=KTML_Bold=Kurd Teawin we #Teraqî Cemîyetî#=KTML_End=
Xelat Ertoşî
Komela Teawin û #Tereqî# ya Kurdî (Kürt Teawin we Teraqi Cemiyeti) piştî Şoreşa Destûrî di 19ê Eylûla 1908an de bi rengekê fermî hate damezirandin û heman rojê daxwaza xwe ji bo damezirandinê pêşkêşî hikûmetê kirin.. Di 25ê Eylûlê de bi fermî baregaya xwe li Stenbolê vekirin.
Damezirênerên wê pêk hatibûn ji: Seyîd Ebdulqadirê kurê Şêx Ebdullahê Nêrîyê, Emîn Elî kurê Mîr Bedirxan, General Şerîf Paşa, Damad Mişîr Ehmed (Zulkefl) Paşa, Xelîl Xeyalîyê Modanî, Mîr Katibîzade Ehmed Cemîl Paşa yê Dîyarbekirî, Ehmed Ramiz Kurdîzade, Dr. Şukrî Mihemed Segban, Neîm Baban, Seîd Nûrsî, Hacî Tewfîq(Pîremêrd), Mithed Bedirxan, Seyfûllah Beg mebûsê Erziromê, Taha Efendî mebûsê Hekarî, Kamil Bedirxan Ebdurrehman Beg, mebûsê Gencê Mihemed Efendî, Mîr Seyfedînzade, Hisên Ewnî Beg, Mîra Ala Mehmûd Beg, Mihemed Fayiq Efendî û çend kesên dîtir.
Serokê komelê, Şêx Ebduqadirê Nêrîyê û serokê Duyem Mişîr Ehmed (Zulkefl) Paşa bû û li dû madeya heftê ji programa serokatîyê Ebdulqadir Nêrîyê hindî sax be ew dê serokê komelê be: “Komela me hezreta Seyîd Ebdulqadir Efendî kurê Şêx Ebdullahê bi serokê yekem û…. Damad Ehmed Paşa Îsmaîl Paşazade bû serokê duwê, û serokatîya êkê hindî yê sax bît û berovajî vê êkê dê Ehmed Paşa serokatîyê bo wekalet wergirît.” Her wek di kovara (Kurd Teawin we Tereqî Xezetesî) da organa navendî ya komaleyê da hatîye serokê duyem ê fexrî ye.
Ev komele ji sê lîjneyan pêk dihat: Lîjneya istişarî, ji çil kesan pêk dihat û bîst û pênc kes jê şêx û eşref û rewşenbîrên kurd bûn. Divîya ew kes xwudanşîyan û kesayetî bin û divîya niştecihên Stenbolê bin û jîyê wan ji bîst û pênc salan kêmtir nebe û xwudan rewşek baş bin û çi caran ji ber bêrewşîyê nehatibine sizadan û zana bin. Lijneya rêveberî, ji pazdeh kesan pêk dihat, ji alim û şêx û rewşenbîrên kurdan divêt hatiban helbijartin û niştecihên Stenbolê bin û jîyê wan ji bîst û pênc salan kêmtir neban û kurdî û tirkî xwendevan be û eger kurdî jî nezane divêt zimanekê dîtir baş bizane. Lijneya giştî ‘emûmîye, ji her du lijneyên serî pêk dihat. Du salan carekê kom dibe û bi dengdana nihînî dihêne helbijartin û du salan carekê helbijartin dihêne kirin û demê kombûnê nabe hejmara wan ji du sed kesan kêmtir be.
Yekem helbijartina lîjneya rêveberîyê li Mizgefta Ayasofyayê û bi dengdana nihênî hate kirin û Neîm Baban piranîya dengan bi dest xwe ve îna. Paşê Emîn Elî Bedirxan û Zihnî Paşa Babanzade û Xelîl Xeyalî, Ehmed Cemîl Dîyarbekirî û Ehmed Ramiz Licî hatine helbijartin. Her wesa vê komelê şîya çendîn şaxan li bajêrên mezin û zor giring veke, mîna Dîyarbekir, Bidlîs, Mûş, Mûsil, Bexda, Silêmanî, Erzirom, Xinis, ku li dû programa wan benda 17ê komele dê li wilayat û senceqan û qezayên ku kurd lê hene şaxan veke. Ev şax bi navenda komelê li Stenbolê girêdayî bûn û divîya li dû şîret û raspardên wê kar kiribin û bi egera dûratîya van klûban di gel yek, peywendîyên wan xurt nebûn, lê şîyan li her devereka biçûk jî şane û nadîyên biçûktir vekin.
Eger çi ev komele neşîya bigehe pileya rêkxiraweka sîyasî bi têgeha evro ku xwudan îdeolojî û bernameyeka dîyar û berçav be. Çunkî divê komelê da rewşenbîr û welatparêzên kurd xwudan bîr û bawerên curawcur bûn, cihê xwe girtibûn û wesa hizir dikirin karên bi rêka bizavên komelayetî û ferhengî û xêrxwazane û rewşenbîrkirina hizira kurdan bi rêka fêrkirinê dê rê ji bo bizava sîyasî ya kurdan di ayendê da xweş bikin.
Armancên vê komelê digel hindê ku bi xwe komeleyeka redîkalî nebû, li dûmahîyê serbixweya kurdan bû. Di heman demê da ruxsareka sîyasî û reformîstî pê ve dîyar bû. Her wek di programa wan da dîyar e ku kurd wefadarîya xwe ji bo desthelata xelefeta mezin û xelîfeyî dîyar dikin û fîdakarî di rêka parastina yekîtîya Împeretorîyeta Osmanî yek ji armancên vê komelê bûye û çi armancên cudaxwazîyê nebûyîne. Her wesa bizav dikirin ku peywendîyên baş û birayane di gel hevwelatîyên ermen û nestûrî û miletên dîtir di nav Împeretorîyeta Osmanî da çêbikin. Nehêlana nakokî û milmilanê di navbera hozan da û yek parçekirina rêzên miletî û vekirina rêkên pêşkeftî bersîngê wan ji armancên xwe danîne. Her wesa vê komelê armanceka xwe ya serekî belavkirina pêşkeftin û fêkirinê û zanînê di biwarên pêşesazî û bazirganî û çandinê da daye dîyarkirin.
Li dû beyannameyekê vê komelê armanca xwe ya dabînkirina gerentîyê ji bo gelê kurd ê resen da ku bişêt di dahatê da berev asûdeyê û tenahîyê biçe. Her wesa belavkirina kovar û rojname û tûre û mêjûya kurdî û çapkirina pirtûkan bi zimanê kurdî û danîna zankoyan û vekirina dibistanan û hebûna nûnerên kurdan berdewam di meclîsê da… ji armancên xwe dîyar kirine û ji bo vê mebestê jî piştî qedexekirina bizavên vê komelê, berê dane rêkên zanistî û ji bo belavkirina rewşenbîrîya kurdî (Kurd Neşir Mearif Cemîyetî) damezirandin û li destpêka sala 1910’an jî dibistaneka kurdî bi navê Kurd Nimûne Mektebî Îbtîdaîsî – Meşrûtîyet ji bo zarokên kurdan li Stenbolê vekirin.
Vê komelê di armancên xwe da daxwaza yeksanîya gelên Osmanî kirîye ku çi gel li ser çi gelên dîtir zal nebin û daxwaza hikûmeta merkezî û dana desthelata zêdetir ji bo wilayetan derbirîne, ji bo vê meremê jî peywendî bi welatparêzên ereb û ermen jî kirine da ku xebatek hevpişk bikin li dijî dîktatorîyet û sîyaseta regezperistane ya Komela Îtihad û Tereqî.
Her wek Safiristîyan dinivîse ku vê komelê bizav dikir leşkerekê kurdî yê yekgirtî ji hemî hozên kurd pêk bîne. Her wek li Bidlîsê şaneyên leşkerî dirust kirî. Ji layekê dî ve di armancên xwe da çavxişandinek di kar û barê aborî da hebû û bizavek dikirin ku ji bo karêxistina sermayeyê kurdan benka li deverên Kurdistanê vekin. Bi egera bizavên berfireh û piştgêrîya berçav a kurdan jê, Komela Teawin û Tereqî li cem komel û rêkxirawên ereb û tirk û ermen, wekû nûneran rasteqîneya kurdan dihate nîyasîn. Heta di bersiva birûska vekirina vê komelê da bi fermî dewleta Brîtanya pîrozbayî li vê komelê kir û yekem komela kurdî bû ku kêşa rizgarîxwaz a kurdî gehandîye cihê wê yê hejayî.
Serencam piştî rûdana 13ê Nîsana 1909an ev komele jî mîna komelên dî yên ne tirk hate dayêxistin. Lê wan berdewamî bi bizavên xwe bi rengekê nihênî dan û hejmareka baş jê çûne di nav Komela Hîvî’yê da û serencam careka dî piştî Şerê Cîhanê yê Yekem li Stenbolê Komela Tealî ya Kurdistanê damezirandin.
Çavkanî:
Prof. Dr. Elî Teter Nêrweyî, Bizava Sîyasî li Kurdistanê 1908-1927, Dezgeha Spîrêz ya Çap û Weşanê, Çapa Duyem, Dihok, r.85-93.
[1]