=KTML_Bold=Dengekî Wendabûyî : #Serap# Sonmez=KTML_End=
Cahîde Atilgan
Dengek, newayek, bêyî ku xaka jê çêbûyî hay jê hebe, di nav wan çîya û dol û newalên bikok û bibingeh da wekî çirûskekê, wekî lawînîyekê, wekî xweşiktîyeke veşartî belav dibe. Bi her awayî hêmayên ruhîyeta Dêrsimê, heybeta qêrîna Mûnzûrê ji dûr ve xwîya dibe di sekna dengê “Serap Sonmez”ê de. Serap, ji salên nodî heta destpêka du hezaran di nav çend komên kurd da cîh digire û bi taybetmendîya dengê xwe ji bo hunera kurdî pêngavek ezamet avêtîye, kêlîyeka girîng lê zêde dike û gelek kesan dike muptelayê dengê xwe. Herî zêde jî bi klîba xwe ya bi navê “Rindê” wek tiştekî tekane ji hunera kurdî re dike mînakeka xwedî esil. Bawer im kesên wek min zarokatîya wan bi vî dengî derbas bûye û kesên ku ev deng hîskirî piranî dê heman awayî bifikirin.
Ez her gava ku guhdarî lê dikim û li ser difikirim bêşik, bi van fikir û hizrên xwe qayîl dibim. Kêm dengan heta niha qasî dengê Serap Sonmezê wisa têr û kûr tesîr li ser min kirîye. Her gava dengê wê tê guhê min, hestek cuda dikeve dilê min û bêhemdî xwe kelogirî dibim.
Hemû xweşî, nexweşî û dînîtîyên zarokatîya min di ber çavên min re derbas dibin. Pênaseyek lê nayê kirin… Pêjna wê bi saetan di dil û mejîyê mirovî de deng vedide. Di heman kêlîyê de nizanim mirov dikeve nava çend hest û fikaran. Bi tesîrkerîya dengê wê, gîyanê vê xakê, aqil û hemû bedena mirovî bixwe ve dipêçe, zevt dike û hişên mirovî bi bayê xwe re, ber bi bihuşteke cuda ve dibe û çend giriftên jiyana mirovî, li ber çavên mirovî di sêwirîne!. Dengê wê, wek şorereşgerekê/î, weka soyeka bi keskesor hevrêtîyê dike bi hêza vîna jîna mirovî re.
Di destpêka salên du hezaran her çiqas di nava çend projeyan da cîh girtî be jî Serapê, piştî wan çend projeyan, ew dengê wisa xweştirîn û bê hevta dûr ket ji me û mixabin em ji wê sewtê man bêpar û xalek ji muzîka kurdî kêm bû. Belkî kurdan qîmeta hunera wê nezanî be, belkî hê jî haya wan ji vê wendabûnê nebe lê Serapê jî guh neda banga hezkirî û hezmetkarên xwe û qasî em dizanin dev ji muzîkê berdaye.
Hêvîya gelekan ji me ew e ku rojekê Serap rahêje gîtara xwe û bi dengê xwe yê zîz, bi porê xwe yê kurt û spîlî, qêr bike Qîza Helebçe yan jî Sînêyê; bîrewerîyên me li ber çavên me zindî bike û dil û rûyê me geş bike.
[1]