=KTML_Bold=Bextê Rûs û Farisan Tune ye=KTML_End=
Xakî Bîngol
Hefteya bihurî li ser navê çeteyên li Sûriyeyê, Erdogan bi Serokê Rûsyayê Vladimir Putîn û bi Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî re civiya. Di encama vê civînê de, li ser hinek xalan li hev kirin: 1. Operasyona leşkerî ya ku ji hêla rêjîma Sûrî ve dê li hember çeteyên li Idlibê dest pê bikira, hat rawestandin.
Herêmeke bi qasî 15-20 km, di navbera hêzên rejîmê û çeteyan de, hetanî 15’ê cotmehê dê wekî “herêma tampon” ji hêzên çekdar paqijkirî, were avakirin.
Lîstika Erdogan, Rûhanî û Putîn!
Wisa tê fêmkirin ku Erdogan, Rûhanî û Putîn li ser têkbirina destkeftiyên kurdan li hev kiriye. Lewra çeteyên li Idlibê kom kirine, ji bo ku wan wekî fişarekê li ser kurdan di destên xwe de bihêlin û li hemberî rejîmê destên kurdan lawaz bikin. Gava duyemîn a vê lihevkirina di vê lîstikê de jî ew e ku eger di 15’ê cotmehê de pêvajoya ku dane destpêkirin bi ser bikeve û eger ji destên wan were, dê herêma aram-tampon berfireh bikin û kurdan dorpêç bikin.
Em baş dizanin ku piştî referandoma Herêma Kurdistanê, Erdogan hêzên Heşda Şabî û hêzên Iraqê şandin ser axa Herêma Kurdistanê. Piştî dagirkirina Efrînê, niha jî Erdogan dixwaze bi destên çeteyên wekî El-Nusra, DAIŞ û komên din, zextên xwe li ser rêveberî û destkeftiyên Rojavayê Kurdistanê zêde bike. Çavên Erdogan lê ye ku tevahiya destkeftiyên kurdan -çi li Bakur, çi li Başûr û çi jî li Rojava- têk bibe û li ser tevahiya sînorên Bakurê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê xeteke tampon ava bike, piştre jî tevahiya xaka Rojavayê Kurdistanê dagir bike, yan jî bi fêlbazî radestî rejîma Sûrî bike.
Kurd çi tevdîrê digirin?
Li hemberî çavsoriya Erdogan, kurd çi dikin? Baş tê zanîn ku li qada şer, hêzên kurdî bi canfedahiyeke mezin, şerekî bêhempa dimeşînin û dîrok dinivîse. Her çi qas piştî 58 rojan Efrîn hatibe dagirkirin jî, raya giştî ya kurdî û aliyên navdewletî baş dizanin ku berxwedaneke çawa li hemberî tank, top û balafirên şer ên dewleta tirk û çeteyên wê hat dayîn.
Dîplomasiya kurdî di kîjan astê de ye?
Di dema berxwedana Kobanê de, hem li hundir hem li derveyî welat, kurdan hem di şer de li ber xwe da hem jî meriv dikare bibêje ku cara yekemîn bû di vê serdema em tê de ne kurdan ew qas baş dîplomasî meşand û encam jî jê girt. Lê belê demeke dirêj e di warê dîplomasiyê de kurd bêdeng in. Hem li welat hem jî li derveyî welat, dîplomasiyeke berbiçav xuya nake. Piştî şerekî ku bi salan li Rojava û li tevahiya Sûriyeyê hate meşandin, niha jî hêzên serdest dixwazin Rojava û Sûriyeyê ji nû ve dîzayn bikin. Gelo Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê, ji bona destkeftiyên kurdan û ên gelên li Rojava çi tevdîr girtine yan jî digirin?
Çapemeniya Kurd
Pirseke din jî divê em ji xwe û çapemeniya xwe bikin: Gelo çapemeniya kurdî çi qasî karê xwe dike; yan çapemenî jî bi dayîna şerê çekdarî û tenê bi nûçeyên li qada şer xwe dixapîne? Divê di warê diplomasiyê de û di çapemeniyê de, em kurd şiyar bin û li her qadê em Erdogan û çeteyên wî teşîr bikin û bala raya giştî ya navdewletî û dostên xwe bikişînin ser vê çavsoriya Erdogan û hevalbendên wî.
[1]