Gava mirov behsa wêjeya zarokan û girîngiya xwendina çîrok, roman, lîstok, mamik û hwd ji bo wan dike, divê serê pêşîn serî li zarok û zarokatiyê bide û rewşa jiyana wan ji hev cuda bike. Helbet li her bajarekî zarok li gorî azadiya ku jê re hatiye veqetandin di nava malbatên xwe de dijîn. Ango li her welatekî zarok li gorî derfetên xwe dijî. Zarokên kurdan ji her alî ve cudahiyên wan ji zarokên miletên din hene.
Zarokên kurdan ji berê ve û di seranserê dîroka dê û bavên wan de, rastî komkujî, tunekirin û talankirinê hatine. Her tim di nava şer û cengê jiyanê de ne. Bê dê û bav, xwarin û vexwarin û cihê razanê mane. Rast e ku li hemû cîhanê di şerê cîhanî yê yekem û duyem de û beriya wê û li pey wê, di hin şeran û zilm û zoriyeke jiyana xwe de zarokan zarokatiya xwe ji dest da, lê ev yek nedomiye û zarok di rojên normal de bi mafên xwe û azadiya zarokatî û jiyana xwe jiyane.
Ev yek li gel zarokên kurdan nebûye. Zarokên kurdan di destpêkirina jiyana xwe û ta kêliya ku dimire jî di zehmetiyan de dijî. Ji ber mirina xwe jî, ev ne mirineke jixweber e. Mînakên van yekan gelek in. Şewata sînemaya Amûdê li Rojavayê Kurdistanê, komkujiya Şengalê, komkujiya Kobaniyê û bi sedan komkujiyên ku di dîroka kurdan de nayêne jibîrkirin û talankirinên wiha, di nav wan de derbas bûne.
Ev hemû sedem, bûn sedemên ku wêjeya zarokan a kurdan ji ya cîhanî paştir bimîne. Her çendî di nava kurdan de wêje li pêş bûya jî û bi hezaran çîrok ji bo zarokan bihata nivîsîn, dê û bavan dê nekaribûya ji zarokên xwe re ew bistandana û bi hişmedî û xeyaleke fireh ji wan re bixwendana.
Lê tevî van hemû sedeman, dîsa jî zarokên kurdan ji wêjeyê bêpar nemane û di her serdemê de li ber xwe dane û pêşketinekê ava kirine. Ji xwe mînaka vê yekê jî li ber çavan e, ew jî derketina bi dehan nivîskarên kurd û nivîsîna wan bi zimanê kurdî ye tevî hemû qedexeyan. [1]