Gava ku welatek pîr dibe
Ez hîn di malzaroka dayîka xwe de bûm, min dengê zilxitan ji derve dibihîst, ji aliyekê kêfxweş bûm û ji aliyekî xemgîn bûm, xemgîniya min jî ji ber birayê min bû, gava ku beriya 45 salan xwedê ew da, piştê neh mehan, mir. Ez di wê tayê de bûm, lê her tim hêviyan di nava dilê min de eşqin dida. Sala yekê bavê min ji min re solek kirî da ku ez bi rihetî pêlî vê axê bikim, sala duyem ji min re kirasek kirî da ku ez di nava cemaetan de xwe bibînim ku vaye rengê cilên min jî xweşik in.
Sala sisiya bavê min nasnameya min qeyt kir, tevî ku ta niha jî hinek kes dibêjin ez heme û hinek jî dibêjin na ez tune me, û tew hinek jî min wî alî nahesibînin.
sala çaran cilên min ji min şiqitandin, ez birîn birînî kirim, xwîşk û birayê min ji bo min bûne sitare, ez ji derbên xedar rizgar kirim, tevî ku niha dikulim ê çend xwîşk û birayên min ne li gel min in jî hîna dimeşim.
ji sala pêncan û şûne ve, diya min pênûsek da dest min û ez li dibistanê qeyt kirim, êdî bi awayekî fermî û rihetî her kesî xwe nêzî dilê min dikir û wisa dilxweş dibûm, gava ku min didît birayê min yê biçûk bûye wezîr û li ser sekoya wezaretê daxuyaniyê dide şanaz bê, her çendî min jê re digot hîna zû ye garafêta te ji bedena te biçûktire jî, lê ew bi israr bû ku gerafêta cîranê me xelo jê bistîne ê pê daxuyaniyan bide. Min jê re digot jî haa, welleh wê Xelo te li ser va garafêta xwe bireqisîne.
piştî sala şeşan gava ku mamosteya me tîpên bav û kalên me bilêv dikir û di bera qala çend mafan jî dikir, min didît ku xwîşka min li malê dawa pir tiştan dikir, tîpan xwe bi hev re zimanî wê dagîr kiribê, hingê ez tevlihev mam, ma gelo ez zû mezin dibime van tiştan dibînim, lê dem teng e?
ji sala heftan û şûn ve birayê min ê mezin nameya li ser wahtsapê dişandin, geh digot divê tu bi solên lastîkî bigerînî û geh jî digot divê tu bi qunderan lê bi qumaşê sola lastîkî bigerî, hingê li vir jî birayê min yê biçûktir heyîyî, carinan tew ez bi xas digerandin û xelk li min û xwe ra dikirin tamaşê
Ji sala heştan û şûn ve, êdî bazar li ser, zik û xwarina min jî dihat kirin, genimê min a kalikê min beriya 5000 hezar ji min re wek mîrate vedişart, heza bi mîza min be jî li aliyê rojhilatê bajêr dihat firotin û min nema çilkek mîza xwe didît.
çi bikim loo, gava ku ez bûme neh sal min nû nas kir û mirov çawa hev dixwin bira birayê xwe dixwe, hinek hinekan dixwin pê zikê wan qelew dibe û hinek li hestiya digerin nabînin, çermê xwe dialêsin, xwe dialêsin û dikin ku ji birçîbûnan re bimrin. Birayê min ê daxuyanîbêj loma jê nakim ew jî nema dikarî gotinan xwe yên sefkirî ji hev derxe.
Di sala xwe ya dehan de piştî ku êdî dengê min qalid dibû û xortik dibû, dê û bavê ji min aciz dibû û ez jî ji dê, bav, bira ê xwîşkên xwe aciz dibûm. Tevî ku min aliyekî kenê li ser lêvên wan didît jî lê mîna dolabekî li dora hev diziviriyan. Hero du ro mîna hero, ma naxwazim min li ser destê xwe bigerînin, lê mixabin nizanin bimeşin, ku dimeşin jî çavên xwe digirin, gava ku yek ji wan re dibêje çavên xwe vekin, êdî dikul in. xerabiyan çavî li hev e, gava ku bavê min êvarê tiştekî dibêjin, sibehî jî diya min tiştekî din dibêje. heta ku êvar dibe dê û bavê min dixwazin vê meselê çareser bikin, em hew pê dihesin ku birayê min li dera hanê bi teşka xwe de rî ye.
çênabe ji bilî bi ta û deziyek saxlem, dikim bikevim sala xwe ya yazdem, lê li ser edê solên cîranên xwe nabînim hinek bi xas çûne ber axê, hinek bi xas li erebeyên reş siwar bûne, hinek bi xas her du lingên xwe ji hev vekirine û hinekî tu ne dizanî sol di ligên wan de ne û ne jî na. Çend sor û spî mane ew jî di nav van komesolan de tar û war bûne. Ya ku ez ku dizanim her solek min li cihekî bê û bi navê min pê diavêtin hev û îman hev derdixistin, û termê min di nav wan solên rengrengî dihat xuyakirin. Li benda dara tûyê min ku vê çîroka min ji hev derxe.