=KTML_Bold=Tewfîqê Kurd Razayî Ye=KTML_End=
Raman Seydo
Şoreş gotineke xweş e, dilxwaz û hezkerên wê pir in. Em dikarin bibêjin ku bi saya şoreşan hemû miletên cîhanê ji zordarî, bindestî û hejariyê xelas bûn. Piraniya wan miletên ku şoreş li dar dixistin, niha xwedîwelat in, welatên wan pir bedew û pêşketî ne, belê min got; piraniya miletan, lê ne hemû miletên ku şoreş li dar xistin gihaştine armacên xwe, hin milet heta niha di bin zulm û zorê de dijîn, miletê kurd yek ji wan miletên ku hîn di bin zilmê de ye tev li ku bi sedan şoreş li dar xistin. Kurd ne tenê di zulmê de dijîn, belê bê welat û nasname ne jî. Der barê van şoreşan de divê kurd ji xwe bipirsin: Ka çima dunya derbasî çerxa bîst û yekê bûye û em hîn bê maf û welat in? Pêşî me got: Şoreş gotineke xweş e, tenê berhemên şoreşên kurdan parçeyê duyem ji gotina “şoreş-reş” e; dixwazim bibêjim ku tenê “reş” bi dest kurdan ket.
Di baweriya min de, ji ber ku şoreşên me tenê li ser asta leşkerî bûn. Jixwe em di qada cengê de pir zîrek in, lê em di qada zanînê de pir lawaz in, ji ber vê yekê tenê rengê reş bi dest me ket.
Bi serkeftinên leşkerî tenê, em nikarin bibêjin ku şoreş serkeftî ye, belê dibe ku serkeftinên bîrwerî û zanistî peyda bibin, her wiha em nikarin bibêjin şoreş binkeftî ye bi binkeftinên leşkerî; nimûne zorçûyîna welatê Japonê di Cenga Cîhanê ya Duyem de li hember Amerîkayê û alîgirên wê, lê îro roj Japon di warê zanînê de li pêş Amerîka ye, ne tenê li pêş wê ye, belê kompanî û kargehên amerîkî li gorî zanayî û zanyarên japonî bi rê ve diçin.
Xwînerên hêja, dizanim ku hûn ê bipirsin: Ma dibe ku tu kurdan û Japonê bidî ber hev?! Ji bo vê pirsê ez ê nêzîk werim û xwe bisipêrim ezmûna şoreşa Misirê, jixwe kurd û misirî têkilîyên wan ên dîrokî baş kûr û dûr in. Ez pir dûr naçim û ez ê rasterast biçim serdema “nasirî” ku bi serkêşiya Cemal Ebdilnasir bû. Di wê demê de zana û rewşenbîrekî pir gewre bi navê Tewfîq El-Hekîm xuya bû, Ebdilnasir digot: “Bavê pîroz ê şoreşa Misirê: ‘Tewfîq El-Hekîm’ e.”
El-Hekîm bi rêya şano, gotar û pirtûkên xwe şoreşa misirî bi rê ve dibir. Hin dibêjin ku El-Hekîm çirûska şoreşê bû, ne tenê şoreş, belê siyaseta misirî bi tevahî. Ebdilnasir digot: “Dema ku bûyerek li ser asta siyasî diqewimî, min helwesta xwe der barê wê bûyerê de zelal nedikir berî ku ez gotara El-Hekîm bixwînim û helwesat wî fêm bikim ka El-Hekîm çi dibêje. Jixwe ew gotar bi rengekî nerasterast wek nameyekê ji min re bû ku dibêje min bila helwesta te wisa be.”
El-Hekîm di pirtûka xwe ya bi navê “El-Sultan El-Ha’ir – Şahê Sergeşte” de bi tundî şerê Ebdilnasir kir û pişta miletê xwe girt.
Gelek caran Ebdilnasir hevdîtin dixwest û dişand pey wî, lê El-Hekîm digot: “Rast e Cemal Ebdilnasir hevalê min e, lê ew niha serok e û ez nîvîskar im. Êdî ez hevalê miletê xwe me, karê min û wî bi hev tune. Jê re bibêjin ku ez naxwazim wî bibînim, lê ew dizane ku helwestên min çi ne, ji xwe ez jê re dinivîsim.”
El-Hekîm her wiha der barê vexwendina Ebdilnasir de digot: “Ez ditirsim ku biçim bal Ebdilnasir û ez nêzî wî bibim û dûrî miletê xwe bikevim. Jixwe bi kêr nayê ku nivîskar û rewşenbîr di bin baskên şah de bin, belê divê milên wan di bin milên milet de bin û xemxwarên milet bin, ne xemxwarên razîbûn û dilxweşkirina şah bin. Ebdilnasir şah e û miletê min hejar e, ka çawa herim wî bibînim!”
Jixwe di destpêkê de min behsa ezmûna Japonê kir ku çawa projeyên aborî û teknolojî didan ber xwe û navên wan projeyan dikirin “xewn” û digotin ku heta deh salên pêş divê em filan “xewn”ê bibin serî, her çend salan xewnek didan pêşiya xwe.
Gelo ka xewnên me, ka projeyên me, çima em weke berxekî mîjo ku çi guhanê dikeve ber me em devên xwe diavêjinê?
Baş e, em bê xewn in an em nizanin bixewinin? Gelo ka Tewfîq El-Hekîmê kurd ku me bixewinîne û xewnan bo me peyda bike?
[1]