=KTML_Bold=Di Radyoya Swêdê de Dawîbûna Weşana Kurdî û Medyaya Serbixwe=KTML_End=
Evîndar Bîçen
#Radyoya# Swêdê ragehand ku ji ber sedemên ”sînordarkirina lêçûnan” dê beşa kurdî ya radyoyê bigirin. Li gor daxuyanîyê dê ev biryar ji 1ê Avrêla 2024an pê de derbazdar bibe. Beşa kurdî ya berbehs di sala 2001an hatibû vekirin û tê de weşanên soranî û kurmancî têne kirin. Li dû vê yekê nivîskara Nûhev Medyayê ya li Swêdê Evîndar Bîçen li ser navê Nûhevê bi Lorîn Îbrahîm Berzencî re hevpeyînek pêk anî ku ew, yek ji rêvebirên beşa kurdî ye di Radyoya Swêdê de.
Keda 23 Salan – Beşa Kurdî ya Radyoya Swêdê tê girtin
Wesa xuya ye ku her wekî sola borî, îsal jî ji bo me kurdan sala têkoşînekê ye li Swêdê. Di 31ê Çileyê de Radyoya Swêdê ragihand ku beşa kurdî ya Radyoya Swêdê dê ji yekê meha Avrêlê pê de bê girtin. Em jî îroj vê yekê wekî malbata Nûhev Medyayê bi xemginîyek mezin bi we re parve dikin. Rojnamevanîya kurdî li her alîyê cîhanê di nav têkoşîneke de ye û dîsa îro wek Nûhev Medyayê me li deriyê Radyoya Swêdê da, da ku em bibin dengê rojnamevanîya kurdî û piştgiriya têkoşîna hev bikin.
Lorîn Îbrahîm Berzencî ku di Radyoya Swêdê derojnamevana redaksiyona kurdî ye, li weşana nûçeya Ekotê ye dibêje: ”Ev keda 23 salan e. Hebûna me û zimanê kurdî ya di nav public servîsa (xizmeta giştî) Swêdê de serkeftin û rûmeteke mezin e ji bo me.”
=KTML_Bold=– Tu dikarî ji me re behsa xwe, destpêka serborîya xwe ya li gel Swêdê û Beşa Kurdî ya Radyoya Swêdê bikî?=KTML_End=
Ez jî Lorîn Îbrahîm Berzencî ku rojnamevanîyê dikim, tê bîra min di bihara 2006 de ez hatim. 26 salî bûm wê çaxê, ez ciwan bûm min digot wow ew çi beşeke wisa xweş e bi kurdî. Ruheke min ê kurdewar hebû lê haya min qet ji rojnamegerîye nebû. Xwendina min a bingehin Rojhilata Navîn e, zaniyariyen der bareyê Rojhilata Navîn de bi îxtisasa siyaset û ziman. Min bi kurmancî, soranî, farisî û erebî xwend lê min got ka ez ê biceribînim, ji wê çaxê de asê mam li vê derê. Ji evinekê zêde û hezekê zêdetir ez heyrana beşa kurdî me bi rastî. Ev hijdeh sal in em dikarin bêjin, yanê em kurd. Ez di malbatekê de mezin bûm ku pirsa kurd nasnameya kurd gelek giring e û îca ev a ku em li vê derê dikin em ne bi tenê xizmeta kurdan dikin em xizmeta zimanê kurdî, rojnamegeriya kurdî dikin. Ji ber wê ji ew qas sal in ez mam li vê derê.
=KTML_Bold=– Lorîn Xan, wesa difikirim bi qasî min şopînerên me jî çîroka te û ya Radyoya Swêdê mereq dikin. Tu dikarî ji me re hinekî behsa xwe û Radyoya Swêdê bikî?=KTML_End=
Radyoya me beşa kurdî ya Radyoya Swêdê ye û di sala 2001ê de ava bû û dest bi weşana xwe ye yekem kir. Yanî ew 23 sal in em hene. Lê gava me dest pê kir ne bi vî avayî û formî ku em niha pê ve mijûl in kar dikir. Helbet destpêka wê bi avayekê din bû, pêşketinên wê bi salan ve hate guhartin, naveroka bernameyên me, kesên ku tê de jî kar kirine ew jî hatin guhartin. Di destpêkê de em magasîn bûn, weşanên me yên zindî hebûn bi nîv saetan di rojê de. Fokûsa me her kurdên Swêdê bû.
Her weha jî mijarên sereke û giring ku di civaka Swêdê de dibin me bi kurdî radigihand bo kurdên Swêdê bi kurdî. Radyoya Swêdê bi xwe jî public servîs e dikarim bêjim ku di xizmeta millet de ye û ne giredayî alîyên sîyasî yan olî ye. Divê çendîn xal hene pêk binîn. Yek ji wan jî ew e ku dive balans (hevsengî) hebe di navbera hevpeyvînên em dikin ku jin, mêr, zarok, pîr û mezin hebin. Divê em hemû van tiştan li ber çav bigirin her dem. Lewma jî ev serbilindiyek bû ji bo me ku beşek kurdî di public servîsa Swêdî de hebe. Wekî ez dizanim wekî em hemû dizanin bi tenê ev public servîsa kurdî heye di tevahî cîhanê de. Ji ber vê jî ev xemginîyek mezin e ji bo me ku ev biryara ku wê bê girtin.
=KTML_Bold=– Ew kontakta di navbera nûçeyên swêdî û yên Kurdî de çawa bû, hûn di bin banê wê de bûn an jî girêdayî wê nîvserbixwe bûn?=KTML_End=
Berî ez derbasî wê bibim ev salên dawî em edî bi beşên nûçeyen Swêdê ve hatin girêdan. Helbet ew jî em dikarin bêjîn ji beşên herî giringtir in medyaya swêdî de di warê ragihandina nûçeyan de ku jê re dibêjin Ekot. Ew jî eger em berê serbilind bûn em zedetir pê serbilind bûn. Lê mesele çi ye? vê carê fokusa me giringiya me hemû li ser kurdên Swêdê ne, ku em nûçeyên swêdî bi zimanê kurdî bigihînin kurden nû hatine Swêde. Her weha êş û pirs û jiyana wan jî bi rêya me derbasî çapemaniya swedî bi zimanî swedî bikin. Yanê hem bi kurdî hem bi swedî em vî karî dikin. Lewma jî rola me di vê yekê de pir giring e. hem li berhember kurdan hem jî civaka swedî û radyoya swedî bi gistî.
Ji ber wê jî min got ji ber ku em bi wî çavê giring li xwe dinêrin xemginiyên me jî pir pir mezin in; bêsinor mezin in. Bi rastî heta niha jî em di şokê de ne. Heta ji me tê em li ber xwe jî didin em dixwazin bi hemû berpirsiyaran re biaxivin tesîrekê bikin, lê heta radeyekê tiştin heye em dikarin li ber xwe bidin hin tiştan jî em dikarin tesirê lê bikin.
=KTML_Bold=– Hûn biryara girtina beşa kurdî çawa dinirxînin? Hinceta wan çi bû? Ji bo me kurdan û her weha Swêdê tê çi wateyê? Li gorî we sedema li pişt vê biryarê çi ye?=KTML_End=
Ya ku bi fermî ji me re hatiye gotin ew e ku mebesta hebêna beşa kurdî li ser du xalan bû. Ew e ku pewistiya grûba kurdan li Swêdê heye bi nûçeyên bi zimanê kurdî û gelo gelek penaberên kurd têne Swêdê êdî yan na? Li gor wan edî kurdên li Swêdê êdî ew qas tevlî civaka Swêdê bêne, yanê entegre bûne êdî pewîstî bi vê yekê nemaye. Ne bi wê pewîstiyê ne ku êdî nûçeyên swedî bi zimanên xwe bibihîzin; êdî dikarin bi swêdî bibihîzin. Ev xala yekem e. Ya duyem edî penaberên kurd nayên Swêdê, kêm bêne. Ji ber wê jî pewîstîya kurdên Swêdê bi taybetî jî kurdên nû hatine pewîstîya wan bi ragihandina zimanê kurdî nîne.
Helbet em vê jî bîr nekin çima em hatine hilbijartin ew bi xwe di bingehê de Radyoya Swêdî bi giştî ji aliîyê aborî ve dixwaze xwe biparêze, çend birînên aborî çêbikin ku bikarin debar bikin. Ev jî hêlandina perayan e, wekî dibêjin ew jî tesîr li beşa kurdî lê em ji bîr nekin ji bilî me du beşên demkî hebûn; beşa tigrinê (Zimanê Tigrinya) xelkê Etiyopyayê û Rusî ew jî tên girtin. Lê helbet beşa kurdî ev 23 sal in bi awayekî sabit û rûnistî hebû di radyoya Swêdê de. Yên din çend salên dawî hatin. Ew jî bi awayekî demkî bû yanî her dirêj dikirin ew peyman. Lê ew hemû di çarçoveya pirsa aborî û tesîra li ser Radyoya Swedê bûne dixwazin pere deynin ser hev û aboriya xwe têxin balance, ji wî aliyî de mecbûr bûn karmendan û beşinan hilbijêrin û bigirin. Esas bingeha wan ew herduk bûn bo beşa kurdî.
=KTML_Bold=Eleqeya gelê kurd bi Radyoyê Swêdê re çawa bû?=KTML_End=
Ez dikarim vê bêjim di beşên pir Swêdî de ku giredayî beşa nûçeyên Swêdê Ekotê beşa kurdî ji wan beşan e ku bi taybetî beşa me ye soranî behtir ji yên kurmancî girêdanên me pir qewî û xurt in bi guhdarên me re. Hem li ser medyaya civakî û hem jî di aliyê danûstandinê û telefonê de ez dikarim bêjim kêm radaksiyon hene di Radyoya Swêdê de ku ew pewvendî û danûstadinên wilo bi hêz samîm hebin bi guhdarvanên xwe re û yeka jî bêguman di naveroka bernameyen me de tên bihîstin û dîtin. Hem di beşa kurdî de hem jî ew bernameyên ku em radigihînin bi swêdî. Ev yek ji hêza me ye û ji quweta beşa kurdî ye.
=KTML_Bold=– Tu bi xwe jî dizanî medya xwedîyê roleke mezin e di civakê de. Li gorî te rola beşa kurdî ya Radyoya Swêdê çi bû û ev biryara girtinê dê çi encaman bi xwe re bîne?=KTML_End=
Birevebiriya Radyoya Swêdê çawa difikire çawa hizir dikin ew pirsek ji wan re ye: Lê ez dikarim bêjim di van salên dawî de atmosferek jingehek di civaka swêdê de çebûye bi pirsên civakî yên gelek hesas û giring. Wekî nimûne pirsa ew kampanyaya li dijî Swêdê, ya hem li hundirê Swêdê û ya li derveyî welat yek ji wan pirsan e; ya din jî tewankari û kriminalite ye agahî ye der barê vê de.
Lê her weha pirsên di Rojhelata Navîn de ku deng vedidin li Swêdê di nav kurdên Swêdê de û civaka swêdî de ji wî aliyî ve ez dibînim rola me pir pir giring bû. Hem me deng û ragihandinek bêaliyane û balanskirî radighand û me deng û nêrînen guhdarên xwe digihand swêdiyan û civaka swêdê. Îca ew pira ku em rolek bên tê de pir pir giring dibînim. Ji wî aliyî ve girtina vê beşê ez dibêjim wê xisareteke pir mezin be. Beriya her tiştî li rojnamegeriya kurdî li kurdên Swêdê û di Radyoya Swêdê bi giştî.
Bi rastî îro hem ez hem hevkarên min ên heja ku ev gelek sal in em bi hev re kar dikin ê êdî bûne wekî malbat piştgiriya ku guhdarên me heta niha nîşanî me dan dilê me diheline, em pir pir serbilind in bi wan û gelekî keyfxweş in ku ew qas sal in li me guhdar kirine. Nêrin û gotinên xwe helbet digihinin me. Le bi nêrînên xwe her weha bigihînin kesê berpirs jî da ku bizanin rola me çi bû ji wan re: lê heta niha em gelekî keyfxweş in û spasdar in piştgirî û hezkirina heta niha nîşanî me dane.
[1]