Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  582,081
Wêne
  123,209
Pirtûk PDF
  22,020
Faylên peywendîdar
  124,347
Video
  2,187
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
315,561
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,142
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,630
عربي - Arabic 
43,332
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,339
فارسی - Farsi 
15,454
English - English 
8,495
Türkçe - Turkish 
3,818
Deutsch - German 
2,018
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,487
Cih 
1,172
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,814
Kurtelêkolîn 
6,748
Şehîdan 
4,490
Enfalkirî 
4,682
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,174
PDF 
34,580
MP4 
3,799
IMG 
232,007
∑   Hemû bi hev re 
271,560
Lêgerîna naverokê
Li ku derê şer hebe divê jin bibe beşek ji çareseriyê
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Zanyarîya me ji bo hemî dem û cihan e!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Li ku derê şer hebe divê jin bibe beşek ji çareseriyê
Li ku derê şer hebe divê jin bibe beşek ji çareseriyê
=KTML_Bold=Li ku derê şer hebe divê #jin# bibe beşek ji çareseriyê=KTML_End=
Hêvîdar XALID

Ji sedên salan ve herêma Rojhilata Navîn di nava şerekî dijwar de ye. Şerê ku hîna dewam dike û di dîrokê de mîna wê rû nedaye, bûye sedema felaketên mezin û qeyranên siyasî, aborî û mirovî.
Sedema şerê ku rû dide nakokiyên li ser desthilatê ne. Lê di dema dawîn de ev şer rêyeke din girt ku li dû xwe şopên wêraniyê û bandorên wan li ser gelên herêmê hiştin û gel xistiye nava çiravekê ku zehmet e jê derbikeve. Alozî gûrtir dibin û pêşbaziya li ser bidestxistina qezenciyan navbera aliyên herêmî û navneteweyî, di serî de DAY, Rûsya, Çînê, welatên Ewropa, gelek lîstikvanên herêmî yên dixwazin bazirganiyê bi doza gelan bikin û cihekî xwe li herêmê zêde dibe. Ev alî sûdê ji rewşa heyî digirin da ku armancên xwe pêk bînin û berjewendiyên xwe biparêzin, piştre jî dixwazin lihevkirin û bazaran pêk bînin. Ev alî qaşo ji bo dîtina çareseriyan ji pirsgirêkan û pêkanîna ewlehî, aramî û aştiyê, tenê sozên derew didin. Lê guh nadin soz û peymanên ji bo pêkanîna pêvajoya aştiyê û çareseriyên ku xwe dispêrin rêgezên demokrasiyê yên hemû alî jê razî ne.

Ji dozên herî girîng ên ku heta niha bê çareserî ne, pirsgirêka Kurd û pirsgirêka Filistînê ye. Her du pirsgirêk heta radeyeke mezin dişibihin hev. A niha Xeza rojeva tevahî dezgehên ragihaninê yên herêmî û navneteweyî ye. Rewşa heyî ya Xezayê encamên siyasetên wan hêzên ku bazirganiyê bi vê dozê dikin e. Propagenda û dirûşmên serketina gelê wê û mafên wan ên rewa di bin kavilên topbaran û êrişên hewayî de mane. Kesên ku bazirganiyê bi vî gelî dikin, ji bo rawestandina şer, bêdeng in. Di encamê de gelên azadîxwaz dibin qurbanên siyasetên dewletnetewe û dikevin nava pencên plan û komployên wan ên çewistandina nasnameya wan a resen û siyasetên qirkirina çandî û siyasî. Ev hemû li dijî qanûn û peymanên navneteweyî. Helebet ya ku dibe qurbana sereke ya van şeran jin e. Hîna dengê jinan nayê bihîstin û pêwîstiyên wan têne paşguhirin. Dîsa li gelek welatên herêmê jin ji navendên girtina biryarên siyasî û diplomatic têne dûrxistin.

Ruxmî ku yên herî zêde ziyanan ji ber şer dibînin jin in, lê di dîrokê de jin ji tevlêbûna nava navend, cihên girîng û hesas ên girtina biryaran an jî derxistin qanûnan, her wiha ji prose û diyalogên aştiyê û ji însiyatîfên çareserkirina pirsgirêkên şeran re tên dûrxistin. Hêza jina, ramênên wan, hişmendiya wan a kûr, îradeya wan xurt, destkeftiyên ku di hemû qadan de bi dest xistine, têne înkarkirin. Di pergala netewedewlet de herî zêde jin têne qirkirin û teslîmiyet li ser wan tê ferzkirin.

Belê ya herî zêde koletiyê li ser wan hatiye meşandin, jin e, dibe ku ev koletiya li ser wan hatiye meşandin mîna wî di dîroka koletiyê çênebûye, ku wergirtina pariyeke xwarin ji bo wan wekî serkeftina li hemberî mirina rojane ya ji hemû aliyan ve bû. Qanûnên ne adilane yek ji berhemên dewletnetewe e ye ku ziyanên mezin gihandine jinan û edalet ji pirsgirêkên wan ên civakê re pêk neanîn. Qanûnên hatine derxistin daxwazên jinan ên standina mafên xwe yên sereke ji pergala hişmendiya baviksalar bi cih nayîne.
Tê zanîn ku jin roleke sereke di civakê de dilîze. Jin bo dabînkirina jiyaneke ewle ji malbata xwe re, ji bo mîsogerkirina ewlehiya civakî bê navber dixebite. Jin vê yekê ji hêz û mekaneke xwe ya dîrokî digirin, ji serkeftinên dîrokî yên ku di qadên civakî, çandî û aborî bi dest xistine, digirin. Di heman demê re ji rola xwe ya sereke di pêşxistina sîstema civaka xwezayî de digire. Tê zanîn ku têkiliyên jin bi jiyanê re xurt e, ev têkilî wisa bi hêsanî ji hev nayên qutkirin.

Beşdarnebûna jinan di şerên li ser desthilatê de, rê li ber wan vedikin ku roleke çalakî di pêkanîna aştî û însiyatîfên çareseriya demokratîk ji doz û nakokiyên asêmayî û yên bi girêkê re vedike. Ji jinan tê xwestin ku xebeteke zihnî ya xurt pêk bînin û bendên tirsê bişkînin û li hemberî pergala baviksalar û desthilata serdest bisekin. Her wiha ji wan tê xwestin xebateke cidî pêk bînin û bi rihê berpirsyariya civakî, siyasî û dîpomasî tev bigerin. Ji wan tê xwestin ku ji bo avakirina jiyaneke bi rengê jinan xebateke cidî pêk bînin. Pêkanîna van armancan bêyî têkoşîna îdeolojiyê ku karibe rê li ber siyasetên desthilata mêr a hegemon a di bin ebaya demokrasî û azadiya sextet bigire, ne pêkan e.
Di demekê de ku divê rê li ber jinan bê vekirin da ku di diyalogên aştiyê de kar bike û bibe beşek ji hewlên bidawîkirina şeran, em dibînin ku jin tên paşguhirin û di piraniya deman de têne dûrxistin, her wiha nêrîn û hêza jinan biçûk tên dîtin. Dibe ku rola jinan di maseya diyalogan de hebe, lê ev yek diyarker û kêm e. Li gel van hemûyan jî biryarên ku dem dem têne dayîn bandoreke zelal li jiyana jin û keçan dike. Dem hatiye ku rola jinan û hêza wan di pêvajoya aştiyê û dazayenkirina siberoja gelan de were naskirin.
Ji bo pêşxistina rêgehên çareseriyên demokratîk divê stratejiyên zelal ên xwe bispêrin azadiya jinan, esas werin girtin. Nabe rêveberî di destê mêran tenê de were hiştin û biryar ji aliyê wan tenê ve werin girtin. Jin di xwezaya xwe de xwediyên çareseriyê ne û ji bo bidawîkirina şeran naveynkar in.

Li herêma Rojhilata Navîn şerê hêzên mezin ên ji bo kontrolkirina cîhanê dewam dike. Ji ber vê yekê divê gelên resen ên vê herêmê li hemberî van şeran bibin yek û li hemberî destwerdanên derve têkoşînê di hemû qadan de xurt bikin. Divê gelên herêmê li hemberî hewldanên derxistina fitneyan û afirandina nakokiyên mezhebî û taîfî rabin. Her kes dizane ku gelên vê herêmê, di serî de jin, fatoriya şerên bi wekîlan didin.
Beriya çend rojan endama Komîteya Navendî ya PKK′ê Hêlîn Umît di bernameyeke taybet a Medya Haberê de bal kişand ser çareseriyên bingehîn ji pirsgirêkên gelan, di nav de pirsgirêka Kurd û ya Filistînê. Hêlîn Umît got: Rêber Apo wek rêya çareseriyê ne netewe dewlet lê modela çareseriyê ya netewebûna demokratîk datîne meydanê. Netewebûna demokratîk rewşeke zihnî, felsefeyeke cuda ye. Awayê wê yê birêxistinbûnê jî xweseriya demokratîk e. Li ser esasê xweseriya demokratîk, gel xweser dibin, li gor cudahiya xwe vîna xwe diyar dikin û eger hev nas bikin dikarin bi hev re bijîn.′′

Li vir em dikarin bêjin ku jin dikarin roleke mezin û çalakî di pêkanîna vê sîstemê û felsefeya neteweya demokratîk de bilîzin, nemaze ku herêm ji bo avakirina vê sîstemê û pêkanîna wî zemîneke guncaw e. Li ser vê yekê divê jin ji bo avakirina hevgirtina li hemberî nakokiyên taîfî, şerên mezihebî û nîjadî têkoşînê xurt bikin. Bê guman heger ev sîstem pêk were, hingî wê azadiya jinan û pêkanîna şoreşa wan a rasteqîn werin mîsogerkirin. Divê jin ji bo têkbirina têgeh û siyasetên netewe dewlet ên ku dijminahiyê di navbera gelan de çêdike, kedeke mezin bidin.

Ya ku bala min kişandiye, çend roj piştî destpêkirina şerê Hemas û Îsraîlê û gûrbûna şerê li Dîfa Xerbiye û Xezayê, jinên Filistîn û Îsraîlê însiyatîfek bi dirûşma Jin aştiyê dixwazin dixwazin′′ ragihandin û xwestin şer bi dawî bibe û aştî pêk were.
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî, 8 rêxistinên jinan, ji NY′yê û rêxistinên girêdayî wî xwestin êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rawestînin. Jinên ku name ji sekretêrê giştî yê NY′yê Antonio Gutress re şandin, xwestin NY′yê û saziyên wê berpirsyariyên xwe bi cih bînin û dawîn li êrişên dewleta Tirk a dagirker bînin.
Divê jin gotina navdar a Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî Michelle Bachelet a ku dibêje “Li ku derê nakokî hebe, divê jin bibe bşeke ji çareseriyê”, wekî dirûşma têkoşîna xwe ya tevlêbûna di çareserkirina şer û avakirina aşitiyê de esas bigirin. Divê jin xwe bi rêxistin bikin û hevbendiyan ava bikin ku karibin armancên xwe li gorî rêgezên demokratîk, jiyana hevbeş bighînin serî.
(bb)
ANHA
[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 881 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://hawarnews.com/ - 12-09-2024
Gotarên Girêdayî: 52
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 03-11-2023 (2 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Jinan
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 12-09-2024 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 13-09-2024 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 13-09-2024 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 881 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.25 çirke!