Navê pirtûkê: NÛÇEGIHANIYA ZAYENDA CİVAKÎ
Navê nivîskar: Çiçek Tahaoğlu - Elif Akgül
Cihê çapkirina pirtûkê: Stembol
Navê çapxaneyê: WEŞANÊN WEQFA RAGIHANDINÊ YA IPSyê
Sala çapê: Gulan 2018
Ev pirtûk wek gavek jiyandina tiştên me xeyal kiriye pêk hatiye. Ji bo xeyalên xwe û xeyalkirinê em ê têkoşîna xwe berdewam bikin.
Eşkere ye ku tespîtkirin, pênasekirin û bilêvkirina rewşên pirsgirêkan çêdikin gava yekem e. Gava yekem a têkoşîna li hemberî pergala heteroseksist û zayendperestî, bi awayek zelal bilêvkirina hebûna nasnameyên cûrbecûr e. Gava piştî vê bêyî gotina “lê belê” parastina wê rastiyê ye ku ew kesên nasnameya wan a zayendî cida ne an jî mêla wan a ji bo zayendan cida ne bi welatiyên din re xwediyên heman mafan in. Bi kurtasî, ji bo têkoşîna li hemberî vê pirsgirêka sîstematîk, divê rê li ber vê tiştê dîsa neyê vekirin û ev, rêya têkoşînê ye. [1]