Li Îtalyayê wêjeya zarokan a Îtalî bi girêdana xwe ya nêzîk bi rastiyê re hat cudakirin û yek ji navdartirîn çîrokên wêjeya zarokan a Îtalyayê çîrokên bi navê Pocket in the TV Set bû. Pinocchio jî yek ji berhemên Îtalyayê bû ku çîroka wê ji romana Carlo Collodi hatiye wergirtin. Navdartirîn nivîskarê berhemên zarokan li wir Gianni Rodari bû. Ew bi riya ew berhemên ku pêşkêşî zarokan dikir pêş ket. Ji nimûneyên berhemên wî:
Il Libro delle Filastrocche
Filastrocche in cielo e in terra
Gelsomino nel paese dei bugiardi
Gip nel televisore
La freccia azzurra
La Torta in cielo
Il libro deqli errori
La grammatica della fantasia
Li Rûsya, Amerîkayê û paşê hemû welatên Ereban wêjeya zarokan û nivêsandina ji bo wan bi pêşketiye. Ew jî wek wê li cihên din ê cîhanê destpêkê bi çîrok û lorîkên gelêrî û paşê cara pêşîn referansên wêjeya zarokan ku ji zimanên firsanî û emrîkî li Mesrê ji aliyê Muhemed Elî hatine wergerandin, derket. Muhemed Elî ji ber zanîna xwe ya zimanên biyanî, gelek berhemên zarokan wergerandiye zimanê erebî. Ji wir jî êdî ew berhem û çîrokên ji zimanên cuda cuda wergerandî, derbasî nava meteryalên dibistanê bûn.
Li pişt wî nivîskarek bi navê Ehmed Şewqî hat û gelek pirtûkên çîrokan li ser zimanê nîçîrvan, çûçik û bilbilan ji bo wêjeya zarokan nivîsand. Li pey wan pirûkên çîrokan û gellek helbest jî ji bo zarokan nivîsand. Herwisa piştî Ehmed Şewqî gelek nivîskarên din hatin û gelek berhem bo zarokan nivîsandin. Li welatên din ên Erebî de mîna Libnanê berhemn wek Sopermen Jerry S -Joe Shuster, Tarzan Edgar Rice Burroughs û gelek çîrokên din ji fransî hatin wergerandin û paşê li bajarên din referansên vê wêjeyê belav bûn.
Piştî van çend gotinan em dikarin vê dîrokê li gorî lîkolîneke Elî El-Hedîdî ku wêjeya zarokan di dema pêşkeftina xwe de di çend qonaxan re derbas dike re, vebêjin. Ji bo qonaxa pêşîn, Ew di sala 1697an de bi çapkirina yekem pirtûka wêjeyî ya zarokan dest pê dike ku ji hêla helbestvanê fransî Charles Perrault ve hatiye nivîsandin.( EL-HEDÎDÎ Elî (1988), Di wêjeya zarokan de, 49-50 r.)
Piştî ku çîrokên The Real Mother Goose. bi destê Charles Perrault hat nivîsîn û ji aliyê wergêrên welatan hatin wergerandin, tevgereke wêjeyî ya aktîf raxistin pêş çavan. Ev yekê jî hişt ku nivîskar li wêjeya gelêrî ya Ewropî lêkolîn bikin û bala xwe bidin çîrokên zarokan. Ji aliyê din ve, çîrokên Hezar û yek şevan piştî ku ji aliyê Antoine Galan ve di navbera salên (1704-1714an) de hatin wergerandin pirr bandor li çîrokên zarokan kirin.
Qonaxa din jî li gorî Elî El-Hedîdî wiha bû:
Di dîroka wêjeya zarokan de qonaxa duyemîn jî piştî Şerê Cîhanê yê Yekem derketiye holê û ev qonax bi lêkolînên sîstematîk ên li ser Psîkolojiya Zarokan hatiye kirin.( EL-HEDÎDÎ Elî (1988), Di wêjeya zarokan de 66 r)
Piştî Şerê Cîhanê yê Duyem qonaxa sêyem di meşa navneteweyî ya wêjeya zarokan de, dest pê kir û wêjeya zarokan di cîhana pêşkeftî de dest pê kir û gihîşte serdema xwe ya zêrîn. Êdî wêjeya wî/wê dixwîne û taybetmendî, rêgez û meylên zarok diyar dike .( EL-HEDÎDÎ Elî (1988), Di wêjeya zarokan de 66 r)
Wêjeya zarokan piştî Şerê Cîhanê yê Duyem, ji ber ku li welatên sîstema sosyalîst û hin welatên Ewropa û Amerîkaya pêwîstiya avakirina çandekê ji bo zarokan heye, geş bû. Armanca sereke ya li pişt van hemûyan meyla giştî bû ku nifşên piştî şer ava bike û mezin bike û bala xwe bide ser bilindkirina wê/wî û ji nû ve li gorî perspektîfeke zanistî ku bikaribe motîvasyona mirovî di reftarên zarokan de pêş bixin.[1]