineke oryantalîst e ya ku kêfa mêjiyê rêveberiya herêmê jî tîne. Li gorî wan, eleqeya xelkê ku di wê serdemê de heta îro li heremê jiyan dike bi vî şarî tuneye. Belê gelek baş tê zanîn ku navê vî şarî ê bi şêwaza “Pere” bi Kurdî ye, di Kurdî de wateya cihê tê re borînê dihêwirîne. Ew peyv di Kurdiya îro de jî weke “pire” tê bikaranîn.
Kavil û pagên Şarî Perre, di bin taxa ku berê jê re “Pirîn” dihate gotin de maye ku paşê navê wê bi şêwaza “Orenlî” hatiye guherîn. Îro kavilên wî şarê kevn û qedîm ji hêla defînekarên diz û daberiz ve bi awayekî hov tên şelandin û talankirin. Taxa ku li ser vî şarê qedîm hatiye pêkanîn, ji gelek avahiyên mişemir û beredayî pêk tê. Îro ji ew şarê qedîm, bi tenê çend berhemên ku ne li gel hev in di destê me de hene. Di van salên dawî de, ji hêla xebatkarên mûzexaneya parêzgehê ve hin qebatên paqijiyê li goristana vî şarî ya ku bi şeklê “nekrapol” tê binavkirin hatin kirin. Piştî vê paqijiya hindik, tiştê ku derketî holê bala xelkê heremê û geştiyaran kişande ser xwe.[1]