Navê pirtûkê: TEORÎYA HÎNKIRINA KURDÎ-KURMANCÎ
Navê nivîskar: #Resul Geyik#
Cihê çapkirina pirtûkê: Enqere
Navê çapxaneyê: Azad
Sala çapê: 2020
Di sedsala 21ê de, êdî netewên din li ser pêşxistina rê û rêbazên hînkirina zimên dixebitin û tiştên nû diceribînin ji bona ku bikaribin him ji bona gelê xwe û him jî ji bo neteweyên din zimanê xwe bidin hînkirin. Di sedsalên 16, 17 û 18an de, ji ber hînkirina zimanê yewnanî û latinî perwerdehiya zimanên klasîk dest pê kir. Her du ziman jî di wê demê de wekî nîşaneya entellektuelbûnê û xwediyê giringiyeke giranbuha bûn. Her du ziman jî di xebatên Încîl û yên akademîk de cî digirtin. Tê zanîn ku rola latinî di nav demê de zêdetir bû û ji ber bandora dêrê jî wekî zimanê akademiyê di hînkirina tib, hiqûq, wêje, huner û beşên din de bi kar dihat. Peyvên “rektor” û “dekan” jî, wekî tên zanîn, peyvên ji serdema navîn ji berpirsiyarên dêrê tên û di roja me de jî hêj ciyê xwe di nav jiyana akademîk de diparêzin. Di sedala 17an de, fransî li hemû dinyayê wekî “zimanê wêje, çand, perwerdehî û dîplomasiyê” ciyê xwe digire. Di wê demê de bikaranîn û nasdarbûna almanî jî mezintir dibe.[1]