Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  584,663
Wêne
  123,884
Pirtûk PDF
  22,079
Faylên peywendîdar
  125,547
Video
  2,192
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,291
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,503
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,692
عربي - Arabic 
43,830
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,570
فارسی - Farsi 
15,707
English - English 
8,514
Türkçe - Turkish 
3,819
Deutsch - German 
2,029
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,578
Cih 
1,172
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,818
Kurtelêkolîn 
6,821
Şehîdan 
4,536
Enfalkirî 
4,829
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,295
PDF 
34,642
MP4 
3,829
IMG 
233,285
∑   Hemû bi hev re 
273,051
Lêgerîna naverokê
Şoreşa 19’ê Tîrmehê Çi Destkeftî bi Xwe re Aniye?
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Em xemgîn in ku Kurdîpêdiya li bakur û rojhilatê welêt ji aliyê dagirkerên tirk û farisan ve hat qedexekirin.
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Şoreşa 19’ê Tîrmehê Çi Destkeftî bi Xwe re Aniye?
Şoreşa 19’ê Tîrmehê Çi Destkeftî bi Xwe re Aniye?
=KTML_Bold=Şoreşa 19’ê #Tîrmehê# Çi Destkeftî bi Xwe re Aniye?=KTML_End=
Berzanî Ferman

Bi destpêbûna şoreşa Sûrî re, tevger û partiyên kurdî ku piştgirên sereke yên vê şoreşê bûn, ji bo birêvebirina xwe, ketin nava liv û tevgerê.
Di vê çarçoveyê de hin tevger û rêxistinên kurdî yên ku yekalîbûn pejirandin, şoreşa xwe li dar xistin û navê Şoreşa 19’ê Tîrmehê lê hat kirin, paşê jî -wan- rêveberiyeke xwe ya xweser damezirandin.
19’ê tîrmeha 2011’an, rojeke dîrokî ye û hemû gelên Rojavayê Kurdistanê dadikevin qadan û şahiyan li dar dixin.
Gelê kurd di vê şoreşê de aştî pejirand û risteke şênber di vê çarçoveyê de lîst. Lê car din pirsa ku xwe dubare dike: Vê şoreşê çi destkeftî bi xwe re aniye? Pirs ev e, lê pirsyar kî ne? Gerek e gelê me bipirse: Gelo piştî şer û aloziya li Sûriyeyê biqede, mafekî xwenîşandayînê dê ji gelê kurd re di destûra Sûriyeyê ya paşerojê de hebe, yan mafê xwedina bi zimanê zikmakî (kurdî) dê di destûrê de bête dayîn? Çawa rêjîmeke wekî ya Be’es û Esed dê van tiştan qebûl û erê bike? ne gengaz e .
Rêjîm tenê amade ye ku komplo û jenosîdan li ser gelê me pêk bîne. Komploya Efrîn û Minbicê jî li ber çavan e; çawa ku bi tifaqa rêjîma Sûriye, Tirkiye û Îranê û bi sponseriya Rûsyayê Efrîn hate dagirkirin û bi hezaran ji xelkê wê koçber bû.
Dema ku artêşa dagirker a Tirkiyê û çekdarên opozisyonê di 18’ê adara 2018’an de Efrîna Rojavayê Kurdistanê dagir kir, evê dagirkirinê gelek kurdên welatparêz dilsoj kirin û xembariyeke mezin di nava gel de afirand. Gelê Efrîna ku derdora 60 rojî li ber xwe da, piştî dagirkirinê, îcar rastî komkujiyan hat. Li ber çavên Neteweyên Yekbûyî -ku bi parastina mafên mirovan bang dike- bi sedan zarokên efrînî hatin qetilkirin.
Jixwe bazara Efrînê ji her kesî re diyar bû ku Xûta li bermaber Efrînê bû, bi şêweyekî din, Xûta ji Rûsyayê re û Efrîn ji Tirkiyê re.
Vê gavê çarçoveya bazaran hîn firehtir bûye; aniha Minbic e.
Minbic ji bona Tirkan dîrokek e; Cenga Merc Dabiq e ku di sala 1516’an de di navbera osmanî û memalîkan de rû dabû û di wê cengê de osmanî bi ser ketibûn.
Selîmê Yekem û Ataturkê serdemê “Recep Tayip Erdogan” car din dixwaze wê dîrokê vejîn bike. Bê guman xewn û xeyalên Erdogan gewre ne, ew jî ku hukmê osmanî ji herêmê re vegerîne. Rêgirê sereke li pêşber vê pêngavê: Gelê kurd e. Lewma Erdogan hewil dide ku kurdan ji kokê ve tune bike; li Bakur kurdan bê nasname bihêle û li Rojava bê war bihêle, plana Erdogan a vê pêvajoyê ev e.
Pêwîst e kurd li bermaber van planên jenosîdî bi hêz bin û yekîtiya xwe ava bikin. Rêjîma Sûriyeyê jî li ser dagirkirina bajarekî xwe bê deng ma.
Me li ser kenalên Sûrî dît ku çawa Buseyna Şaban û Welîd E-Mu’elim li dij dagirkeriyê sekinîn, lê piştî dagirkirinê kesekî ji wan deng nekir û negot ji xaka me derkevin. Têkiliyên gelê kurd bi rêjîma Sûriyeyê re jî tu sûde neda, belku rêjîm di nava wê planê de bû.
Ji aliyekî din ve li Sûriyeyê û tevahiya Rojhilata Navîn, projeyeke Îranê heye; ew jî Projeya Kevana Şî’î ye. Amerîka bi hevalbenda xwe HSD re, bi rêya pêşketinên leşkerî dixwaze dawî li vê projeyê bîne.
Amerîka car caran li ser zimanê rayedaran belav dike ku ew dixwaze ji Sûriyeyê vekişe. Lê bi vekişîna Amerîkayê, çarenûsa gelê kurd dê çi be?
Berê jî rêjîm û Rûsyayê gotiye ku di destûra Sûrî ya nû de, tenê mafê zimandayînê ji kurdan re heye. Lewra bi gotineke din, eger Amerîka ji Sûriyeyê vekişe û xwe ji meydanê qut bike, em dikarin bibêjin ku armancên gelê kurd xeyal bûn û çûn.
Tişta ku mirov matmayî dihêle dema ku hin serkirdeyên kurd dibêjin em amade ne li gel rêjîmê danûsitandinan bikin! Ma gelo rêjîm te li ser axê qebûl dike, ma tu kaxez di destê te de heye, gelo rêveberiyeke te ya rawa heye ku tu li gel dewletan danûstandinan bikî?
Tiştekî wiha dê qirkirina gel bîne. Li aliyekî din û di heman çarçoveyê de, bazara li ser tevahiya bajarên Sûriyeyê berdewam e.
Rêjîma Sûriyeyê bi hevkariya firokeyên cengî yên Rûsî, li başûrê Sûriyê bi pêş dikeve û hewil dide pêgehên herî dawî yên opozisyonê birûxîne.
Ya balkêş ew e ku piştî van şeran, rengê desthilata Sûriyeyê dê çawa be.
Li gorî hin rayedarên siyasî, dê rengekî ciyawaz be hemî pêkhatiyan bigire nava xwe. Di dawiya gotarê dixwazim balê bikişînim ser wê yekê ku divê di dariştina destûra Sûriyeyê de, kurd yek deng û yek helwest bin.
Pêşiyan gotiye: “Karê Xelef çû ber telef.” Ji bo ku ev gotin pêk neyê, pêwîst e hemî xebatkarên gelê Kurdistanê yekîtiya xwe ava bikin û dest ji partîbûnê berdin.
Nivîsên ku tên weşandin, nerînên xudanên xwe ne.
[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 452 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://buyerpress.com/ - 20-09-2024
Gotarên Girêdayî: 22
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 01-08-2018 (7 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Ramiyarî
Kategorîya Naverokê: Doza Kurd
Welat- Herêm: Rojawa Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 20-09-2024 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 21-09-2024 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 21-09-2024 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 452 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.156 çirke!