=KTML_Bold=Hilbijartin yan Bidestxistina Rewabûna Têkçûyî?=KTML_End=
#Fêrgîn Melîk Aykoç#
Hilbijartina rêvebir û serkaran, di dema bajardewletên grêkiya antîk de dest pê kiribû. Girseyên ku wek hembajarî hatibûn nasîn, dikanîbûn rêvebirên xwe hilbijartana. Rengekî vê jî di nava Konfederasyona Med de hebû. Her êl û êlatî nûnêrekî xwe dişand nava Heyeta Rûspiyan a rêvebiriya Med. Ev prensîp piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn gav bi gav li cihanê belav bû. Her çendî li welatên sosyalîzma klasîk awayekî hilbijartinê hebû jî, cîhana kapîtalîst-emperyalîst ev pergala hilbijartinê weke alternatîveke demokratîk li hember sosyalizma klasîk bi kar dianî.
Gava em li vê pergala hilbijartinê dinêrin, dibînin ku serdestan partiyên cuda yên bi xwe ve girêdayî afirandine û ev mîna alternatîfên gel û cuda bin, pêşkêşê hilbijêran, yan jî civakê kirine. Ne tenê bi vê mane, li aliyekî rê nedane rikberên serkariya xwe, li aliyê din hemû derfet, konetî, fend û fûtên xapînok û dekbaz ji bo berdewamiya serkariya xwe bi kar anîne. Gelek caran jî serî li kotek û manîplasyonan dane.
Dagirkerên tirk li Kurdistanê di her pêvajoyê de serokeşîr, şêx û axayên hevkar bi kar anîne. Hetanî salên heftêyî jî bi giranî zarokên van derdorên navborî wekî parlamenter diçûn meclisa tirkan û dema mirov piçekî li dîroka hilbijartinên T.C (Komara Tirk) binêre vê bi hêsanî dibîne, mînak: li Elezîzê paşnavê Septîoglu, li Ruhayê paşnavê Bucak û li Meletî paşnavê Dogan bi serê xwe vê zelal dikin. Serokên partiyên dewleta tirk ji van kesan hez nekira jî, ji bo dengê wan ji rikberê wan re neçe, ew berendam nîşan didan.
Suleyman Demîrel di hilbijartinekê de kesekî rikberê xwe wek berendam nîşan dide. Li ser vê kiryara wî hevkar û dostekî wî jê re dibêje: “Ew li pişt te gotinên herî xirab dibêje, çêran dike. Tu çima wî wekî berendam nîşan didî?” Suleyman Demîral wisa bersiv dide: “Li cihê ku ew kûçik xwe bide kêleka rikberê min, biewte ser min, bila li derê min be, biewte ser dijberê min!”
Mînakeke din jî heye ku ez jî dîtnêr û govanê wê bûm; di havîna sala 1966’ê de piştî erdheja Gimgimê, gundiyên me mizgevta rûxiyayî lêdikir, şêxê Melekan ê girêdayî Solaxan hat gundê me, hemû mislimanên wê Deşta Baskan li gundê me civiyan. Ez hêj pazdehsalî bûm. Her çendî em Yarsaniyên bakur (Qizibaş /Kumsorî) bûn jî, vê bala min kişand, ez jî çûm. Hinan wer bawer dikir ku ji bo pîrozkirin û bi dîroz vekirina mizgevta nû hatiye! Na ew ne ji bo mizgevtê, ji bo ku gel dengê xwe bidin Suleyman Demîrel hatibû. Demîrel ji wî re pere dişand û xwerû dengên mislimanên Solaxan, Kanîreşê, Gimgimê û beşekî Deşta Mûşê tev de ji AP (Edalet Partîsî) re diçû.
Ev hilbijartina li Tirkiyê ya 24’ê pûşperê, ji hilbijartinê zêdetir, di vê pêvajoya têkçûnê de rêya bidestxistina rewabûnê ye. Di bingeha xwe de li parlamentoyê hejmara parlamenterên Serkariya AKP-MHP têra derxistina hemû biryarên di hêza zagonê de (KHK) dike. Hemû bend di destên wan de ne. Jixwe zagon jî nehiştine, çi û çawa dixwazin wisa diçerixînin. Ji hilbijartina asayî re jî hê sal û nîv heye. Bi awayekî xwezayî ev pirs derdikeve pêş me: Ji bo çi ev hilbijartina di ser de girtî?
Serkariya dagirkerên tirk a di rengê AKP-MHP de demeke dirêj e ku di nava bala cîhanê de rewabûna xwe bi her awayî wenda kiriye. Sermayedarên Tirkiyê jî êdî bi ti awayî bi vê serkariyê bawer nakin, lema razandin û samanên xwe derdixin dervayî Tirkiyê. Dewlet û sermayeyên derve jî naxwazin ti karî li Tirkiyê bikin. Dolar û Euro serê xwe girtiye û diçe, pêşî lê nayê girtin. Ti hêzên cîhanî yên fînansê wekî IMF jî bi wan bawer nake ku qiredî bide wan. Ango aboriya Tirkiyê li ber têkçûnê ye. Vê serkariyê binê dewleta dagirker wisa vala kiriye ku dewlet bi krîzeke aborî û darayî re rû bi rû ye, ha ket ha bikeve. Eger di vê dema kurt de manevreyekê nekirina, ev serkarî bi vê krîzê re têk diçû. Ev ji hilbijartineke pêşdem bêtir, manevreyeke rizgarkirina serkariya AKP-MHP û ya dewleta dagirker e.
Em baş dizanin ku li Tirkiyê tenê partiyeke dagirkeriyê heye, ew jî partiya nijadperest e. CHP û AKP ne partiyên cuda, baskên vê partiya nijadperest in. Partiyên din jî çêlîkên van her du baskên vê partiyê ne. Dewleta dagirker li gor konsepta parastina xwe her carê yekî derdixe pêş û wekî hêvî difiroşe gel. Ji bo vê rastiyê mînaka herî balkêş Partiya Gelan HDP bi her awayî hedef girtine. Ew manevreyên CHPê bi serê xwe vê rastiyê li ber çavan radixînin:
1- CHPê bi aşîkarî piştgîrî da AKPê û ji bo girtina parlamenterên #HDP#ê parêzbenda parlamenteran da rakirin, lê heman CHP ji bo ku Akşenera wezîra kuştinên qaşo kujerê wan nediyar têke parlamentoyê 15 parlamenterên xwe da partiya Akşenera faşist.
2 – Dewletê baskên partiya xwe di du koman de civandin û bi zelalî destnîşan kir ku ev benda hilbijartinê tenê ji bo HDPê ye, ango ji bo girtina li pêş kurdan hatiye danîn. Ji ber ku hêj pêdiviya dewletê bi serkariya AKP-MHP heye, dê bi her awayî hewl bide ku HDPê di bin benda hilbijartinê de bihêle, da ku hemû parlamenterên HDPê jî ji AKPê re bimînin.
AKP-MHP ji bo sextekariyên hilbijartinê bi awayekî aşîkar pêk bînin, zagoneke nû ya hilbijartinê jî amade kirin û dan derxistin. Dê bi kotekeke dijmirovî re fend û fûtên hilbijartinê bi her awayî pêk bînin. Li gel wê hemû saziyên dewletê ji bo pêşî li gel û dengê HDPê bigirin, ketine nava tevgerê, dibe ku çekê jî bi kar bînin. Jixwe ji niha ve, qaşo walî û fermandarên wan ên leşkerî gund bi gund digerin û gefan li gel dixwin.
Vê serkariya AKPê ew azînên Fetullahiyan wergirtine. Li gel bikaranîna diyanet (keyxwida) û meleyên bi wan ve girêdayî, edîbe, hemû şêxên terîqetan xistine nava gel, ev zebanî gelek caran jî bi kesên çekdar re digerin, bi geflêxwarin û serîşûştinan, dixwazin têkbirina gelê kurd bi kêmasî di warê hişmendî de bigihîjînin encamekê. Her wisa tevahiya çapemeniyê jî girtine bin kontrola xwe, bê navber lehiya derewan zerkê mêjiyan dikin. Ew di vê hilbijartinê de hinek jî bi vê karê xwe yên bêxt bawer in. Vê jî wêrekiya hilbijrtinê daye wan.
Parlamento qada têkoşînê ya rewabûnê ye. Gelên ku vê rewabûnê bi dest nexin, di qada navnetewî de wer zû nayên nasîn. Dema partiyeke wek HDP benda ji sedî 10 derbas bike, ev dike 6-7 mîlyon hilbijêr. Rengê HDPê çi dibe bila bibe, ev jî di qada navnetewî de rewabûnekê ji bo tevgera kurdî diafirîne. Dewleta dagirker ji bo ku bikane kurdan li dervî parlamentoyê bihêle, olana rewabûna kurdan a navnetewî têk bibe, wan wek komê biçûk ên terorê ku ji gel qut in nîşan bide û krîmînalîze bike, bi navê “Cumhur îtîfaki û Halk îtîfaki” du eniyên hilbijartinê demezirandin û bi zanistî HDP li derve hişt. Li gel wê dewletê gelek trolerên ku bi navê kurdan mejiyên kurdan tevlihev dikin jî, xistine nava tevgerê, mîna gotina: “HDP têkeve parlamentoya wan çi dibe, nekevê çi dibe!” Gotineke troleran e.
Dema di ronahiya van rastiyan de, em li rewşa ku HDP tê de ye dinêrin, tabloyeke gelek taybet derdikeve pêş me. Dewleta tirk 10 000 endamên HDPê yên bijarte ku bingehê polîtîka HDPê bûn û kar dikirin bi tevê şaredar, şêwirmend û perwerdekaran ve girtine. Zagoneke nû ya sextekariya hilbijartinê derxistine. Hêzên -qaşo- ewlekariyê jî bê navber êrîş dikin. Bi gotineke kurt HDP anîne ber felcbûnê. Di rewşeke wiha de tenê pêşbirkek li pêş wan heye; li hember hemû dijwarî û bêderfetiyan, hemû êrîş, dizî û bêbextiyan bi ser ketine.
Bê van rastiyan ev hilbijartineke di ser de girtî ye. Her tişt divê di demeke kurt de bi lez û bez werin çareserkirin. Yanê wekî berê endaman bi rêyeke demokratîk û piştî lêkolînên bingehîn û rexneyên dilxwazan hilbijartin gelek dijwar e. Bê guman di rewşên wiha de ku giyanê partiyê di zindanan de ye, gelek caran jî şaşiyên mezin tên kirin. Ev lîste ne li gor dilê me be, bi kêmasiyên pir mezin jî dagirtî be, divê em di vê rewşa awerte de rexneyên tûj ku dikanin bikevin xizmeta dagirkeran bidin aliyekî, yan jî ji dema pêş re bihêlin û bi hemû kanîn heredarî û hêza xwe ve piştgîriyê bidin HDPê. Di rewşên demokratîk de jî di hilbijartina endaman de hin kes dilê xwe digirin, ji lew re her kes dixwaze ku berendamê wan li pêş be, yan jî her kes xwe mafdar dibîne.
Ez hêvî dikim ku mirovên me bi hişmendiyeke kamil, têgihîştî û bi xwendineke baş ji rewşê re nêzîkî vê mijarê bibin. Ev hilbijartin, ne şoreşeke demokratîk ne jî şoreş e ku em hin pirsgirêkên şoreşê yên demokratîk deynin pêş HDPê. Tiştê herî girîng divê ev çembera bêbext were parçekirin. Piştî wê em serê hev biêşînin.
Nivîsên ku tên weşandin, nerînên xudanên xwe ne.
[1]