Navê Tevgerî: Hogir kobanî
Nav û Paşnav: Husên Mislim Celade
Dîroka jidayîkbûnê: ...
Dîroka Şehadetê: #27-07-2013#
Cihê jidayîkbûnê: Kobanî
Cihê şehadetê: Qamişlo
Şehîd Hogir kobanî
Husên muslim Cerade
Li Gundê metînê di malbateke welatparêz de hate dinê xwendina xwe ya seretayî li Gundê metînê temam kir û ya navîn li reqa yê dewam kir û ya amedayî jî li reqa temam kir derbasî zanîngeha helebê bû beşê endiziyarî bû li efrînê di 2010 e de hat girtin ji aliyê istîxbaratê rêcîma bas de û 9 mehan li girtîgeha rêcîmê de ma piştî serbest hat berdan tevlî refê gerîla bû û derbasî ciyayê azad bû dema ku şoreşa rojava dest pêkir vegeriya rojava û jibo parastina rojava û gelê me gelek cihanda kar xebat da meşandin gelek xebat jibo xwendekaran da meşandin û di avakirna konfedresiyona xwendekaran de wek sazmenkar rola xwe lîst û ji bo rêxstin kirina wan li gelek zanîngehan li heleb û lazqiyê her wiha li zanîngeha reqa û hesekê gelek xebat dan meşandin û hazretiya kongera xwendekaran dikir lê wê demê kantona cizîrê rastî êrîşa hêzên çete dihat wî û gelek hevalê wî jibo parastina gelê me bi qehremanî li pêş wan seknîn di dîroka 27-07-2013 li girhokê gihîşt asta şehadetê û bû sembola jibo azadîxwezan û bû pakrewanê doza azadiyê.
Şehîd; ewên ku meseleya serhildanê pêşxistine û temsîla wê dikin, ji bo wê jî erka meye ku em mafê wan neçewisînin, ji ber ku xwîna wan ne erzane! Şehîd xwediyê dilên pak û zelalin, ewin yên ku têgihiştin heqîqetê û xwestin pêkbînin û bi pêkanîna wê xwe Fîda kirin. Doza ku mezin dibe û bi xwîna şehîdan tê avdan, tu mirov nikare zirarê bide. Bisaya şehîdên me, me li dijî mirinê serî hilda û me jiyaneke bê mirin afirand.
Çavkanî: Ji hevpeyvîna bi Bekir El-Cerade re
[1]