=KTML_Bold=Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xaka Sûriyeyiyan e=KTML_End=
Diyaa ÎSKENDER
Yek ji girîngtirîn qanûnên ku #Îshaq# Newton daniye ew e (qanûna kiryar û reaksiyonê) ye. Naveroka wê qanûnê ew e ku (Ji bo her kiryarekî, bertekek mîna wê heye). Lê berteka yekane ya hikumeta Şamê ku îdia dike ew garantorê yekane ya serweriya xaka Sûriyeyê li dijî binpêkirin û êrişên li ser vê xakê ye, bêdengî ye. Hikumeta Şamê li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî binesaziyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê deng e.
Piştî daxuyaniyên wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan dewleta Tirk a dagirker êrişên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Fîdan di daxuyaniyên xwe hincet bi çalakiya li Enqereyê kir. Fîdan got tevahî binesazî, avahiyên mezin û avahiyên enerjiyê yên li Iraq û Sûriyeyê armancên rewa yên hêzên wan ên ewlehiyê ne.
Piştî daxuyaniya Fîdan bi çend saetan, di 4'ê Cotmehê de artêşa Tirk a dagirker kargeh û saziyên sereke yên xizmetguzarî û tenduristî wek stasyonên kehrebe, av, enerjî, petrol û gazê û gundên şêniyan û akademiyan bombebaran kirin û di encamê de bi dehan welatî û leşkerên pispor di têkoşîna dijî terorê û madeyên hişbirê de şehîd bûn û bi sed mîlyonên dolar zirar çêbû û bandoreke mezin li jiyana zêdetirî 5 mîlyon mirov kir.
=KTML_Bold=′SÛCÊN DERMIROVÎ YÊN DEWLETA TIRK A DAGIRKER′=KTML_End=
Bêguman gotina Hakan Fîdan a hedefgirtina binesazî, jêdern jiyanê, stasyonên avê, kehrebê û gazî yên herêmê berê hatibû plankirin û ev sûcên ku artêşa Tirk a dagirker pêk anîne dikeve xana sûcên bizanabûn û ji sûcên herî giran ên qanûnên sûcan e.
Gefxwarinên li dijî welatiyên herêmê, neçarkirina koçberiya ji malên xwe, rûbirûhiştina li hember xeteriyê û hiştina di bin topbaranan de û mehrûmkirina wan ji kehrebe, avê sûcên qirkirina komî û dermirovî ne. Ji ber wê divê giliyên lezgîn li rejîma Erdogan li pêş dadgehên sûcan ên navneteweyî ji hêla hiqûqnasan ve werin kirin.
=KTML_Bold=′ARMANCÊN ÊRIŞÊN DEWLETA TIRK A DAGIRKER′=KTML_End=
Êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê ne tiştekî nû ne nexasim piştî têkçûna DAIŞ'ê bi destê QSD'ê ku di nav de tevahî pêkhateyên herêmê hene. Ev herêm ji hêla Rêveberiya Xweser a Demokratîk tê birêvebirin, ew pergaleke ilmanî li gorî birêvebirina demokratîk a yekser e û xwe dispêre îdeolojiya hevbeş a rizgarî û nenavendîbûnê.
Ev yek li xweşiya rejîma faşîst a Tirk nehat. Dewleta Tirk gelek êriş di salên dawîn de bi bihaneya parastina ewlehiya xwe ya neteweyî pêk anîn. Di êrişan de dewleta Tirk tevahî çeteyên ji cîhanê û ji hemwelatiyên cuda kom kirin û êrişên dagirkirinê li dijî xaka Sûriyeyê pêk anîn; di 2016, 2018 û 2019′an de.
Di encama wan êrişan de Cerablus, Efrîn, Ezaz, Serêkaniyê û Girê Spî hatin dagirkirin û sûcên herî qirêj ên dermirovî pêk hatin û siyaseyên tirkkirin û guhertina demografîk li wan herêman pêk anîn.
=KTML_Bold=′ÇIMA HÊZÊN NAVNETEWEYÎ LI HEMBER ÊRIŞAN BÊ DENG IN?=KTML_End=
Bêguman sedema têkiliya di navber dewletan de aborî, malî, leşkerî, geosiyasî û nirxên mirovî û exlaqî jî li dawiya dawîn tên. Ji ber vê jî dema em bêdengiya civata navneteweyî ya li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dibînin, em mat namînin. Ew dewlet bi careke tiştekî li ser van êrişan nabêjin, ger gotin jî rastiyan berovajî dikin û li gorî berjewendiyên hêzên êrişkar bi kar tînin.
Tiştê ku ji bo Amerîka Rûsya, Îran û dewletên din ên xwedî hegemonî di herêmê de girîng e, berjewendiyên wan û têkiliya wan bi dewleta Tirk a dagirker re ye, ev jî hişt êriş girantir bibin.
=KTML_Bold=′ ÇAWA BÊDENGIYA HIKUMETA ŞAMÊ TÊ NIRXANDIN?′=KTML_End=
Li kêlek bêdengiya hêzên navneteweyî ya bi sedema berjewendiyên wan, hikumeta Şamê jî bê deng e û sedema vê bêdengiyê nehatiye naskirin tevî ku di encama êrişan de gelek nuqteyên hikumeta Şamê jî hatin hedefgirtin. Hikumeta Şamê hem dewleta Tirk a dagirker wek dewleteke dagirker dibîne û daxwaza derketina wê ji xaka Sûriyeyê dike, hem jî di civînên navneteweyî de bi awayê ku tê xwestin parastina serweriya xwe û xaka Sûriyeyê nake û êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar nake.
Ev bêdengî nîşan dide ku berjewendiyên her du aliyan hevbeş in, ew jî têkbirina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk e, nexasim ku her du alî ji vê tecrubeyê metirsîdar in.
Di dawiyê de, bi kurtî, pêwîstiya vekişîna artêşa Tirk a dagirker ji Sûriyeyê û rawestandina êrişan bi çareseriyeke siyasî heye, ji bo vê jî yekitiyeke niştîmanî ya Sûriyeyî divê da ku zextê li hikumeta Şamê bikin ku çareseriya siyasî qebûl bike û biryara (2254) pêk bîne.
[1]