Çalereşka Kurdan
Rauf KARAKOÇAN
Desteka PDK'ê ya ji bo êrişên dewleta Tirk ên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê, êdî bi destekkirinê sînordar nema, lê belê gihaştiye qonaxa bi fîîlî jî tev li şer bibe. Pêvajoyeke krîtîk ku veguhere şer, ji bilî qelskirina Kurdan, bi tenê dê bi kêrî kêfxweşkirina dijminan were. Hemû kesên aqilmend baş dizanin ku dema Kurd bi hev bikevin, ji bilî zirarê dê tu encameke din bi xwe re neyne. Lê îcar ji bo tehrîkkirina pevçûnê PDK bi rik û israr her rê û rêbazê diceribîne; ev jî ne tiştekî aqilane ye.
Tê zanîn di 29'ê Tebaxa 2021'an de li Xelîfanê komeke gerîlayan ketin kemînê û şehîd bûn. Tevî hemû hewldanên malbatên ji Rojava jî cenaze radestî malbatan nekirin. Gelek bûyerên bi vî rengî qewimîn. Bûyera dawîn di 5'ê Tebaxa 2023'yan de li Heftanînê pêk hat. Li nêzî benda kontrolê ya PDK'ê, Îsmaîl Pûr Mehmûd (Çiya Agirî) şehîd kirin û gerîlayekî bi navê Dilgeş bi giranî birîndar kirin. Di êrişên komplogerî û hewldanên provokasyonê yên PDK'ê de bi dehan gerîlayan şehîd bûn û ew qas jî birîndar bûn.
Baş tê zanîn ku PDK aliyekî şerê di navbera PKK û dewleta Tirk de ye. Ev alîgirî bi salan e dewam dike. Ji şerê xiyanetê yê sala 1992'yan dest pê kir û heta îro dewam dike. Beriya wê jî heye. Di salên 1980'yî de hin kom dema derbasî Bakur dibûn, li ser xeta sînor ji aliyê PDK'ê ve hatin qetilkirin. Pêvajoya şerê di navbera PKK û PDK'ê de jî bi bîr tê. Komkujiya Hewlerê ya 16'ê Gulana 1997'an hê jî di bîra mirovan de nû ye. Zêdetirî 100 şoreşger-welatparêz hatin qetilkirin. Heta birîndarên hewcedarî lênêrînê jî di nava nivînên nexweşxaneyê de bi awayekî hovane hatin qetilkirin. Tevî hemû tecrubeyan jî aliyê ku bi hişyarî hereket kir, her tim PKK bû.
Her wiha agahiyek der barê şerê sala 1997'an de heye ku hêjayî parvekirinê ye. Nûçeyên têkildarî dewleta Tirk êrişî Başûre Kurdistanê bike û amadekariya êrişeke mezin dike, di çapemeniya Tirk de dihatin ragihandin. Ew roj bûn ku aliyê psîkolojîk ê şer ketibû dewrê. Agahiyên bi heman rengî li aliyê PDK'ê jî dihatin bihîstin. Di kontrolên rê de û guherîna helwesta wê de, xwe nîşan dida. Derbasbûna wesayîtên PKK'ê ku bi destûra PDK'ê dihatin û diçûn, li bendên kontrolê bû pirsgirêk. Wesayît bi hincetên pûç disekinandin, asteng dikirin, destûr nedidanê derbas bibin û tengezarî çêdikirin. Demeke dirêj beriya guhertina helwesta PDK'ê eşkere bû ku dewleta Tirk dê êrişî Başûrê Kurdistanê bike.
Beriya êrişê di navbera PKK û PDK'ê de di asta herî bilind de civînek çêbû. Mesûd Barzanî û Cemîl Bayik li buroya PDK'ê ya li bajarokê Dêrelokê ya li qiraxa ava Zapê, bi êvarkî li hev civiyan. Mijar, çareserkirina pirsgirêkên heyî bû, bi taybet jî gelo PDK dê bi dewleta Tirk re beşdarî şer bibûya yan na. Biryara piştî civînê ew bû ku PDK nekeve şer. Di asta herî bilind de mîsogerî dan PKK'ê. Lê pir jî ji wê mîsogeriyê piştrast nebûn.
Dema di Gulana 1997’an de şer dest pê kir, di serî de hêzên PDK'ê êrişî çeperên gerîla yên li Amêdiyê û Zapê kir. Di hevdîtinê de Mesûd Barzanî soz dabû ku ew ê nekevin şer û li ser vê sozê jî hêzên PKK'ê pozîsyona xwe diyar kiribû. Mixabin di vê serdemê de pevçûnên herî xwîndar rû dan û komkujiya Hewlerê jî êşa herî mezin bû. Sozên bêbawer, komplo û hewldanên bêhejmar ên provokasyonê, ew qas êş û berdêlên giran, ev rastî hînî me kir; PDK naedile. Wekî çalereşkeke hemû tiştên li dora xwe dikişîne nava xwe û dadiqurtîne, PDK jî çalereşka Kurdan e.
Başûrê Kurdistan bi temamî ketiye bin serdestiya dewleta Tirk. Ji aliyê siyasî, aborî û leşkerî ve desthilata serdest dewleta Tirk e. Divê gelê Başûrê Kurdistanê hay ji vê xetereyê hebe.Têkiliya PDK'ê ya bi dewleta Tirk re ne tenê li ser bingeha dijberiya PKK'ê ye, her wiha hevkariya li ser bingeha dijberiya Kurdan e. Berpirsyarê hemû êrişên dewleta Tirk e. Ji qetilkirina mirovan berpirsyar e. Bi taybetî jî ji êrişên hewayî yên li ser Mexmûr û Şengalê PDK berpirsyar e.
Çalakiyên bêberpirsyarî û dijminane yên PDK'ê yên li ser Rojavayê Kurdistanê jî dewam dikin. Heta herêmên di bin destê DAIŞ'ê de, bi rêya Saziya Alîkariyê ya Barzanî, di ser ENKS'ê re derbasî Efrînê dibe û bi cure fitne û fesadiyê di nava gelê Rojava de belav dike. Her wiha tê zanîn ku ka bi kîjan armancê çeteyên Pêşmergeyên Roj bi rêxistin kirine û çima wan xwedî dike. Yanî çalakiyeke dijminane heye ku ji sînorên Başûre Kurdistanê derbas dibe. Deriyê sînor ê Rojava digire, pêşî li hatin û çûyînê digire, ambargoyê datîne û hwd. Dema ku tê pirsîn çima ev dijminatî; mesele ji rastiya xwe tê dûrxistin û wek nexweşiyeke di navbera PKK û PDK'ê de tê nîşandan û nesîhet tên kirin. Lê êdî têkiliyên qirêjî yên PDK'ê ji bo hemû Kurdan bûne zirar.
Bê guman tê payîn ku pirsgirêkên heyî yên di nava Kurdan de beriya bigihêjin qonaxa şer, çareser bibin. Ti Kurdek ne alîgirê pevçûn û xwînrijandinê Kurdan e. Ji lîderên PDK'ê Elî Ewnî bi rêya çapemeniyê pêşengên PKK'ê kirin hedef û ev jî bi awayekî zelal vexwendina li şer e. Rewş bi vî rengî ye û divê mirov berê xwe bide gel. Banga hestiyariyê ya ji raya giştî re ku li dijî vê yekê helwestê nîşan bide û pêşî li wan aliyan bigire ku rê li ber şer vedikin. Ji ber ku zirara vî şerî dê herî zêde li ser gel be. Nakokiyên ji bo tiştên pûç divê bên rawestandin û bê zanîn ku dê bi kêrî dijmin bên. Nexwe, dema kêr gihaşt hestî, texmîneke têkildarî rewşên ku ji bo Kurdan dê rû bidin, ne zehmet e.
Rayedarên PDK'ê dema rêveberên PKK'ê bi rêya saziyên çapemeniyê dikin hedef, divê hê bi berpirsyarî tev bigerin. Di şerê li dijî PKK’ê de dê tu tiştî bi dest nexe û tiştên di destê xwe de jî dê ji dest bide.
[1]