Çîrok ji bo zarokan pir girîng e, ji ber ku nirx û prensîban di nav wan de dihêle û aliyên hestî, derûnî û giyanî yên kesayetiya wan pêş dixe. (MIRAC Ehmed (2019), «Çîrok û Rola Wê Di Wêjeya Zarokan De» 19 r)
Jiyan ne hêsan e û rê ne ji her kesî re vekiriye, her tim astengî û zehmetî hene ku her kes bê cudahî tê re derbas dibin. Zarok jî ji van zehmetiyan ne cuda ne û dê rojekê ew jî li rastî van zehmetiyên jiyanê werin, lewma çîrokên ku di navbera wan de nirx û ehlaqên bikêr hene, bêguman dê alîkariya wî/wê bike ku li ber xwe bidin.
Dema ku dê û bav ji zarokê re çîrokên ku hestan radixe ber çavan dixwînin, ev yek ji zarok re dibe alîkar ku hestên xwe yên cuda fam bikin û qebûl bikin. Ji xwe bêtir agahdar dibe û fêhim dike ku zarokên din ên mîna wî/wê hene ku xwedî heman hestan in û ew ne bi tenê ye.
Bi riya çîrokan, zarok dikare zûtir ji hevalên xwe yên dibistanê fêrî xwendinê bibe, bi vî rengî ew ê bi xwe bawertir bibe û bêtir bikaribe bi çalakiyên cûrbecûr yên dibistanê re têkildar bibe û beşdar bibe. Herwisa li sayeya çîrokan zarok dikare ezmûnên binirx û cur bi cur fêr bibe, ku ev jî dibe sedema hindê ku pêşeng be di çalakiyên qonaxên xwendin û jiyanê û encama wî jî çêbûna xwe baweriyek mikum e.
Hin çîrok jî hene dikarin bi awayekî neyînî bandorê li kesayetiya zarok bike. Ango bûyer, tevger û karekterên tê de bi awayekî neyînî dikare bihêle zarok kesayetekî jixwe nebawer, tirsonek, diz û wek hovan tevbigere. Mînakên vê yekê di çîrokên Şimika Zêrîn, Zerka Zêran û çîroka Newrozê (Ara Zarok a 2`an a Şimikazêrîn. Zerka Zêran., çîroka Newrozê.) ku têde zarok binekftî bi zincîrê girêdayî û du mar li dora wan dike wan bixwe. Lewma çîrokên ji wan re bên xwendin divê li gorî ezmûnên jiyana wan be.[1]