Navê pirtûkê: ROJNAMEGERÊN BÊKAR LI PEY NÛÇEYÊN XWE NE
Navê nivîskar: Aynur Tekin, Ecem Engin, Elif Ural, Eren Güvendik,
Ferhat Demir, İbrahim Karcı, İrfan Aktan, Leyla Ayaz,
Michelle Demishevich, Nurhak Yılmaz, Nuri Fırat,
Oktay Altekin, Refik Tekin, Remzi Budancir,
Sertaç Kayar, Şenay Öztürk, Volkan Ağır,
Yılmaz Yıldız, Zana Kibar, Zehra Doğan
Navê wergêr: Aydın Sönmez, Yunus Önal
Wergera ji ziman: Tîrkî
Cihê çapkirina pirtûkê: Stembol
Navê çapxaneyê: Weqfa Ragihandinê ya IPSyê
Sala çapê: 2017
Di destpêkê de divê bînin ziman ku ez zêdetirî 40 sal in li Tirkiyeyê rojnamegerî dikim, lê min heta niha ti serdemeke ev qas nebaş nedîtibû.
Bêguman dema mirov behsa nebaşî û pirsgirêkan dike, ewil mafê ragihandin û xweîfadekirinê tê aqilê me. Li gorî min di vê dema hanê de ji bo rojnamegeran bêkarî û xeteriya derxistina ji karî jî qasê pirsgirêka binpêkirina mafê xweîfadekirinê, mezin û girîng e. Di rastiyê de hemû pisgirêk bi hev girêdayî ne.
15 sal beriya niha dema edîtor an nûçegihanek ji kar bihata derxistin, hevalên wan ên karî nerazîbûna xwe bi dengekî bilind dianîn ziman. Wê demê di warê rojnamegeriyê de kesî gotinên “hawuz”, “alîgir”, “muxalîf” nedianî ziman û li ser medyayê dabeşkirineke wiha tinebû.[1]